=KTML_Bold=9 SEDSALÊN TÊKILÎYÊN KURD Û TIRKAN BERÎYA LOZANÊ=KTML_End=
HISÊN CIMO
Heger em hewl bidin rûpela yekem ji têkilîyên kurd û tirkan binivîsin, wê destpêk ji şerê Melazkert (Menazkert bi zimanê kurdî û di dîroka ereban da Melazkurd) a sala 1071'an be. Her wiha rûpela dawî jî, bi şoreşa 1925'an bi fermandarîya Şêx Seîdê Pîran bi dawî dibe, ku ev jî bûyereka ji şaxên encamên Hevpeymana Lozanê ya sala 1923'yan e.
Di navbera van herdu bûyeran da, têkilî çûn û hatin, geş bûn û xerab bûn, lê ew li ser bingehên xurt ên têkoşîna hevbeş ma. Her wiha, dema ku binpêkirin û pevçûn çêdibûn, têkçûna alîyekî ne dihat wateya qirkirina nifûsan, an jî têkbirina hebûna civakî ya din.
Ev hevkêşe heta di şertûmercên ku dîyar dibû ku têkilî di alozîyeka kujer da ne berdewam kir, wekî ku di şoreşa Şêx Ubeydulah El-Nehîr da a ku di sala 1880yî da çêbûye, an jî berîya wê serîhildana Bedirxan Beg sala 1848'an. Di encamê da, piştî têkçûnan lihevhatin çêdibûn û pêvajoyeka nû ya têkilîyên hevbeş, dest pê dikir.
Ji 24-07-1923'yan ve, bandorên Melazkert û hevalbendîya dijwar a girîng di navbera herdu alîyan da bi dawî bû, nexasim di nîvê pêşîn ê serdema Împeratorîya Osmanî da. Ji ber ku Lozanê, bi temamî kesayet û civaka Kurdistanê ji holê rakir, her wiha mîrasa dîroka hevbeş a gelên herêmê ji dema erdheja demografî û siyasî ya ku bi derketina tirkan li Rojhilata Navîn çêbû, bi dawî kir.
Hatina tirkan a li paytexta Kurdistanê sala 1042'yan, ezmûnek bû ji bo gelên Kurdistan û Ermenistanê ku ji dema şerên îslamê yên destpêkê di xîlafeta Umer Bin Xetab da, nedîtibûn. Ji ber ku belavbûna selçûqîyên tirk bi awayekî civakî tevdigerîya; di vê çarçoveyê da bi hezaran malbat bi leşkeran ra di cihê mayîna aram da diman, da ku bingehê miletekî nû çêkin.
Mîrnişîna Merwanîyan a bi pêşengtîya kurdan (982-1086) bihêztirîn hebûneka hakim li herêma Kurdistanê û hin beşên Ermenistan û Azerbîcanê bû, her wiha tu tirk negihîşte wê axê. Di nava çend salan da, paytexta mîrnişînê Meyafariqîn yekemîn car bi dehhezaran siwar rastî êrîşa dagîrkerîyê ji alîyê seçûqîyan ve di sala 1042'yan da hat. Dîroknasê dewleta Merwanîyan Ibn Ezreq ku di jîyana wî da gelek mîr di ser wî ra derbas bûne, li ser vê hewldanê got: “Ev yekemîn car e ku tirk li vî welatî derketin û xelkê berîya niha ew nedîtibûn. (Dîroka Meyafariqînê-r.161)
Dema ku şerê Melazkertê (Melazkurd) yê sala 1071'ê nêz bû, sultanê selçuqî Alb Arselan berîya ku biçe şer, serdana Amedê kir û bi mîrê dewleta Merwanîyan ra hevpeymanek îmze kir. Ibn Ezreq di “Dîroka Meyafariqînê” da behsa bendên lihevkirinê nekirin, wî pirtûka xwe dema ku dewleta Merwanîyan bi dawî bû û selçûqî bûne serwerên Kurdistanê, nivîsand.
=KTML_Bold=Lihevkirina bi selçûqîyan ra: Mayîn li beramberî serwerîyê=KTML_End=
Berfirehbûna dewleta Selçûqiyan di sala 1092'an da di asta xwe ya herî bilind da
Mirov dikare hevkarîya kurdan a bi selçûqîyan ra di çarçoveya neçarî ya ji bo herdu alîyan pênase bike, nexasim ji bo alîyê kurdan, ne ku bibin girêdayî birêveberîyeka nû. Xwezaya herdu çînên hakim kurd û tirk, nasnameya her yekî ji wan di demeka nêz da di hevdîtina merwanî-selçûqî da dîyar kir, ew jî ku çîna kurdan a desthildar hewl neda ku li dervayî cografîya kurd û ermenan berfireh bibin. Ev yek jî ji alîyê piranîya dîroknasên ku li ser vê serdemê dixebitin nehate çareserkirin, an jî bi zanebûn ev yek paşguhkirin, ji ber sedemên girêdayî vegotina neteweyî ya yekalî ya dîrokî ku di destpêka sedsala 20'î da, belav bû. Berovajî hemû mîrnişînên “sînorkirî” ên îslamî, dewleta merwanîyan ne wekî hebûneka cîhadîst bû û xwe spart rola erkdar a aramkirina alozîya di navbera îslam û xirîstîyantîyê da bi rêya avakirina têkilîyên pozîtîf bi Împeratorîya Romanîya rojhilat ji bo xelîfeyê ebasî li Bexdadê.
Balkêş e ku di vê dîrokê da, ango nêzî sala 1000î, dîroknasê ermen Asogîk ku xwe spart çavkanîyên ermenî û îslamî, bal kişand ser mijareka balkêş ku dibe ji bo vegotina giştî ya serwer wekî şok be û got “xelkê misliman dijminê mîrê merwanîyan bûn. Li ser vî esasî, mîrê kurdan hemû komên opozîsyonê yên misliman têk birin û ew sirgûn kirin û ermen û suryan bi awayekî sereke hîştin.” (Arshak Boladian – Kurd di serdema xîlafeta ebasîyan da). Encama vê yekê, ji ber dijmanatîya di navbera hemdanîyên ereb desthildarên Mûsil û Helebê û merwanîyan da, ku her carê çêdibû lê ev dijminatî bi xwîn bû. Ji wan bûyeran, Nesir El-Dewla Bin Merwan, dema ku bi awayekî komî niştecihên girêdayî mîrê hemedanî li Meyafariqînê kuştin (Binêre: Dîroka Meyafariqînê)
Arshak Boladian ji dîroknasên ermen û yên musliman ên wekî Ibin El-Esîr şahidî kom kirin, da ku destekê bide encama ku gihaştiye, ew jî ku mîrnişînîya Merwanîyan a kurdan girêdayî Împeratorîya Bîzansê bû, nexasim di serdema mîrê navdar Nesir El-Dewla Ibn Merwan ku 50 salî li ser desthildarîyê ma. Her wiha, berîya wê jî di sala 1000î da, împeratorê Bîzansê Basil Tanî lihevkirin bi Mumehed El-Dewla El-Merwanî ra îmze kir û nasnavekî taybet ku berê tu hakimê misliam ji împeratorê xiristîyanî wernegirtine, da wî û ew bernavek “Maxitrus” û “Doqê Rojhilat” bû. (Arshak Boladian – kurd di serdema Xîlafeta Ebasî da – r.201)
Lewra, kurdên ku wekî misliman li ser dika dîrokê ji destpêka sedsala 11'an da derketin, ne bi armanca îdyolojîya “Fetih” û berfirehkirinê bû, berovajî Selçûqîyan bûn ku li axeka nû digerîyan da ku desthildarîyê li ser bikin û tê da bijîn. Ji ber vê yekê, selçûqî di xweza xwe da xwedî meylên berfirehbûnê ne û di encamê da hizira cîhadî ya li dij xiristîyanan li gorî selçûqîyan bû.
