הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,996
תמונות 106,682
ספרים 19,298
קבצים הקשורים 97,306
Video 1,392
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Rûpeleke nû di dîroka kurdan de: Di berhemeke latînî ya sala 1679an de Çiyayê Agiriyê wekî welatê kurdan
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rûpeleke nû di dîroka kurdan de: Di berhemeke latînî ya sala 1679an de Çiya...

Rûpeleke nû di dîroka kurdan de: Di berhemeke latînî ya sala 1679an de Çiya...
Rûpeleke nû di dîroka kurdan de: Di berhemeke latînî ya sala 1679an de Çiyayê Agiriyê wekî welatê kurdan
Omitê Mistefê
-Awireke nûjen li dîroknasiya ewropî ya berî Ronesansê: Bikaranîna berhemên latînî wekî çavkaniyên dîroka Kurdistanê ya kevnare-

Pêşek
Îro lêkolînerê kurd Rohat Alakomî li ser hesabekî xwe yê medyaya civakî nûçeyek weşand û rê li ber vê lêkolînê vekir ku sipasdarê cenabê wî me. Alakomî digot ku lêkolînerê fînî Ericus Erici Tigerstedtî sala 1679an tezeke latînî ya bi navê “De inclutis montibus Ararat”1 (Derbarê Çiyayên Navdar ên Araratê de) amade kiriye; xebata wî ya 36 rûpelî hem qala kurdan dike hem jî li ser devera Çiyayê Agiriyê zanyariyên dîrokî û erdnîgariyê dide. Piştî vê nûçeya pîroz ji bo dîroka Kurdistanê, ez li pey nusxeya resen a pirtûkê ketim û min ew peyda kir. Ez ê di vê kurtelêkolînê de qala taybetmendiyên vê tezê bikim û hinek lêgerînên xwe yên berfirehtir lê zêde bikim. Hêvîdar im ku ev berhem di maweyeke herî kurt de bê wergerandin; her wiha hêvîdar im ku berpirsên kurd demildest beşên latînî yên zanîngehên xwe vekin ku dîroka kurdan a di berhemên latînî de bigihêje destê dîroknasên kurd. Bêguman divê kurdên dîrokhez li benda vebûna van zanîngehan nesekinin, demildest hînî latînî bibin û vê beşa tarî ya dîroka kurdan derxine ber ronahiya zanistê.
Li ser kesayeta Ericus Erici Tigerstedtî de çend gotin
Rayedar û zanyarê fînlandî Ericus Erici Tigerstedt (1640-1697) kurê keşîş Erik Fahlander û Magdalena Harmainen e; ji 1650an û pê ve li bajarên Turku û Uppsalayê xwendiye û mastera xwe ya bi navê “De inclutis montibus Ararat” amade kiriye. Di 1666an de wekî dadwerê Dadgeha Temyîzê ya Turkuyê dest bi kar kiriye; di sala 1668an de wekî alîkarê dekanê Fakulteya Felsefeyê ya Akademiya Turkuyê xebitiye û sala 1699an jî bûye sekreterê zanîngehê. Tigerstedt sala 1671ê dibe profesorê zimanên ibranî û yûnanî, sala 1682an dibe profesorê mafnasiyê, di navbera salên 1681-1682an de jî dibe rektorê Akademiya Turkuyê. Li gel hîndekariya xwe ya li zanîngehê, di sala 1685an de bi Dadgeha Temyîzê re dixebite; di sala 1694an de jî wekî waliyê demkî yê Turku û Poriyê kar kiriye. Tigerstedtî bi giştî 16 berhem nivîsandine û piraniya xebatên wî li ser felsefeya giyanpaqijiyê û dadweriyê ne.2
Naveroka berhema wî û lêgerîneke piştrastkirinê li ser zanyariyên wî
Berhema Ericus Erici Tigerstedtî ya bi navê “De inclutis montibus Ararat” (Derbarê Çiyayên Navdar ên Araratê de) bi giştî ji du beşan (36 rûpel) pêk tê; her beş jî bi reqemên romayî hatine parkirin ku beşa yekem li ser 8 paran û beşa duyem jî li ser 10 paran hatiye levakirin.
