Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 518,797
Immagini 106,048
Libri 19,350
File correlati 97,415
Video 1,397
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Li ser bîranînên Apê Osman Sebrî
Gruppo: Articoli | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Li ser bîranînên Apê Osman Sebrî

Li ser bîranînên Apê Osman Sebrî
=KTML_Bold=Li ser bîranînên Apê Osman Sebrî=KTML_End=
Kazim Budak
Min pirtûka Bîranînên #Osman Sebrî# xwend û ew du beşan di facebookê de weşand.
Osman Sebrî ji malbateke halxweş, devlemend tê. Lavê serokê eşîra Mîrdêse ye. Ew eşîr li Melatîya, Riha, Sîverek û Semsur belav bûye. Bavê wî serekê eşîrê ye. Osman Sebrî 5 salan piştî zewaca dayîk û bavê xwe -7-Çile- Ocak 1905 an de li gundê Narinceyê girêdayîyê Kolik tê dine. Kolik girêdayîyê Adîyamanê- Samsurê ye.
Gundê wan rûniştgeha serekên eşîra Mîrdês bû ye. Bona ku di cîhê bavê xwe de serokatîya eşîrê bike wî di alî sîwarî, şerevanî rê û rîzana eşîrî nasîn de perverde dikin.
1915an de nexweşîya tîfo li herêmê belav dibe. Bavê Osman dema nexweşîyê de tevî bijişkê Sudanî alîkarîya gundîyên xwe dike. Ji çîyan berf, ji Dîyarbekirê qerpuz û qavun, ji Rûhayê, şekir û çay dide anîn. Bijîjkê Sudanî jî hin dermanên herêmî çêdike.
Bavê Osman 1916 da ji ber nexweşîya Tîfoyê dimire. Mafê wî ye ku piştî bavê xwe bibe serokê eşîrê, lê bo ku salê Osman piçûke, apê wî cîhê wî digire. Ji wê şûnde perwerda Osman dikeve ser apê wî. Osman gora çandwî a feodalîzmê, axatîyê tê perwerde kirin ew perwerde jî li ser gundîyan zordestî û çewsandinê tîne. Lê di 18 de salîya xwe de rastî Mamoste Îsmaîl tê ew li Osman tesîr dike. Osmanê ku dixwaze eşîrê rêva bibe, ji ber tesîra mamoste Îsmaîl, ji sîstema feodalîyê dur dikeve. Serda jî axatîya çend gundê ku para wî ketine di nava gundîyan de belav dike û dixwaze ji nava eşîrê derkeve. Ew yeka navbera wî û apê wî de sarbûnekê çêdike.
Osman di sala 1917 dîploma dibîstana pêşin digire apê wî li Kexte yê dişîne Ruştîye yê. Sala 1920 de diploma Rûştiyê digire, vedigere gundê xwe. 1922 da 17 salîya wî da wî dizewicîninin. Piştî salekê Welato jê ra çê dibe.
Osman heta wê demê ji sîyasetê bê xebere, ser Kurd û gelparêzîyê tiştekî nizane. Lê piştî tevgera Şêx Seîd, jîyana li zîndan û dadgehan wî tuj dike.
Di civînek malbatî de apê wî qala tevgera Şêx Seîd dike, dide xuyakirin ku hereketa Şêx Seîd heta Sîveregê neyê ew dengê xwe dernaxinin. Dema ku ew xwe bigîhînin Sîveregê, ew jî dest daynin ser bajarên Melatîya, Mereş, Entap û Semsûrê. Dora roja din namekê ji bo Şêx Seîd dinivîse û dide Mela Abdulrezaq û dişîne. Şûkrî bona ku Enqerê bixapîne, bikare mîlîs ava bike, ji Mistefa Kemal, serokwezîr Fethî û xezûrê xwe Haci Bedir begê re 3ê telgrafan dişîne, usa dide xuyakirin ku leşkerê Şêx Seîd nêzik bûye, dixwaze hikumat alîkarîya wan bike an îzîn bide ew mîlîs ava bikin. Mistefa Kemal û serokwezîr wî di bersivînin. Destura çêkirina milîsan didin, lê navê millîsan û kesên ku serdarîya wan bikin jî dixwazin. Şûkrî nave xwe mîlîsan re serdar, yê Osman jî alîkar dinivîse. Çarsed û heyştê (480) navî jî wek mîlîs dinivîse û lîsta wan dîşîne Enqerê. Ji ber gotinên apê xwe derheqê tevgera Şex Seîd de dikeve nava fikaran.
“Ma welat hevceyî şoreşekê bû?, Ma Kurdistan hevceyî serxebûnê bû? Serxwebûna Tirkan ne ya me bû? Berî 5 salan me şerê gelek welatan nekirî bû? Em nûha jî şerê Tirkan bikin? Ma ku me şerê wan bikira ji bo çi di roja teng de me alîkarîya wan kir? Van pirsên han di serê minê erzan de ji xwe re bersiv nedidîtin.” (Rûp.22)
Lê çawa ku tê zanîn tevgera Şêx Seîd bindikevî, Şêx tê girtin. Piştî wê hukumat berê xwe dide ew eşîrên ku xwe nêzikî tevgerê kirine. Bi vê armancê, kesên berbiçav û serekeşîran dişînin mehkema Îstiqlalê. Ji Pêturgê hin neyarên malbata Osman ji Enqerê rê telgraf dişînin û wan wek dostê şoreşê-şêx Saîd ixbar dikin.