Piştî ku kurd bi selçûqîyan ra li dij Bîzansê bi ser ketin, girîngtirîn erkên xwe yên berdewamîya padîşahê xwe winda kirin, ku ew jî berpirsyartîya parastina yek ji herî deverên metirsîdar ên şer di navbera mislimanan û Bîzansê da, rakirin.
gorî analîza rêberê PKKyê Ebdulah Ocalan, hevdîtina kurd û tirkan li Melazkertê, ji bo vekirina korîdorekê li pêşîya qebîleyên tirkan da ku ber bi Anadolîyayê ve bi rêya Erzirom û bakurê Amedê ve biçin, li beramberî wê jî ku qebîleyên rikan li axa kurdan û cîranên wan ên ermenan bi cih nebin. (Binêre: Ocalan-Doza kurdî û çareserîya neteweya demokratîk-r.107)
Kurdan hewl da ku bi berfirehbûna tirkan ra ya li ser axa xwe werin, bi hev ra şerê Melazkertê yê efsaneyî meşandin. Di rastî û encamê da, wekî rêyeka nû bû ku merwanîyan texmîn dikirin ku wê ji erdheja civakî ya tirkan xelas bibin ku li pêşîya wan rojhilatê ebasîyan bi giştî ji Xewarizim heta Xezayê têk çûn. Ji ber têkçûna Bîzansê di şerê Melazkertê da, li şûna bicihbûna tirkan li Kurdistanê, rê li pêşîya qebîleyên tirkan ber bi Anadolyayê ve kir. Tevî qurbanîya merwanîyan ku “qurbanîya bi serwerîyê li şûna mayînê”, xelasbûna ji bicihbûna tirkan li Kurdistan û Ermenistanê pêk nehat, heta piştî sedsalekê dema ku Selahedîn Eyûbî şerekî giran li dij selçûqîyan li tevahîya welatê kurdan, pêk anî. Tevî ku xanedanên tirkî ên wekî “artûqî”, li bajarên kurdan ên wekî Mêrdînê serwer bûn, lê di dawîyê da ketin bin birêveberîya Eyûbîyê û di alîyê civakî da kûr nebûn, bi gotineka din: Xanedanên bê civak.
Tevî vê yekê jî, hevkarîya Melazkertê di navbera herdu çînên desthildar da ango kurd û tirkan, bihevrejîyankirineka demdirêj ava nekir. Heta sala 1086an, dîroka têkçûna Dewleta Merwanîyan, kurd ji bo parastina îzolasyona xwe ji derdorên aloz pere dan. Lê selçûqîyan derbeyeka giran li wan xist ku dawîya wan anî ji ber cîrantîya herdu hêzan; a yekê berfirehbûn-cîhadîst û a duyem jî îzolasyon û pala xwe dide xwe tenê.
Ibn El-Ezreq di dîroka Meyafariqînê da, behsa hin şiroveyên girîng ku tu çavkanîyên din, behsê nekiribûn, dike. Di vê çarçoveyê da, werzîrê farisî yê navdar, Nîzam Melek ji şahê xwe Melikşah ra axivî ku îşaret bi welatê Bin Merwan dike û dibêje: “Ew welat vala bû û tê da pere wek axê ne.” Her wiha di sala 1086an da, Melikşah dest danî ser hemû mîrnişîneyên kurdan û ji mîrê kurdan Nasir EL-Dewla pirs kir ku beramberî windakirina serwerîyê li ser welatê xwe, çi dixwaze, Nasir El-Dewla bi hevoka xwe ya binavûdeng wiha bersivê dide: “Xencerek bikeve sînga min û di pişta min ra derkeve” (Dîroka Meyafariqînê-r.213).
Di heman demê da, zanyar Mihemed Emîn Zekî di pirûka “Kurtedîroka kurd û Kurdistanê” da, bi awayekî kurt tîne ziman ku piştî şerê Melazkertê “hemû welatên ermenî û Kurdistan hêdî hêdî kete bin desthildarîya Alb Arslanê selçûqî. Bi vî awayî hemû hikûmet û mîrnişînên kurdan ku di wê demê da hebûn ji holê rabûn û hemû ketin bin desthildarîya sultanê selçûqîyan.” (r.213)
=KTML_Bold=Berfirehbûna Dewleta Merwanîyan di asta xwe ya herî bilind da=KTML_End=
Girêdana beşdarbûna kurdan di şer da ji bo vekirina korîdorekî ji bo derbaskirina selçûqîyan ber bi rojava ve, di pirtûkên tirkan da bi awayekî nerasterast tê gotin, ji wan Yilmaz Oztuna nivîskarê Ansîklopedîya Împeratorîya Osmanî ku dibêje piştî şer sultan “Silêman Şah” Antakya sala 1084an ji Bîzansê stand “û bi sedhezaran tirk ji rojhlat anî û li Anadolyayê bi cih bûn, destpêkê ji bajaran dest pê kirin” (Dewleta Osmanî-beşê yekê- r. 68).
Bi vî awayê serdest ji hêla selçûqîyan a bi ser merwanîyan da, kurd di cihê xwe da man hema bibêje wekî niha, lê qebîleyên tirkan bi sed kîlometreyan ber bi rojava ve çûn, lê ne bê berdêl. Tevî vê lihevhatina stratejîk, Dewleta Merwanîyan ji qebîleyên tirkan rizgar nebûn û samanên mîrên kurdan birin ji sultanê selçûqî ra. Di heman demê da, serîhildana kurd û ereban a piştî kuştina Nîzam Melek û mirina Melikşah li dij desthildarîya selçûqîyan bi bin ket û bi awayekî mezin destdirêjî li jinan hate kirin û jin sebî kirin, ku Ibn El-Qelansî di ansîklopedîya “Dîroka Şamê” da di bûyerên sala 485 û 486'an hicrî, ango 1092 û 1093'an Z, tîne ziman.