*Pirtûk di para yekem a beşa yekem de behsa şûnwarê Araratê dike; bi kurtasî dewsa Araratê ya coxrafî di navbera dirêjahiya 79 pileyan û berwariya 41 pileyan de nîşan dide. Tiştê pir balkêş ew e ku nivîskar di sala 1679an de qala bajarekî li qûntara Çiyayên Agiriyê dike ku navê wî bajarokî wekî Çiyagrî (Chiagri) tomar kiriye. Dema ku vî navî bala min kişand, ez li hespê Googleê siwar bûm û min ber bi lêgerînên înternetî kihêlê xwe da ber qamçiyan. Hêviya min ji vê lêgerînê ew bû ku bibînim bê ka kesekî din jî ev nav bi kar aniye yan na û rastî berhemeke sedsala 18an hatim. Min dît ku nivîskar û wergêrê skotlandî, zanyar û bijîjkê nûjdar Dr. Robert Kerr (1757-1813)3 berhemeke bi navê “A General History of Voyages and Travels”4 (Dîrokeke Giştî ya Ger û Geştan) nivîsiye û tê de qala bajarê Chiagri dike ku heman şûnwarê navbihurî ye. Dr. Kerr behsa geşt û gera xwe û qasidê Papayê Vatîkanê yê bi navê Contarini dike ku ji Gurcistanê ber bi Araratê ve tên û bi ser bajarokê Chiagriyê re derbasî Tewrêzê dibin. Tiştê balkêş ew e ku nivîskar bajarê Tewrêzê wekî Ekbatana (Hemedan) û paytextê qiraliyeta Ûzûn Hesenê Aqqoyûnî dide naskirin… (r. 132-133) Wisan e, ji heyama Tigerstedtî (1679) heta çapkirina vê pirtûkê ya sala 1811an bajarê Çiyayê Agiriyê hebûye û şahidê wê zanyariyê jî gerokekî skotlandî û berhema wî ye.
*Di para duyem de Tigerstedt jî mîna Samuel Bochartî qala “gordî”, “kardî” û “kardûxî”yan dike û nîqaşên li ser şûnwarê Araratê şîrove dike.
*Di para sêyem de dibêje ku Ararat li Kordeyeneyê ye ku di navbera welatên Ermenistan, Hezbanistan (Adiabene), Aşûristan û Neynewayê de ye.
*Di para çarem de nivîskar zanyariyên xwe dispêre Samuel Bochartî û hinekên din û dibêje ku Ararat li welatê Kordyeneyê ye; her wiha navên “medî û îlamiyan” (Madai & Elam/Medi & Elymai), “med û parsan” (Madai & Paras) û “Babîl û Kût/Qût”ê (Babel & Cuth) bi hev re dikşîne.
*Di para pêncan de behsa nîqaşên li ser “Kardû, Karda, Korda, Gord û Gordî”yê dike; her wiha van peyvan bi bergindên wan ên erebî re berawird dike.
*Di para heftan de nivîskar zanyariyên xwe dispêre heciyekî fileh ê bi navê D. Leonh Kauroolff û dibêje ku welatê “Kurdên devera Gordya”yê di navbera Medya û Mezopotamyayê de dirêj dibe û digihêje Ermenistanê (Tacco alium recentiorum peregrinantium D. Leonh Kauroolff (c) teftantem, etiam Curdos, feu Gordyaerum provinciam, intra Mediam & Mefopotamiam, Armeniam ufque protendi.).
*Di para yekem a beşa duyem de dîsa dikeve nîqaşeke din; behsa Zeylan/Seylanê, Serendîb û Zeylanê, Kardû û Gordûyê dike.
*Nivîskar hemû mijar û îhtimalan nîqaş dike û di hevoka paşîn a para dehan de (beşa duyem) digihêje wê biryarê ku Ararat li Gordyaya nêzikî Ermenistanê ye.

