הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,107
תמונות 106,571
ספרים 19,301
קבצים הקשורים 97,360
Video 1,394
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Li bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Li bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê

Li bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê
Li bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê
Ev dest bi çapkirina gotareke nivîskar Şeyhmus Özzengin ya ji 3 beşan dikin, bi hêvîya ku rewşa kurdî li bakur her here çêtir be. Îro em beşa pêşin çap dikin. Herdu beşên din emê paşê çap bikin û we agahdar bikin.
Şeyhmus Özzengin

Zimanzan, ji bona kujtina zimanekî „Linguicide”, yanî jenosîda ziman dibêjin.
Ramdan Tuati; şagirdê Salem Chaker ê ku di zanîngeha La Provence de mamostê zimanê Berberî ye.
Ramdan Tuati 29 salîye û ji Cezayîrê ye. Pisporê zimanê Kabil (Amazir) e. Li Fransa, di Zanîngeha La Provence de li ser beşa ziman mastira xwe çêkirî ye.
Li ser navê „zimanek çawa dikare carek din zindî bibe“(!) têza xwe avêtîye holê û di vî warî de xebatek hêja meşandîye. Mijara xwe jî li ser zimanê Kurdî û Berberî fireh kirîye. Di vî warî de bal kişandîye ser zimanên di bin asîmîlasyonê de.
Ramdan Tuati dibêje: „Qedexekirina zimanekî û jêkirina zimanekî yek tişt e!”
Balê dikişîne ser zimanê Kurdî û eşkere dike: „Zimanekî ku bi milîyonan mirov bikar tînin, ewqes jî hindik li ser xebat hatîye kirin! Ev rewş ji bona zimanzanan eybek mezine.”(!)
„Karên ku li ser qabîleyên daristanên Amazon hatine kirin jî ji xebatên ser kurdî zêdetirin! Li ser zimanê Milletekî 40 milîyon ewqes kêmxebat, eybek mezine ji bona zimanzanan. Ez dikarim bêjim ku ji bona zimanê Kurdî kêmxebata zanistî, îhmalkarîyek mezin e.”
Sebeba neqandina zimanê Kurdî û Berberî ji bona xebata xwe jî wilo dinirxîne:
„Di vî warî de Kurd û B. Mixabin di dîroka nijadperestîyê de karesat pir dişibin hev. Netewên serdest, bi rewşek hovane tên ser netewên bindest û çand, ziman û hêjayîyên wan qedexe dikin. Ji zanistîyê dûr dixin, hebûna wan înkar dikin û dixin bin bandora wendakirinê. Hebûn û serdestîya xwe dimeşînin û bi rewşekî prîmîtîf (nîjadpersetî) hebûna çandên din red dikin, înkar dikin û piçûk dikin.
Ev bandor li ser netewên ku nebûne dewlet û di warê zanistî de kêm îmkanin bêtir derdikeve pêşberî me. Ji ber ku netewek dema ji îmkan û parastinên dewletê mahrûm bin, ji zanistîyê dûrketî bin, şensê wanî ku çand û zimanê xwe biparêzin û bipêş de bibin tineye.
Di vî warî de Ramdan Tuati dibêje:
“Ji bona kujtin û ji hole rakirina zimanekî xeynî ji armanca nîjadperestîyê pêve, ti bandorek erênî di vê armancê de tineye.”
Di vî warî de hinek mînakan dide û dibêje:
“pir welat hene ku bi pirzimanan diaxivin û bi hev re di aşitîyê de dijîn (İsweç), hinek welat jî hene aynî zimanî dipeyivin û di nav şerê navxweyî de ne (Somali)”
Tekez dike ku; “hinik hene dixwazin barbarîya xwe bi navê ‘yekitîya netewî’, van hestên xwe yên nijadperestî li ser me meşrû bikin.”(!)
Di ware dagirkerî û qedexekirina ziman de jî dibêje:
„Dagirkirina axa netew ne bese, zimanê wî jî qedexe dike û zilmdarîya xwe duqat dimeşîne!”
Di warê têza xwe de jî dibêje:
„Min xwest ku pergal û metodên kolonyalîst (mêtînker)an yên li ser van herdû zimanan (Kurdî û Berberî) bidim berhev. Diva bû min ev herdû welatên cûda, Tirkîye û Cezayîr bidana berhev!”