Ji ber ku herikîna milet ji rojhilat ber bi rojava ve ranewestîya, guhartineka nifûsê li herêmê ji ber bandora êrişên tirkan da çêbû. Di vê çarçoveyê da, beşek ji kurdan ji Kurdistan û Azrebîcanê derbasî welatê Şamê bûn. Di heman demê da, êrîşa selçûqîyan hebûna ereban li bakurê herêma Cizîrê û Mûsilê tune kir û dewleta El-Eqîlîyîn a ereban bi rûxandina kurdên merwanî bidawî bû, her wiha enîya liberxwedanê a kurd û ereban a hevbeş ji bo rawestandina herikîna leşkerî ya tirkan ku ji ber berdewamkirina herikîna milet û hilweşandina çavkanîyên debara jîyanê li rojhilat û naverasta Asyayê, têk çû. Ev jî hîpotezek e ku tu lêkolînên dîrokî li ser nehatine kirin.
Tevî kurd û ereban windahîyên mezin dîtin, lê ev serdema çarenûsî bi vê lihevkirinê derbas bû, ango vekirina korîdorekê ji bo tirkan ku ber bi rojava ve biçin, li şûna li axa kurd û ereban bi cih bibin, lê ev yek ne ku yekser û bê qurbanî çêbû. Bi saya siyaseta merwanîyan û kurdan, bi nûhatîyan (selçûqî) ra neketin şerekî çarenûsî, ji ber ku eger kurd têk çûn, wê axa xwe winda bikin, lê eger ku tirk têk çûn, wê tenê rêyên hespên xwe biguhirin û mijar bi dawî dibe. Lewra, çi şerekî çarenûsî, tê wateya tunekirina alîyekî, wekî ku çawa bi dewleta xwedî gîyanên erebî di serdema ebasîyan da çêbû, ew jî mîrnişîna Benî Eqîl li Mûsil û Cizîrê, ku di warê leşkerî û civakî di şerê çarenûsî bi Selçûqîyan ra, têk çûn.
=KTML_Bold=Serdema eyûbîyan: Şerên kurd û tirkan=KTML_End=
=KTML_Bold=Dewleta Eyûbî sala 1193. Z=KTML_End=
Têkilîyên kurd û tirkan di serdema eyûbîyan da ber bi karakterekî dijberî yê metirîdar ve çû, di nav da pevçûnên civakî yên berfireh bûn û artêşê ji bo çareserkirinê destwerdan kir.
Dema ku Selahdîn Eyûbî desthildarî li Misirê sala 1174'an bi dest xist, welatê kurdan di bin desthildarîya qebîleyên tirkumen da bû. Bi belavbûna eyûbîyan li Welatê Şamê û Cizîrê, şerên giran bi bermahîyên xanedanên tirkî rû dan ku du salan dirêj kir, her wiha ji ber van şeran herdu alîyan zirarên mezin dîtin û bi awayekî demkî bi armanca yekbûna li dij xaçeperestan rawestîya. Lê şerên tirk û kurdan careka din rû da “heta ku kurd ji hin welatên Sûrîyayê, Kîlîkya û Edenayê hatin derxistin” (Mihemed Emîn Zekî-Dîroka Kurd û Kurdistanê-r.222)
Tabloya Selahedîn ya serketî ku ji alîyê Gustave Dore ve hate xêzkirin
Yekemîn bibîrxitina şerên tirk û kurdan di serdema eyûbî da, di beşê 10an ê pirtûka “El-Kamil fî El-Tarîx” ya Ibn El-Esîr da, di bûyerên sala 581ê hicrî (1185 Z) da, di bin sernavê “Bîranîna fitneya di navbera Tirkumen û kurdan li welatê Cizîr û Mûsilê”(r.11) hate kirin. Tê da bi awayekî hûrgulî li ser sedema nakokîya civakî hate kirin, dema ku komek ji kurdan êrîşî daweteka tirkumenan kir û di encamê da şer li tevahîya welatê kurdan rû da.
“Tê da fitne di navbera tirkumen û kurdan li Mûsil, Cizîr, Şarezûr, Azrebîcan û Şamê da hate destpêkirin. Tê da hejmareka ku nayê hijmartin mirov hatine kuştin û şer çend salan berdewam kir. Rê hatin girtin, xwîn hate rijandin û pere hatin dizîn.”
Piştî wê bi salekê Şems El-Dîn El-Zehebî di Ansîklopediya “Dîroka Îslamê” da dibêje:
“Di van rojan da, nakokî li Dîyarbekir û Cizîrê di navebra kurd û tirkumenan da zêde bû¬.” (beşê 41-r.14)
Ev bûyerên bi xwîn ku di dilê welatê dîrokî yê kurdan da rû daye, dîyar dike ku qebîleyên tirk li hemû quncikên welatê kurdan bi cih bûne. Ibn El-Esîr ku bê guman di pirtûka xwe da alîgirê zenkîyîyan li dij eyûbîyan e, tenê vê bihaneyê ji bo şerê kurd û tirkumenan ê sala 1185an tîne ziman. Lê di heman salê da, Selahedîn erê kirin ku bi Atabeg Îzedîn ra lihev were ku di bin desthildarîya zinkîyîyan da bûn, lê balkêş e ku lihevhatinê hişt ku Mûsil di destê Atabeg da bimîne, lê divê Selahedîn tevahîya herêmên piştî Mûsilê ku hemû kurdî ne bi dest bixe, ew jî Şarezûr, wîlayeta Qerebalîyê (navçeyên Kerkûkê) û piştî Zapê, her wiha li ser minberên wî xîtabî wî bikin û navê wî li ser rê bixe.
=KTML_Bold=Neqşkirina wêneyê Selahedîn li ser pereyên islamî ya Eyûbî=KTML_End=
=KTML_Bold=Memalîk: Tasfîyekirina arîstokratîya kurdî=KTML_End=
Di beşa 47'an ji Dîroka Îslamê ya Zêrîn, behsa bûyerên li peyî hev ên ku memalîkan desthildarî ji eyûbîyan standiye û komkujîyên ku memalîkan derheqê mîrên kurdan li Misir û Şamê kirine, tê kirin. Ev yek tasfîyekirineka giştî ya arîstokratîya desthildar a kurdan bû, lê kes nêzî beşa fermandarîyê ya qebîleyê nebû û di xebatên leşkerî yên memlûkîyan da li beramberî hevkêşeka nû ya serwerîyeka herêmî, erkên xwe berdewam kirin. Nexasim ku civaka kurd ji ber şerê eyûbîyan ê dûrî axa kurdan bi xwînrijandina demdirêj westîyan. Her wiha, bi dawîbûna pêvajoya eyûbîyan, bajarên kurdan li ser hevkêşîyekê man ku heta roja îro bandora xwe heye. Rast e ku ev herêm ji bicihbûna tirkan rizgar bûn, lê bi awayekî temam ji destê tirkan nehate rizgarkirin.
