Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 518,421
Immagini 105,691
Libri 19,410
File correlati 97,515
Video 1,396
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Îsa Temel - Zerdeşt Îsyan
Gruppo: Martiri | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zerdeşt Îsyan - Îsa Teme

Zerdeşt Îsyan - Îsa Teme
$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Îsa Temel
Nasnav: Zerdeşt Îsyan
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik û Bav: Behîce-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 27-07- 2023 / Botan

$Kurtejiyana şehîd:$
ZERDEŞT ÎSYAN
Xelkê me yê Botanê ku piştî têkoşîna me ya azadiyê destpê kir bi hişmendiya xwe ya welatparêzî ya cewherî partiya me pejirand û ewladên xwe yên hêja tevlî nava refên têkoşînê kir, sekneke mînak a welatparêziyê nîşan da. Li gel êrîşên giran ên dijmin, li gel zext û komkujiyan jî xelkê me yê Botanê di berxwedanê de israr kir, berdêla wê koçkirina ji welatê me Kurdistanê jî be sekna xwe ya bi rûmet parast û di azadiyê de israr kir. Malbata hevrêyê me Zerdeşt jî ji ber zextên giran ên dijmin neçar ma ku koçî yek ji metropolên Tirkiyeyê Edeneyê bike. Ji ber vê yekê hevrêyê me Zerdeşt dûrî welatê me Kurdistanê li Edeneyê ji dayik bû. Çanda xurt a Botanê ji malbata xwe wergirt, tevî ku dûrî Kurdistanê mezin bû jî ti carî ji cewhera xwe qut nebû. Mîna hemû malbatên Kurd ên ji ber zexta dijmin neçar ma ku koç bike, li nava malbateke xizan mezin bû, hîn di zarokatiyê de dest bi kar kir û tevkarî li debara malbata xwe kir. Ji ber vê yekê hevrêyê me ne dûrî rastiya kedê bû, baweriya xwe bi pîrozmendiya nirxên bi kedê hatine afirandin anî. Hevrêyê me Zerdeşt di tevahiya jiyana xwe de bi têgihiştî tevgeriya, her tim bi taybetmendiya xwe ya kedkarî dihate naskirin, bû hevrêyekî bi vî rengî tê naskirin. Hevrêyê me Zerdeşt timî li sedemên koçkirina malbata xwe ya ji Kurdistanê dipirsî, di encama vê yekê de jî rastiya dijmin hîn bêhtir ji nêz ve nas kir û fêhm kir. Ji ber vê yekê li hemberî dewleta Tirk a qirker ku ewqas êş bi gelê me da kişandin bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me Zerdeşt fêhm kir ku jiyana ew di nav de ye jiyana wî nîne, neçarî vê jiyanê hatiye hiştin, kete nava lêgerîna li jiyaneke hîn bi wate. Ji ber ku ji derdora wî tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû, her wiha şerê li Kurdistanê giran bû, vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Zerdeşt kir. Pêkhatina Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya li gel zor û zehmetiyan, bûyîna hêvî ji gelên bindest re, bandor li hevrêyê me Zerdeşt kir. Weke ciwanekî Kurd ji bo karibe metirsiya qirkirinê ji holê rake û têkoşîna me bi azadiyê tacîdar bike, baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê tevlî nava refên berxwedanê bibe.
Hevrêyê me Zerdeşt li ser vê bingehê berê xwe da jiyaneke nû, di sala 2013'an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Zerdeşt ku li nava refên gerîla perwerdeya xwe ya destpêkê wergirt, diyar kir ku bi gerîla re ew gihîştiye jiyana azad û bi wate. Ji ber vê yekê jî bi kelecanî û coş tevlî bû. Hevrêyê me hewl da her kêliyê bi hînbûnê derbas bike, li ser vê bingehê di demeke kurt de xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve perwerde kir. Ji bo karibe bersivê bide pêvajoya şer a giran giranî da ser perwedeya leşkerî, di rêbaz û taktîka gerîla de bû milîtanekî şareza. Di demekê de ku çeteyan êrîşî Şoreşa Azadiyê ya Rojava kirin ku gelê me bi ked û berdêla bi salan şoreş afirand, hevrêyê me di sala 2014'an de derbasî Rojava bû û tevlî gelek pêngavên li dijî çeteyan bû. Hevrêyê me bi wêrekiya xwe ya di van pêngavan de bû hêz û moral ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Zerdeşt di pêvajoya şerê giran de ji aliyê leşkerî ve bû xwedî tecrûbeyên mezin, ji bo van tecrûbeyan bi hevrêyên xwe re parve bike, tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir.