Serencama vê kurtelêkolînê
Bêguman nezanîna zimanê latînî destûr neda me ku em tevahiya tekstê (36 rûpel) wergerînin kurdî; mijarên ku me qala wan kir, bi alîkariya wergêrê Googleê ketin destê me û ne zanyariyên piştrastkirî ne. Lê belê hebûna ewqas navan û ewqas nîqaşan nirxê pirtûkê girantir dike. Di pêvajoya vê kurtelêkolînê de gihiştim hinek qinaetan û dixwazim wan bi we re pareve bikim:
Bajarokê Çiyayê Agiriyê (Chiagri) yê ku Tigerstedt behsa wê dike, di gernameya Dr. Kerr de jî derbas dibe. Dr. Kerr derbasbûna ji bajarê Çiyayê Agiriyê wiha vedibêje: “Di 29ê mehê de em ji çiyayê Nûhî, ango ji Araratê derbas bûn ku gelekî berz e û tevahiya salê gopîtka wî bi berfê rapêçayî ye. Ji me re wiha hate gotin: piraniya kesên hewl dane ku xwe bigihînin serê vî çiyayî, tu carî nehatiye bihîstin; hin kesên din ên ku ketine nava heman hewldanê, wan di vegera xwe de gotiye ku gihiştina lûtkeyê pir dûredest e. Ji vir û pê de em li deştên berfireh ên li nava çiyayan belavbûyî geriyan û di 30ê Tîrmehê de em gihiştin keleheke bi navê Çiyayê Agiriyê (Chiagri) ku ermenî jî lê dijiyan. Li vî cihî pir nan, mey û goştê qaz-mirîşkan bi dest me ketin; me li vir bêhn veda û piştre em li gel rênasekî nû ber bi Ekbatanayê, ango Tewrêzê (Tauris) bi rê ketin.”5Ji vê zanyariyê xuya dike ku navekî Bazîdê yî din jî Çiyayê Agiriyê bûye ku li vê deverê tenê keleh li wê derê heye; her wiha pir balkêş e ku nivîskar Tewrêzê wekî Ekbatanayê (Hemedan) dide naskirin.
Nivîskarê vê berhemê piştî Samuel Bochartî teza xwe nivîsiye û ji çavkaniyên wî jî sûd wergirtiye; lê wî nîqaş li ser van çavkaniyan daye destpêkirin û piştî leceke dirêj hinek qinaet tercîh kirine.
Di van berhemên dîrokî yên latînî de gelek agehiyên kêrhatî hene ku piştî Ronesansê hatine paşguhkirin û divê dîroknasên kurd wan ji bo ronîkirina dewranek ji dewranên dîroka kurdî bi kar bînin. Dîsîplîna lêkolînê ya nivîskarên latîniyê nê kêmî rêbazên hevçerx in.
Çavkanî:
Ericus Erici Tigerstedt (1679), De Inclutis Montibus Ararat, Aboae : excusa apud viduam Hansonii, typograph. Acad.
Robert Kerr (1811), A General History of Voyages and Travels, George Ramsay and Company, Edinburg.
Nîşeyên tekstê:
1 Ji bo PDFya berhema Ericus Erici Tigerstedtî ya bi navê “De inclutis montibus Ararat” li vir bitikînin: https:.doria.fi/bitstream/handle/10024/50996/fv11714.pdf?sequence=1&isAllowed=y; dema gihiştinê: 04.09.2021; 23:08.
2 Ji bo jînenîgariya Ericus Erici Tigerstedtî li vê girêdankê binêrin: https://fi.wikipedia.org/wiki/Tigerstedt; dema gihiştinê: 04.09.2021; 23:10.
3 Ji bo jînenîgariya Dr. Robert Kerrî li vê girêdankê binêrin:
en.wikipedia.org/wiki/Robert_Kerr_(writer); dema gihiştinê: 04.09.2021; 00:04.
4 Ji bo PDFya berhema Dr. Robert Kerrî ya bi navê “A General History of Voyages and Travels” li vir bitikînin: /books.google.com.tr/books?id=YVjm2VmuOlgC&pg
5 “On the 29th we passed the mountain of Noah, or Ararat, which so lofty that it is covered with snow the whole year. We were told that many who had attempted to reach the top of this mountain had never been more heard of, while others, on making the same attempt, said, on their return, that it was quite inaccessible. From this place forwards we travelled through extensive plains intermixed with hills, and arrived on the 30th of July at a castle named Chiagri, inhabited by Armenians. Finding abundance of bread, wine, and poultry in this place, we rested here for a dat, and then set out with a new guide for Ecbatana or Tauris. Leaving Chiagri towards evening of 1st August, we came next day to an Armenian village at the foot of a mountain, where we had to cross a river boats, and were informed that Uzun Hassan had formerly gained a great victory near this place over the Tartars, having hemmed them into a corner, where their army wasted a way with famine and disease. The ruler of these Tartars, named Sultan Buzech, was made prisoner, and afterwards put to death.” Robert Kerr, A General History of Voyages and Travels, George Ramsay and Company, Edinburg, 1811, c. 2, r. 133.
[1]
Çavkanî: umiddemirhan.wordpress.com
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 1,524
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | krd.riataza.com
קבצים הקשורים: 1
פריטים המקושרים: 22
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) על 19-03-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( ڕۆژگار کەرکووکی ) ב- 19-03-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ڕۆژگار کەرکووکی ) על: 19-03-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 1,524
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.140 KB 19-03-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,996
תמונות 106,682
ספרים 19,298
קבצים הקשורים 97,306
Video 1,392
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.421 2!