Berovajî hemû dewlet û mîrnişînên kurdan, xanedana eyûbî tenê sînorê kurdan derbas kir. Ev bûyer yekemîn car li ser asta kurdî ji dewleta Mîtanî-Horî 1500 berîya zayînê, ku tê nivîsandin. Lê berfirehbûneka bi kêşe bû, berovajî bû ji Misir û Şamê dest pê bû û piştra ber bi welatê kurdan ve çû.
Dewleta Memalîkan bi êrîşên domdar ên li ser mîrnişînên tirkumen li Anadolyayê û bakurê Helebê mijûl bû. Lewra, dema aramîya beşî ya kurdan bû, ên ku para xwe ya hevsengîyê ji hêza leşkerî ya memlûkîyan parastin (Lêvegera pirtûka Mihemed Ebdulah Salim El-Emayîr,“Kurd di sîstema leşkerî ya memlûkîyan da”). Her wiha, êdî serwerîyeka kurdan li ser herêmên berfireh ên ku tirkumen li Helebê û alîyên wê yên bakur bi cih bûne, çêbû. Bi vî awayî, biserxwebûna kurdan a qebîle û leşkerî li ser lingê xwe man heta derketina osmanîyan li ser dikeya dîrokî û kurd bûne beşekî girîng ji berfirehbûna osmanîyan ber bi rojhilat û başûr ve û bûne sedema serkeftina osmanîyan a dijî mîrnişînên tirkumen ên hevrik.
=KTML_Bold=Osmanî: Hevalbendîya împeratorî û qebîleyê=KTML_End=
Li muzexaneya Gel Stone ya li Îsfehanê tabloyeka ku şerê Çaldîranê nîşan dide
Ji dema ku selçûqî derbasî Rojhilata Navîn bûn û bi derketina Dewleta Osmanî, herêm ji Xoresanê heta Anadolyayê ket nava şerekî navxweyî yê dijwar, piranîya wan şeran di navbera qebîleyên tirkan da bû ku pirsgirêkên xwe yên Asyayî derbasî herêmên nû ku tê da bi cih bûne li welatê Şamê, Iraq, Kurdistan û Anadolyayê. Ev şerên navxweyî yên tirkî li ser dirêjahîya herêmê berdewam kir, ku jê hêzên serwer ên wê demê derketin û di naveroka xwe ya împeratorî da sê mîrnişîn hewandin; du ji nîjada tirkan bû ew jî sefewî û osmanî û ya sêyem tevlihev bû, tirk û kafkas bûn, ku Memalîkan nûnertîya wan li Misir, Şam û Hîcazê dikir.
Nasnameya sefewî balkêş e, ji ber ku serekî wê vedigere kurdan û di heman demê da vedigere kesên ku bûne tirk û artêşek ku tirkumenên Qizilbaşê tê da sereke ne û kesên normal piranîya wan faris in.
Di serdema sefewîyan da, tirkirina Azrebîcanê ku berdewam kir, ku ji bo gelên kevnar ên Kafkas û Îranê şaristanîyek bû û bû cihekî mezin ji bo qebîleya Qere Qwinlu(berxê reş) ku hêzeka sereke ya leşkerî ya sefewîyan bû.
Li alîyê din, sultanê osmanî Selîmê Yekem, bi navê sina li rojhilat hêzek ku ji qebîleyên tirkan pêk dihat, ava dikir. Lê hêza wî têrê nedikir ku serkeftineka mezin û bibe nuqteyeka guhartinê di dîroka herêmê da çêbike, lewra ev serkeftin pêk nedihat, eger hebûna kurdan li kêleka xwe misoger neke.
Kurdan di Selîmê Yekem da, piştgireyeka tirk li dij qebîleya tirkî a desthildar li Kurdistanê Aq Qwinlu (berxê spî-sina) û Qere Qwinlu (şîa) ku tevahîya Kurdistanê serwer kiribûn didîtin. Her wiha mîrê Aq Qwinlu Hesen El-Tewîl xwedî armancên împeratorîyê bû.
Di hîn pêvajoyên dîrokê da, gihaştina pişt Asyaya navîn bi rêya Deryaya Reş ji bo bazirgan û ewropayîyan herî bi ewle bû, ev yek jî ji bo hin stasyonên bazirganîyê li rojhilatê Deryaya Spî bextreşî bû. Di vê çarçoveyê da, herêma ji Ermenîstanê bigire heta Kurdistan û bakurê Welatê Şamê, bû çol û di nava hejartîyê da ma. Her wiha, ev rewşa Anadolyayê jî bû, ku di pêvajoyên kurt da bi awayekî dijwar, veguherî “artêşên bêcivak” ku bandoreka mezin a derengxistina bicihbûna gelên nûhatî, wekî qebîleyên tirkan li bajaran û heta demeka dirêj bûne gelên bi tevahî leşker. Dibe ku ev yek bû sedema pozîtîf ku niştecihên resen di bajar û gundên çandinîyê da yên windayî li Anadolyayê bê qerebalixa zêde ji kesên nûhatî. Lewra, taybetmendîya koçerî an jî nemayîna li bajaran, bû taybetmendîyeka ku bi qebîleyên tirkan ra û heta demeka dirêj ma.
Qebîleya Aq Qwinlu a tirkumenî ji sala (1469-1502) destilatdarî kir û hin taybetmendî dane bazirganên îtal ên ji Venedîkê li Dîyarbekirê, bêyî ku bajaran ji bo niştecihên xwe yên tirkumen ava bike. Her wiha, venedîkî li Dîyarbekirê paytexta xwe ya dîrokî ya xurt Amed wekî çena rojhilat ya penseyê ji bo dorpêçkirina berfirehbûna osmanî ya destpêkê didît. Di heman demê da, têkilî aloz bûn û herdu alî ketin nava gelek şeran piştî ku Mihemed Fatih dest danî ser Konstantînopolîsê sala 1453'yan. Lewra Venedîkê bi Uzun Hesen ra hevkarîyek ava kir, ku bi hêz bû û di demeka kurt da, xanedanên wî hatin rûxandin.
Li gorî Ekmel El-Dîn Ihsan Oglu di pirtûka wî ya “Dewleta Osmanî” da, Uzun Hesen (Hesen El-Tewîl) xwe wekî “Teymûrlengê Duyem” didît û xeyal dikir ku mîrnişînên tirkumen bi paytexta wan Dîyarbekirê ve bike yek, ango xwedî nêrîneka wiha bûn ku di siberojê da bicihbûnekê çêbike ku Amed bibe paytexta tirkumenan.