Hêla hevpar a van herdû dewletan eşkere dike ku:
“Pir hêlên wan yên hevpar hene. Di warê jenosîda ziman de her dû dewlet jî kirinên xwe, yasayên çêkirî kirine qanûn. Di bingeha makezagonê de jenosîda zimanên din kirine hedef û bi yasayên bingehîn ji bona ku bigihêjin yekzimanî ev nijadperestî kirine armanc. Di makezagon, yasa û qanûnên xwe de, bê ku wan zimanan bi nav bike,ew zimanên qedexe kirine.”
Di warê asîmîlasyonê de balê dikişîne ser bandora medya serdest jî û dibêje:
„Piştî yasayan pergala din a mezin jî medya netewa serdest e. Di medya serdest de ji xeynî zimanê fermî (serdest), ti zimanên din cîh nagirin. Tenê zimanê serdest bi bandorek mezin belav dikin. Ji bona her zanistîyek piçûk jî divê herkes serî li zimanê serdest (fermî) xîne.”
Hêjaye ku em bêjin, di vir de jî armanc eşkereye. Hin qedexekirina zimanê bindest û teşwîkkirina hînbûna zimanê serdest; di warê çapemenîyê û di warê perwerdê de tên meşandin, xizmetê ji yek meramî re dikin. Ew jî jenosîda ziman bi xwe ye.
Dema em van kirinên dewleta Tirk bînin ber çavên xwe, emê bibînin ku çi bandorek mezin li ser zarok û civanên kurdan çêkirîye. Di dibistanê dewletê de, têsîra vê asîmîlekirinê hîn bibandortir meşandîye û dimeşe.
Ya din jî di, warê çapemenîyê, rojnamegerî, medya û karê çandî de ye. Sînema tirkan bi salan, romana tirkan bi salan, rojnamegerîya tirkan bi salan, medya tirkan, muzîka tirkan bi salan ev kar bi zanistî û bi alîkarîya sîstema dewletê meşandîye. Kurd ji xwe re kirine mijar di varekî qels û bê çand de û bi helwestek asîmîlekirinê hatîye ser kurdan. Bi her haweyî xizmet ji vê jenosîda li ser zimanê Kurdî re kirîye. Di roman û sînema Tirkan de Kurd, her bûne xwedî rolê krîmînal û xizmetkarên şexsîyeta Tirkan û hatine piçûkkirin. Ev siyaseta Kolonyalîst (mêtingehkarî) bi destê hunermend, zana û ronakbîrên tirkan ve hatîye meşandin û têd meşandin.
Ramdan Tuati, cîhên asîmilekirinê jî dihejmêre û dibêje;
„dibistan û bi zimanê serdest belavkirina zanistîyê, Çapemenî, Karmendîya dewletê, Leşkerîya dewletê, guhertina navên cîh û waran, qedexekirina navên bi zimanê bindest” Hemû yek bi yek di warê jenosîda zimanê bindest de xizmetê dikin.
Ji bona ku zimanek wenda nebe jî Ramdan Tuati dibêje:
„Ji bona ku zimanek wenda nebe divê di navbera nesîlên kevin û yên nû de dan û stendina ziman hebe. Divê ev pira navbera wan neyê şikenandin!”
Li henber jenosîda ziman jî zimanzan Ramdan Tuatî dibêje:
„Berî hertiştî divê netew li henber wendakirina zimanê wî bêt hişyarkirin. Divê li henber vê tehlûkê hişyarî bêt çêkirin. Divê di her warî de dewleta serdest çi bixwaze, tersê wê bêt kirin.
Carnan em xwe jibîr dikin ku em aîdî grûbekê ne. Kurdek, ne Tirke, ne Erebe, ne jî Farise. Divê bi helwestek erênî bizanibe ku ew kurd e. Divê dinavbera nivşên kevin û yên nû de ew zincîra dan û stendina zimanê Kurdî bêt çêkirin û parastin.”
Ramdan Tuatî, balê dikişîne ser girîngîya zimanê zikmakî û dibêje:
„Hînbûna zimanê zikmakî ji hînbûna dîrok, matematîk û teorîyên Eînstein girîngtir e!”.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 957
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | kurdist,ru
קבצים הקשורים: 1
פריטים המקושרים: 3
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 17-05-2018 (6 שנה)
ניב: רוסי
סוג המסמך: שפת מקור
ערים: Mardin
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) על 22-03-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( ئاراس ئیلنجاغی ) ב- 23-03-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ئاراس ئیلنجاغی ) על: 22-03-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 957
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.192 KB 22-03-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,107
תמונות 106,571
ספרים 19,301
קבצים הקשורים 97,360
Video 1,394
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.172 2!