Piştî ku dewleta Tirk di nava sala 2015'an de êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me û tevgera me zêde kir û bi rengekî eşkere şer ragihand, weke milîtanekî Apoyî hevrêyê me Zerdeşt hîn bêhtir bi hêrs bû. Weke milîtanekî ti carî ji bîr nekir ku wezîfeya wî parastina gelê xwe ye, bi vê armancê berê xwe da Dersimê. Lê belê hevrêyê me bi rengekî bêşens dîl kete destê dijmin û nêzî salekê li zindanên mêtingeriyê ma. Hevrêyê me Zerdeşt li zindanê kevneşopiya berxwedanê ya partiya me ji xwe re kir esas, bi îrade û baweriyeke mezin li dijî her cûre êrîşên dijmin li ber xwe da.
Sala 2016'an piştî ku ji zindanê derket careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li qada Heftanînê tevlî kar bû. Li vê derê di serî de karên teknîkî û binesaziyê gelek kar kir, bi rêbaza xwe ya kar a bi tempo û encamwergirtî ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Zerdeşt ku li Heftanînê 2 salan kar kir û li wê derê bi taybetmendiya xwe ya kedkarî dihate naskirin, ji bo karibe xwe ji aliyê îdeolojîk ve şareza bike û ji wezîfeyên dema nû re amade bike li Akademiya Şehîd Îbrahîm tevlî perwerdeyê bû. Hevrêyê me Zerdeşt armanca xwe ya tevlîbûna li perwerdeyê weke şarezebûna ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ya di çarçoveya karên jinûve avakirina gerîla pênase kir û bi rengekî serketî bi cih anî. Di pêvajoya perwerdeyê de bi vê têgihişt û armancê tevgeriya. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de ji bo îdeolojiya Rêbertî fêhm bike, têbigihêje û bike bingeha jiyana xwe, xwe kûr kir, bi heman armancê rexneyên hevrêyên xwe jî bi rengekî têgihiştî pêşwazî kir û bû xwedî tevlîbûneke xurt. Bi hêz û morala ji perwerdeyê wergirtî tevlî karên teknîkê bû, li vê qadê xwe kir pispor, ji aliyê pêşvebirina teknîka gerîla ve kedeke mezin da.[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 388
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/ - 08-09-2023
Articoli collegati: 2
Date & eventi
Martiri
Gruppo: Martiri
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Cause of death: No specified T4 645
Dialetto: Curdo - Badini
Military rank: No specified T4 708
Nazione: Kurd
No specified T3 81: Nord Kurdistan
No specified T3 85: Turchia
Persone di tipo: Military
Sesso: Maschio
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ئەڤین تەیفوور ) su 08-09-2023
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 08-09-2023
Questa voce recentemente aggiornato da ( سارا ک ) in: 08-09-2023
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 388
Attached files - Version
Tipo Version Nome Editor
file di foto 1.0.154 KB 08-09-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 518,421
Immagini 105,691
Libri 19,410
File correlati 97,515
Video 1,396
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Folders
Biblioteca - Provincia - Fuori Biblioteca - Dialetto - Italiano Biblioteca - Libro - Curdo emissione Biblioteca - PDF - Articoli - Libro - Curdo emissione Articoli - Tipo di documento - Lingua originale Articoli - Dialetto - Italiano Biblioteca - Publication Type - Biblioteca - PDF - Articoli - Libro - Storia

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 2.25 secondo (s)!