Şerê Çaldîranê yê di navbera osmanî û sefewîyan da sala 1514'an, derfetek bû ji bo avakirina têkilîyeka nû ya kurd û tirkan, ku alozîyên ji dema selçûqîyan û yên li pey wan, derbas bikin. Li beramberî wê jî, ev yek derfetek bû ji bo Benî Osman ji serêşîya ku qebîleyên tirkumen ên bedewî ji wî ra çêkirin ên ku rêgeza dewleta împerator bi xwe red dikirin, xelas bibe. Di vê çarçoveyê da, “Selîmê Yekem” kurd li dij sefewîyan xurt kir û hêza wan li dij tirkumenên ku ew kesên ku nedihate hezkirin heta damezrandina komara Tirkîyayê, ji ber ku red kirin bibin alîgirên wî, bi têgihaştina împeratorî.
Berîya şerê Çaldîranê ku hêvîyên sefewîyan ên ku çemê Firatê bikin sînorê rojava bi dewleta roman (osmanî) têk birin, şêx û zanyarê kurd ê navdar Idrîs Bedlîsî ji alîyê sultan Selîm ve hate erkdarkirin ku rewşê li Kurdistana parçebûyî û bi nakok di navbera mîrên wê da sererast bike. Bedlîsî ew kirin yek û bi sîstemeka birêveberî ya taybet ew qani kirin, ku desthildarî bi mîratî be. Her wiha, nûnerê sultan Bedlîsî têkilî di navbera mîrnişînên kurdan û Seleteneya Osmanî da, bi hevpeymaneka nivîskî ya xwerêveberîyê ku tê da 46 mîrên kurdan, ji wan 12 bi navê Xan (Şerefxan Bedlîsî-Şerefname) cih digirin, birêxistin kir.
=KTML_Bold=Li bara vê mijarê, geştgerê osmanî Olîya Çelebî di nîveka sedsala 17an da, wiha nivîsand:=KTML_End=
Ev 12 hikûmetên ji dema qanûna sultan Selîm ve, ne erkdar dikin û ne jî kesî ji kar derdixin, ew û nevîyên wan ji alîyên wezîran û bi fermana sultan têne birêvebirin û fermana sultan derbarê vê mijarê da ji wan ra tê şandin. Her wiha, niştecihên wan wîlayetan kesê hakim navê wî dikin Xan. Şukir ji xwedê ra, ez 7 salan li Kurdistanê ya xwedî axa kevirî gerîyam û derbarê Kurdistanê da tiştên min bi belge kirin di pirtûkeka taybet da nivîsand û eger ne ji hebûna Kurdistanê wekî bendaveka di navbera malbata osman û farisan da ba, ji bo osman aramî ne pêkan bû, ji ber ku faris dijminekî kevnar û wêrek e.
Ji ber qederê helwesta kurdan, sultan Selîm ji mîrên kurdan ra “15 al û 500 cilên sultanî yên herî giranbuha” rêkirin (kurtedîroka kurdan-r.249)
Di vê çarçoveyê da, Kurdistan careka din bi awayekî lezgîn qada hevdîtinan artêşên herêmî. Heta sala 1550î, bajarên kurdan li ser destê van herdu hêzan rastî wêrankirina giştî hat û her yek ji wan dest danî ser axa ku kurd tê da gelek in.
Di pêvajoya ji sala 1514'an heta dawîya serdema Silêman Qanûnî sala 1566'an da, kurd rastî cezayên beşî hatin ku li dij hin mîrên kurdan ev ceza hatin pêkanîn. Lihevkirina giştî ya kurd û tirkan di Çaldîranê da, dengvedaneka wê di salên desthildarîyê yê Qanûnî da hebû, tevî ku wî lihevkirin binpê kir dema ku mîrekî kurdan ji kar derxist û li şûna wî kesekî ne mîrata wî li Bedlîsê erkdar kir. Lê dema ku Muradê Sêyem desthildarî di sala 1574'an da bi dest xist,“peymana aşitîyê” ya rizîyayî bi awayekî dijwar hejîya. Lewra, welatê kurdan sal bi sal, bi awayekî domdar bû armanca êrîşên sefewîyan û ev yek nedihîşt ku avakirin ji ber hemleyên leşkerî yên li peyî hev çêbibe û hejmareka mezin a kurdan di her hemleyekê da hatin kuştin. Dewletê jî di parastina Kurdistanê li hemberî sefewîyan xwe ji berpirsîyartîya xwe da alî, ji ber ku xweparastin berpirsyartîya kurdan bû, ji bilî rewşên ku sultan pêwîst dibîne ku destwerdanê bike. Bi vî awayî, mîrên kurdan temenê biserxwebûna xwe ya ku ji wan ra hatiye pêşkêşkirin, li beramberî artêşekê ku di hemû waran da ji kurdan bihêztir in, dan.
Her wiha, ji bilî vê yekê jî, lihevkirina aşitî ya kurd û osmanîyan bi awayekî tundî rê li pêşîya geşbûna çi mîrnişîneka kurdan a navendî ji bo birêvebirina mijarên parastin û birêveberîyê girtibû û sînorên mîrnişînan ên serbixwe wekî xwe man “berfireh nedibûn û nedibûne yek” di bin alekê da, ne ala malbata Osman.
Jîrbûnek heye ku pêwîst e were lêkolînkirin û şopandin, ku armanc jê bandorên alîyên olî li ser birêveberên kurdan di pêvajoya şerê osmanî û sefewîyan da, zêde mezin kirine û kurd jî xwe dane alîyê dewleta mezhebê sinî (osmanî) ji ber bandora meyla mezhebî. Di rastîyê da, bûyerên ku di “Şerefname”yê da hatin nivîsandin ku ew jî giringtirîn çavkanîyên dîrokan kurdan e, nîşan nade ku kurdan biryarên xwe ji ber mezhebên sinî an jî şîî girtine, lê tiştên ku di lêkolînên nûjen da hatiye nivîsandin, bi awayekî akademîk nîşan didin ku berovajî vê hîpotezê ye. Her wiha, mijara “neserkeftinê” bi ketina kurdan di bin bandora hizira olî da girêdidin. Ev jî encamek ku xwe naspêre tu belgeyan, lê tenê xwe dispêre şiroveyên rojava ji dîroka nûjen li rojhilat û mezinkirina faktorê olî di çêkirina bûyeran da.
