=KTML_Underline=Henaseya Jiyanê ya li dû azadiyê=KTML_End=
=KTML_Underline=#Roza Metîna# =KTML_End=
Bi xwendina berhema bi navê “Henaseya Jiyanê” ya ji aliye nivîskarê girtî Mahîr Bagok ve hatiye nivîsandin di deryaya hizrê de gelek caran çûm û hatim. Balkişandina hevokên li ser hişmendiya jinan, rastiya îşkenceya sîstemê, kelecana xwendina helbestê, xeyalên azadiyê yên di vê berhemê de hatine honandin pirîskên êgir ên di nava tatêla şeveke dûdirêj de bi bîra min anî.
Rasthatina li şûna neperûşkên rastiyekê ya di rûpelê dawiyê de jî mîna kûrahiyeke bêdawî bû. Û vê kûrahiyê gotina, “Te strana min a ku min ji helbesta te çêkiriye çawa dît?” li dû xwe hişt.
Bikaranîna ziman:
Ji bo herikbariya berhemekê honandin û bikaranîna ziman girîng e. Di warê famkirin, pênasekirin û analîzê de xwedî cihekî taybet e. Loma rêziman û hevoksazî du hîmên zexm ên ziman in. Em li vir daçekan jî ji bîr nekin wê baş be. Ji ber bikaranîna daçekan teşeyê hevoka em bi xwe saz dikin, diyar dike. Wexta şaş an jî kêm bên bikaranîn wê demê di warê wate û têgihiştinê de jî kêmasî çêdibin. Di berhema “Henaseya Jiyanê” de ji aliyê rêziman û hevoksaziyê de kêmasî hebûn. Her wiha ji aliyê bikaranîna daçekan de jî hinek kêmasiyên berbiçav hebûn. Loma jî dema min ev berhem dixwend carinan lê dihilkumîm.
Kelecana xwendina helbestê:
Tiştekî din ê di vê romanê de bala min kişand çend helbestên bi mijarê hatibûn honandin bûn. Carinan dema mirov pirtûkekê dixwîne çavên mirov ji demekê şûnde diçe ser hev. Li min jî carinan wiha tê. Dema min ev her du hevok xwendin û derbasî helbestê bûm bawîşkên ji nav lêvên min difilitîn bi dawî dibûn; “Çavên wê yên reş li ser risteyên helbesta ji nîvro ve çar caran xwend, heta êvarî zîq bûbûn. Hecko qet nexwendibe bi îşteha bengînên azwer zimanê wê li ser xwendina risteyan herikî.” Anîna ziman a xwendina helbestê ez hişyar kirim û kelecaneke xweş da dilê min.
Hişmendiya jinan
Mijareke din a divê mirov li ser bisekine girîngiya derketina pêş a hişmendiya jinan a di berheman de ye. Gotin, fikir, analîzên der barê vê yekê de hîmên girîng ên pêşketina civakê ne. Loma jî ev her du hevokên di berhemê de cihê xwe digirin bi qîmet in; “Êdî henaseya azad di stargeha jinan de ye. Bes ku xwe ji nav lepên mêrê serwer û hişmendiya desthilatdarî rizgar bike.” Her wiha ev gotina Ema Goldman a di berhemê de cihê xwe girtiye; “Azadiya jinan di giyanê wan de dest pê dike. Jinên ku di ramanê xwe de cîhaneke azad neafirînin tu demê azad nabin.”
Tesfîra mekan, gotinên bibandor:
Di hinek berheman de tesfîra mekan zêde li ber çavên xwîner zindî nabe. Lê di hinek berheman de jî ev yek bi awayekî zindî tê ber çavan. Di vê berhemê de ne bi temamî be jî ez dikarim bêjim di hinek kêliyan de tesfîra mekan li ber çavên min zindî dibû. Di berhema Mahîr Bagok a bi navê “Henaseya Jiyanê” de her çiqas di mejiyê min de komposîzyoneke bi temamî rûneniştibe jî hinek hevokan bandor li ser derûnî û ruhê min kir. Dixwazim ji van mînakekê bidim; “Dilê dayika min ê mîna gerdûneke mezin ji vî dilê min re bû şîfa.” Her wiha navên Jîndar, Nepen û Guljiyan ên lehengên berhemê jî bi min gelekî xweş hatin.