Eger em li nifûsa hersê gelan di destpêka sedsala 16an da binêrin, têkilîya psîkolojî ya bi awayê avakirina dewletê alîyekî wê dîyar dibe; tevî ku texmînên nifûsê yên têne bawerkirin, xwe naspêre tu hejmar û serjimarîya bibelgekirî, lê mezinahî û girjbûna belavbûna erdîngarî û qebîleyan, dîyar dike ku hejmara nifûsê di navbera kurd, faris û tirkan da nêzî hev bûn. Xanedanên desthildar dikaribûn ku împeratorîyên îranî û tirkî ku sînorê wan ê mezhebî û etnîkî derbas dike ava bikin, berovajî kurdan ku dirêjahîya serdemên navîn û nûjen herêmên kêmtirî ji herêmên ku tê da dijîn, bi rê ve birin. Gelek şîrove hene û dibe bi hev ra nakok bin û divê “nûbûna bazirgan neyê paşguhkirin ku di dilê vê cudahîyê da be. Di vê çarçoveyê da, birêveberên ku “stratejîya bazirganî” di avakirina hêzên siyasî da paşguh kirin, nikarîbûn ku dewetên împerator ava bikin. Ev jî rewşa kurdan bû û heta niha di Rojhilata Navîn da û ew wekî ozbek, belûç û peştûn hatin binavkirin, wekî hêzeka ku rê li pêşîya berfirehbûna sermaya bazirganî digire. Bi gotineka din nikarîbûn xwe wekî hevkarên bazirganî ji bo hêzên împeratorî û piştra jî kapîtalîzmê ya ku li dewlemendî û serwerî digerîya, bidin nasîn. Heta di lihevkirinên di navbera sultan Selîmê Yekem û mîrên kurdan di navbera salên 1514-1516an an, hevkarîyeka di cehwerê xwe da ku azadîyê bidin kurdan, da ku kurd di tecrîdê da bin.
Her wiha, xwendina lihevkirin -hevkarî- di navbera Dewleta Osmanî û kurdan da, destpêkê ji sala 1514an da, ew jî bû qurbana hîpoteza olî, lewra ev bûyera girîng di dîroka osmanî da, bi qasî sasta guhartinê ku rû daye, negihîşt asta nirxandineka hêja. Ev lihevkirin wekî stratejîyeka yekem a ku Dewleta Osmanî bibe împeratorî, ji ber ku heta berîya vê dîrokê dewlet nîvî balkan bû û nîv jî anadolî bû. Piştî vê hevkarîya ku mafê birêvebirina mîrnişînên xwe û mîrata wê dane mîrên kurdan û mafê avakirina hikûmeteka konfederal bi navê Kurdistanê dane wan, dewleta sefewîyan şikest, ne di şerê leşkerî (Çaldîran) da, lewra bi awayekî lezgîn careka din paytexta Tebrîz û piranîya axa Kurdistanê xiste bin serwerîya xwe. Ango hevkarîya bi mîrnişînên kurdan ra ji Urmîyê heta Amedê winda kir û ev yek jî sefewî neçar kirin ku stratejîya xwe ji nû ve saz bikin, ji ber vê yekê jî li şûna armanca împeratorî ya Şah Îsmaîlê Sefewî ku çemê Firatê bibe sînorê xwezayî di navbera wî û osmanîyan da, lê tenê bi çemê Arasê sînordar ma.
Ji alîyekî din ve jî, sefewîyan hewl da ku sûdê ji şaştîyên osmanîyan li Kurdistanê bigire, di vê çarçoveyê da dilsozîya çend mîrnişînên kurdan bi awayekî ji hev cuda bi dest xistin, lê bêyî ku di şerê li ser hersê girên li pey hev (faris, ermen û anadolî) guhartinekê çêke.
=KTML_Bold=Mirov dikare formula hevkêşeya berîya Çaldîranê wiha binivîse:=KTML_End=
“Alîyê ku bi kurdan ra li hev bike, wê bibe hêzeka serwer li herêma Rojhilata Navîn. Her wiha, helwesta sultanê osmanî Yavuz Selîm bi pêkanîna lihevkirineka stratejîk di navbera du hêzên ku mirov dikare bibêje wekî hev in (kurd û tirk), berhemên xwe yên dîrokî dereng neman. Di heman demê da, hevalbendîya ku hatiye çêkirin, danpêdan bi mîrnişînên kurdan yên hema bibêje serxwebûneka berfirehbûn û erkên ku veguhirîne hikûmetekê, dikir. Ji hevalbendîyê zêdetir, ber bi împeratorîya tirk-kurd ve diçû, wekî rewşa Împeratorîya Awûstûrya-Macaristanê. Çi kesê ku dîrokê bi baldarî dişopîne, wê xwezaya stratejîk a hevkarîya di navbera welatê Andolya û Mezopotamyayê da bibîne.”
(Ebdullah Ocalan-Nexşeya rê-r.108)
Hêdî hêdî, ji hevpeymana stratejîk a di navbera Selîmê Yekem û mîrên kurdan da tiştek ji bilî bîranînê nema. Di vê çarçoveyê da, mîrnişînên kurdan yek li pey yekê têk diçû û ji dema pêkanîna çeksazkirinê di Dewleta Osmanî da ji destpêka sala 1839an da, li dijî mîrnişînên kurdan derbeyên giran pêk hatin. Di demekê da ku sînorê împeratorîyê li Balkanê kêm dibû, di hûndir da tundî zêdetir dibû, nexasim ku çîna siyasî biryar da ku bersiva sedema bipaşketina xwe û bipêşketina Ewropayê, bide.
Dîtina nû, pêwîstî dît ku hemû mîrnişînên xwebirêbirinê di dewletê da ji holê werin rakirin, ji nava wan jî wîlayetên Kurdistanê. Bandora vê yekê ya yekser jî, alozîya olî di navbera pêkhate û mezheban zêdetir bû. Piştî reforman (Xeta Kelxana 1839 – xeta Hemayon 1856), di çavên mîr û şêxên kurdan da, dewlet bû alîgirê xiristîyanan.
Gelek pirsgirêkên dîrokî di şirovekirina vê pêvajoyê da hene, lê encamên wê eşkere ne. Di vê çarçoveyê da, Dewleta Osmanî Mîrnişîna Soranê ku îro li Herêma Kurdistana Iraqê dikeve, sala 1834an rûxand. Her wiha, mîrnişîna Botanê jî sala 1847an bi dawî kir. Di heman demê da, Mîrnişîna Babanê bi biryara osmanî di nîveka sedsala 19an da, hate rûxandin. Her wiha, dema ku sultan Ebdulhemîdê Duyem desthildarî sala 1876an bi dest xist, mîrnişînên kurdan ên dîrokî ku ji rojên destpêkê da bûne misliman, bi awayekî temam ji holê rabû û li pey xwe alozî, komkujî û hemleyên koçberkirinê hişt.
Sultan Ebdulhemîdê Duyem (1876-1909) dema desthildarî di pêvajoyeka zehmet da bi dest xist, hewl da ku derbeyê li reforman bixe û xebata bi destûra ku wî bi xwe sala 1876an da, erêkirina wê da, betal kir û taybetmendîyên di reformanên berê da dabûne ermenan, careka din ji wan stand.
Kurdan yekser ew îşaret wergirtin ku çawa mîrasa reformên osmanî welatê wan veguherandin kavil û tê da talankirin û kuştin çêbû. Careka din hevalbendekî wan çêbû ew sultan bixwe bû û di demên berê da tenê carekê wisa bû bi sultan Selîmê Yekem. Her wiha, sultan Ebdulhemîd metodekî nû afirand ku tê da rê da ku kurd cudakarî bixin navbera dewletê û navbera xelîfe-sultan da.
Di vê wateyê da, di serdema sultan Ebdulhemîd da, kurd li dij dewleta birêveber bûn (karmend, artêş, walî û hwd) û alîgirên dewleta sultan Ebdulhemîd. Mirov dikare bandora vê yekê bibîne ku Ebdulhemîdê Duyem yekser bi hin şêxên kurdan ra peywendî çêdikir, bêyî ku li nameyan sazîyên fermî vegere.
Herdu alî kurd û sultan hesabên xwe yên taybet hebûn û di têkoşîna li dij netewe û mezhebên alîgirên Rûsyayê di hûndirê dewletê da, digihaştin hev. Ji ber berhemînanên hevber, jibilî pirbûna navendên serwerîyê li Astanayê, girîngtirîn kesayetên kurd ên di wê demê da, şêx Ubeydulah El-Nehrî, şoreşeka niştimanî ya kurdî ya giştî ku axa Kurdistanê di herdu dewletan da Îran û Osmanî girte nava xwe, sala 1880î li dar xist. Piştî êrîşa berfireh li dij baregehên Qacaran li Kurdistana Îranê, alîgirên birêveberê kurdî gelek herêmên eşîrên kurdan li derdora Gola Urmîyê rizgar kirin. Lê piştra, piştî destwerdana siyasî ji alîyê Dergeha Bilind ji bo rawestandina pêşketina şêx Ubeydulah El-Nehîr ku herdu dewlet ketibûne fikaran, ew têk çûn. Tevî ku dihate gotin lihevkirinek di navbera El-Nehrî û sultan Ebdulhemîd da hebû.
Di salên piştra da, têkilîyên di navbera kurdan û desthildarîyê da agirbesteka neragihandî pêk hat, ji ber lawazbûna hêzên civaka kurdî ya serbixwe û derketina birêxistina Elwîya El-Hemîdîye. Lê ev agirbest, kurdên êzidî û elewî negirtin nava xwe, ku her dem bûne armanca desthildarîya osmanî ji yekemîn lihevkirina kurdî-tirkî ve.
Bi serkeftina Ebdulhemîd di kontrolkirina amûrên tundîyê-desthildarîyê di dewletê da, sê vebijarkên dijberî hev ji bo dewletê derketin holê, ku asta hêza wan ji hev cuda bûn.
=KTML_Bold=1-Neteweya îslamî=KTML_End=
Portreya sultan Ebdulhemîdê duyem/ Arşîva birîtanî
Şablona reformist ên dewletê, sîstemê ber bi “dewleta neteweyî” ve dibe, lê desthildarîya navendî di rewşa tevlihev da bû û dilsozîya bi dewletê ra ji alîyê çîneka mezin a gel ve, xerab dibû.
Li Kurdistanê, erkdarkirina walîyan ji alîyê dewletê ve li ser kurdan, li şûna xanedanên dîrokî yên kurdan û neserkeftina van herdu navendan di pêşkêşkirina tiştên ji mîrên berê baştir, hişt ku rewabûna dewletê ji hûndir ve biheje. Her wiha, ji bilî ku dewletê zêdetir bala xwe da reformana ermenan ên ku tevî hêza wan, lê nikarîbûn bi awayekî demdirêj li beramberî hêrsa kurdan ku dîyar dibû, xwe ragirtana. Lewra, alozî zêdetir bûn û êdî di alîyê civakî da li ber teqînê bû, eger ku sultan Ebdulhemdê Duyem nûjekirina El-Hemeyonî ranewestanda bi rêyeka tevlihev di birêvebirina pirrengîya împeratorîyê da. Ji ber vê yekê berê xwe da destekdayîna birêveberên civakî yên kurd, çerkez û arnautî di hûndir da li dij xiristîyanên ku Fransa, Rûsya û Brîtanyayê soza parastina wan dabû. Rast e ku biryara rawestandina demkî ji destûra ku wî bixwe derxist dabû û piştra bi têkçûna di şerê bi Rûsyayê ra sala 1878an da jîyan kir, her wiha piştra li ser Hevpeymana San Stefanoyê ya bi şerm îmîze kir û piştra jî Hevpeymana Berlînê, lê van bipêşketinan hişt ku dewlet ji berê zêdetir, bibe êsîr di destê Birêtanîya û Fransayê da.
Êdî dereng bû, rêya ku bapîrê wî Mehmûdê Duyem û bavê wî Ebdulmecîdê Yekem xêz kiribûn, rawestîne. Her wiha, tu tevgereka reformantê ya xwedî koka osmanî nehate avkirin, lewra li pêş Ebdulhemîd du rê man; an bi reformaxwazên xwedî çanda fransî ra kar bike, an jî rîyaksiyonên hûndirîn xurt bike, da ku birêveçûyîna dewletê ji împeratorî ber bi “dewleta neteweyî” ve, rawestîne. Wî rêya xurtkirina meyla muhafizkar hilbijart, bêyî ku rewabûna nûnertîyê bide, ji bilî Elwîya El-Hemîdîyê li Kurdistanê. Ev formul jî wekî berhema “neteweya îslamê” di hundirê dewletê da bû, ku ew jî carinan di rewşên êrîşê da bû, carinan jî di rewşên parastinê da bû li dij neteweyên xiristîyanî, nexasim formula destwerdana dewleta ewropayîî hişt ku bi dirêjahîya sedên salan bihevrajîyankirin xerab bibe. Di heman demê da, xeyal ji bo beşek mezin ji elîtên gelên xiristîyan ra çêkir ku rizgarbûna wan li ser biryara xweserîya şoreşê dimîne, ji ber ku derve amade ye şoreşa wan veguherîne destkeftîyên biserxwebûnê.
=KTML_Bold=2- Neteweya osmanî=KTML_End=
Hizira neteweyî di pêvajoyên paralel ên pêşinyazên reformê da derbas bû, ji nava wan ji bo birêxistina “osmanîyên nû” ya bi birêvebirîya Namiq Kemal, pêşengê neteweyî yê osmanî derket holê.
Tiştên ku Namiq Kemal pêşkêş kir, ji tîyorîyekê zêdetir, dîtinek bû. Lewra neteweya osmanî hewldaneka herêmî bû ku nehate dûbarekirin, di peydakirina çareserîya pirsgirêka birêveberîya pirrengî ya hundirîn, bi hevsengîya nûjekirina dewletê ku jêveger tuneye li gorî rêbazê dewleta neteweyî. Ji ber ku tu nimûneyên ne serkeftî di wê demê da derneketin holê, heta ku were teqlîdkirin.