Rastiya îşkenceya sîstemê:
Hinek hevok rastiya îşkenceya sistematîk a sîstema heyî ya dijminatiya kurdan dike, radixîne pêş çavan. Ji ber gelê kurd bi salan e doz û têkoşîna xwe ya azadiyê didomîne loma jî her tim polîtîkayên şerê taybet, asîmîlasyon û tunekirinê li hemberî wan tên meşandin. Yên li dijî vê li ber xwe didin jî tên îşkencekirin. Ev hevoka di berhemê de îşkenceya gardiyanên li dijî kesên doza azadiyê diparêzin bi bîr dixe: “Ma hevjînê te qederê kuşt? Na. Hemû ji îşkenceya gardiyanan mirin!”
Derxistina pêş a tiştên kêrhatî:
Li gorî min hinek tiştên ku zirarê didin beden û ruhê mirovan hewce nake ku navê markaya wan bê gotin û reklama wan bê kirin. Di vê berhemê de navê cixareyekê hatiye gotin. Lê navê vê cixareyê nehatiba gotin jî dibû. Gelek tiştên di jiyana mirovan de şopeke xweş û kêrhatî hiştine, hene. Ev tişt bêtir derkevin ser rûyê avê wê baştir be. Çimkî dema nav tê gotin bandorê li ser binhişiyê dike.
Peyam, armanc û daxwaza nivîskar:
Di romanekê de bi qasî lihevhatina mekan û demê girîng e ew qasî peyam, armanc û daxwaza nivîskar a dixwaze bi xwîner re parve bike jî girîng e. Di vê berhemê de hinek kêmasiyên ravekirin û ragihandina peyam, armanc û daxwazên nivîskar hene. Dibe ku bi min jî wiha hatibe lê belê ev yek divê mirov baş li ser bisekine.
Berga pirtûkê
Mijareke din a girîng jî balkişandina berga pirtûkê û qalîteya wê ye. Berga vê berhemê gelekî sade ye. Dibe ji aliyê nivîskar ve wiha jî bê tercîhkirin. Lê belê hinek berg tevî ku sade ne jî bandoreke kûr li ser mirov dikin. Dikarim bêjim berga berhema nivîskar pir bandor li ser min nekir. Dema hatim dawiya pirtûkê jî rûpelên wê ji ber hev çûn. Berg, qalîteya pirtûkê û nivîsa li paş bergê hîmên girîng ên berhemekê ne. Loma divê mirov hinekî zêdetir serê xwe bi van re biêşîne. Nivîsa li dawiya bergê jî ya li ser rûpela herî dawî ye. Dema min nivîsa li dû bergê xwend şûnde ew kelecan û matmayîna min a xwendina rûpela dawiyê êdî nemabû. Ji ber ku di dawiya bergê de hatibû dayîn. Loma jî dikaribû bendeke din a di nava pirtûkê de di dawiya bergê de bihata dayîn.
Têkiliya sedem û encamê:
Di xwendina berhemekê de bi heman awayî rêwîtiya xwîner a gihandina têkiliya sedem û encamê jî dest pê dike. Ev rêwîtî mejî zindî dike û kelecana di dil de jî zêde dike. Wateyê li berhemê bar dike. Lê belê di nava zincîra bûyera di berhema “Henaseya Jiyanê” de dema min xwest têkiliya sedem û encamê di hişê xwe de zelal bikim dikarim bêjim gelekî westiyam.
Henaseya jiyanê ya li dû azadiyê:
Hinek têgeh û hevokên di berheman de derbas dibin berê mirov ber bi rabirdûya wan ve dibe. Ji ber xwesteka me ya kurdan a bi salan azadî ye loma ev sê hevokên di berhema “Henaseya Jiyanê” de xeyalên azadiyê yên bi salan dîsa geş kirin. Nivîskar hestên azadiyê wiha rave dike; “Dengê sîsirkên tebaxê li ser çiyayan di nava şevê de belav dibû. Ew jî di nav xeyalên azadiyê de bi xew ve çûbû.” Her wiha ev hevoka; “Di nav bexçe û rezên gundên hatin valakirin û şewitandin de li ber qonaxa xwe bi rê ketin” jî şewitandin û valakirina gundên kurdan bi bîr dixe. Gelek kurd ilim di zarokatiya xwe de bûne şahidên zilma li ser gundên hatine wêrankirin. Kes nizane çiqas tişt di zarokatiyê de ji me hatine girtin. Lê belê ev gotina;”Çiya ne tenê qada şer, di heman demê de akademiya azadiyê ne” ya di berhemê de, di heman demê de, bidûketina tiştên ji me hatine girtin e. Henaseya jiyanê ya li dû azadiyê ye.[1]