Ev hizir wekhevîya di navbera misliman, xiristîyan û cihûyan da, di nava hevgirtineka neteweyî ku ji alîyê dewletê ve ji jor ve di bin desthildarîya malbata osmanî da were afirandin, feriz dike. Ew -Namiq- xwedî meylên tirkî di helbest û wêjeyê da bû, ku piştra îlham da gelek netewperestan ên wekî Mustefa Kemal û Xalîda Edîb, lê ji alîyê sultan Ebdulhemîdê Duyem ve nedihate hezkirin, ku Ebdulhemîd di bîranên xwe da ew wekî kesekî ku du jîyanên cûda dijî bê ku zanibe. Lê tevî yekê jî, pesnê nakokîya Namiq bi koma Midhed Paşa ya herî biyanî, da.
Di hewldanên wî yên têkbirina taybetmendîyên ku ji rojava ra hatibûn dayîn, du dubendî derketin holê ku encameka karaset bi xwe ra anî. Ermenan bawerîya xwe wekî neteweyî ku hêza wan a hûndirîn a çekdar heye zêde bû û çavê rojava û Rûsyayê wê diparêzin. Lê li beramberî wê jî, Ebdulhemîd xebat kir da ku meyla serxwebûnê ya ermenan di hûndirê dewletê da têk bibe. Bi gotineka din, di destpêkê da fikira “neteweya osmanî” dît ku têk çûye, lewra destek da helwesta komên musilman ên cîranên ermenan, ji tirsa ku ermen êrişê ji alîyê enîya rûsî ve êrîşî dewletê bikin ku bûyereka bi vî awayî di salên 1894-1896an da çêbû û bi komkujîyeka li ser destê hevalbendîya “neteweya îslamî” li dij “neteweya osmanî” bi dawî bû.
=KTML_Bold=3- Neteweya toranî=KTML_End=
Destpêka damezrandina Komeleya Îthad û Tereqî di çarçoveya felsefeya pozîtîvîst a tund da, vejandina hizira osmanî bû, lê ev hizir di alîyê dîrokî da ne li gorî osmanî bû. Komeleyê, hewl dida xwe ji dîroka osmanî dûr bixe û ji nû ve dest pê bike di bin heman navî da. Piştî sala 1906an, tevlihevî di hundirê komeleyê da bi kontrolkirina endamên ku piştgirî didan toranîyê û tirkkirina tevahîya împeratorîyê derket û êdî endamên ne toranî derketin, ji nava wan du ji damezrîneran, ku ew jî akademîstên kurd Ebdulah Cewdet û Îshaq Sikotî, ji komeleyê derketin.
Lê hizira neteweyî, pêwîstîya wê bi akademîsyonên mijûl, amade, yekgirtî çi ji hêla afirandinê, an jî di alîyê rastîyan ve. Lê koma toranî ev yek di destê wan da tune bû dema ku komeleya Ithad û Tereqî sala 1894an li Parîsê hat avakirin , lê li Parîsê bixwe ev kom ketine bin bandora sê ronakbîran ku berhemên wan têne şopandin, lêkolîner Nîyaz Bîrkîş di pirtûka xwe da “Bipêşketina sekularîyê li Tirkîyayê.”
Ji wan ê destpêkê David Lyon, nirxandineka dîrokî ya şok heta ji bo neteweperestên osmanî jî pêşkêş kir, wekî Namiq Kemal, ku mongolî (ku wekî tirk bi nav kir) avakerên girîngtirîn împeratorî di dîrokê da û Cengîz Xan (ê tirk) gewretirîn fermandar di dîrokê da, bi nav kir.
Ê duyem Arthir Lumley Davids ku di pirtûka xwe ya “Rêzimana tirkî” da peywendîya dîrokî ya civakî di navbera zimanê tirkî û gelên tirkî da ji dema berê heta serdema Mehmûdê Duyem, tekez kir. Her wiha, nivîskarên ewropahî û tirk rexne kirin ku ji ber cudahîyê dixin navbera tetar û tirkan, bi nêrîna wî ew tirk in û zimanê wan jî tirkî ye. Di heman demê da, piştî mirina wî, dayîka wî pirtûka wî werger kir û wekî dîyarî da sultan Mehmûdê Duyem.
Ronakberê sêyem, Arminiz Vampiri (1832-1913) ku lêkolînên civakî û zimanî li ser peywendîya etnîkî di navbera gelên Asyaya Navîn û tirkên Asyaya Piçûk da, çêkirin. Ev hersê jî ji cihûyên Ewropayê bûn.
Tevî alozîyên dijwar di sedsala 19an da di navbera kurd û dewletê da, hevalbendîya kurd û tirkan têk neçû, lê rastî gelek şikestinên dijwar di gelek pêvajoyan da, nexasim di nîveka sedsala 19an da. Ji dema Çaldîranê zêdetirî 400 sal dirêj kir û ji dema Melazkertê da derdora 900 sal dirêj kir û di her carekê da tiştek dît ku wî vegerîne jîyanê û yê herî dawî pêvajoya sultan Ebdulhemîdê Duyem bû. Wekî ku Hemîd Boz Arselan di pirûka xwe ya “Dîroka Tirkîyayê ya Nûjen” da (r.19-20) şîrove dike:
Ji ber pêvajoya dirêj a desthildarîya sultan Ebdulhemîdê Duyem; ku bi nebûna şerên mezin di navbera salên 1877 û 1909'an da balkêş bû, ku careka din hizirîna bi împeratorî di çarçoveya nasnameyeka nû da, derkeve holê. Di vê çarçoveyê da, Ebdulhemîdê Duyem têgihaşt ku împeratorî di dawîyê da wê di hûndirê Anadolyayê da sînordar bimîne. Bawerîya wî armanc jê ew bû ku afirandina homojenîyê di vê “dendika hişk” da û parastina wê bi komên misliman, lê ne tirkî wekî kurd û ereban. Komkujîyên 1896-1894an ku herî kêm bû sedema kuştina sed hezar ermenî, di rastîyê da wekî gaveka yekem a jinûvekeşifkirina Anadolyayê wekî hebûneka tirkî û misliman, bû.
Di 24-07-1923yan da, çîna serdest a Andolyayê biryar da ku ne tenê 400 salî ji parastina kurd û tirkan a hevbeş ji împeratorîyê ra, an jî herî kêm enîyên Kafkasîya û Îranê bi dawî bikin, lê belê piştî Lozanê her tişt kirin da ku vejînkirina projeya Uzun Hesen ya tirkkirina Kurdistanê, piştrast bikin.[1]