Du ap, du xalê wî, Osman û tevî 270 kes ji eşîrê dixwazin Xarpitê, mehkema Îstiqlalê. Lê ew hemû xwe nadin dest. Tenê apê wî Şukrî û xalê wî Hecî Derwêş terin dadgehê. Li Xarpitê Şukrî axa, Hesen Xêyrî begê Dêrsimî nas dike. Piştî mehkemeke, Şukrî 15 salan bi zîndankirinê tê ceza kirin û wî dişînin Antalya yê. Osman tevî hin sîwarên eşîrê, li Riha yê apê xwe direvîne tîne Adiyamanê.
Piştî ku zar û jinên xwe li cem dostan bi cîh dikin (Zeynel Begê Reşuyan û Bedir Axa yê serokê Gevozan.) Dû re Osman Sebrî bona tola Apê xwe Bedir Axa dikuje û derdikevin serê çîyan. Qasî du mehan li serê çîyan dimînin lê kes tevî wan nabe, xwe teslîmî neyar dikin.
Osman dibêje; “eger em roja pêşin bê dûdilî bi şoreşê ra bûna bê şik em dê bigîhîştina serdestîyê. Lê kîngê yekî axa bi aqil û ramanê axatî dikarî şoreşeke hêja bike?”
Ew di nava xwe de nîqaş dikin û du rê derdikevin pêş.
Ya ewê ji welat derkevin.
Ya jî xwe hukumatê biparêzin.
Şukrî di nava herdu şertande dimîne.
Osman li hember wê pêşniyara teslîmbûnê ye. Ew tere hesp û qantiran bîne ku berê xwe bidin Surîyê, lê dema ku vedigerî Apê xwe nabîne. Apê wî tevî birazîyê xwe Necmettîn çûne xwe teslîmî neyar kirine.
Şukrî dişîne du birayê xwe Nurî jî dibe. Osman dibêje ku; ’”Netewê ku axayên qels û şexsên nezan jê re bibûn pêşewa, dê dongîya wî bindestî bûya. ”
Wan dibin dadgeha Îstiqlalê ya Dîyarbekirê. Osman Sebrî dibêje, “Rapora ku di derheqê apê min Şûkrî de dixwendin hemû rast bûn. Ji ber ku Kurê Osman Paşa Bedîr çawa ku her tişt fermandar re gotîye bi ser û ber qadi jî ev got.
“Kesî em nexwestin îfadê, … Îfada meya Melatyê têr kirîbû. …. Ji xwe mehkema îstiqlalê ne hewceyî îfade, şahîd û delîlan bû. Ew bû rêzana mehkemên Îstiqlalê li Kurdistanê û ji bo Kurdan”. “Bîranînên O.S. Rûp.61)
Osman di mehkemêde dibêje; “Min apê xwe bêdilîya wî ji Ruhayê revand.”
Serokê dadgehê jê dipirse: ”Başe hîmê şoreşê digel Hesen Xeyrî li zîndana Xarpitê û li Melatyê digel serekaşîran dîsa te danî?”
Ser gotina dozger; (Ahmet Sureyya (Örgeevren) Şukrî bi xwe bawer dibêje; “Çavên min vekirî, destê min vala ne, ne xeme wê çi divê bikin.”
Nîv saetê şunde ceza tê xwendin. Cezayê êdamê didin Şukrî û Nurî. Herduyan di 24.6.1926an de bi darve dikin. Osman û 16 kesên din jî 6 salan bi zîndanê têne cezakirin û wan dişînin zîndanên bajarê Tirkan.
Osman jî dişinin zîndana Denizlîyê. Lawê apê Şukrî Qadir bona ku gotina bavê xwe- wesîyeta-dawîyê bigire tê zîndanê. Apê Şukrî derheqê îdara malê de wesîyeta xwe dinivisî û dide lawê xwe. Ji girîyên Şukrî Osman aciz dibe û dibêje, “Tu dixwazî li vir şînekê deynî? Ez dikim karê mezin bidime te, girîyê xwe ji jinan ra bihêle.”
Apê wî Şûkrî kirina du tiştan jî disipêre Osman.
”Rêya ku min xwest pê de herim û ez rêwîya wê rê nebûm, tê de çûn bi min ne bû, divê tu jê nemînî (…)”
Ya din jî girtina tola Şukrî ye,
Osman dipirse tola te ji kê bê stendin? Berê ew sê navan dide. Dû re tenê navê Bedirê Kurê Osman Paşa dide, dive ew bî kuştin. ”Xelk bizane ku mala Heyder Axa xwîna xwe li erdê nahêlin. Divê tu bidî kuştin, an jî bêbextî bikujî ew tişt tê pêşîya te jî. (…) Bizane ku ez di gorê de serê xwe rehet danaynim. Çi demê te Bedirê paşê kuşt, derkeve ser girekî bilind, berê xwe bide hêla Dîyarbekirê û dengekî bilind gazî min ke: Bêje apo min tola te sitand. Dê hînga bikarim serê xwe bi rehetî deynim û razêm.”
Hecî Bedir axa, xezurê Şûkrî, vê daxwaza apê wî rexne dike; ”Hûn mala Heyder Axa rik û neyarîya xwe de hişk in. Wesîyet, apê te xwezî welê nekira û ew bisparta şûrê xwedê. … bi ya min wê tu bihişta ji bo rêberîya malbat û eşîrê”.
Di zîndana Dîyarbekirê girtîyek ji Osman re dibêje ew ji ber Şoreşê hatine darizandin û dadkirin, dê bêne daliqandin, lê ew ji bo çi anîne? Yeke tevî wan sed û bist salî ye û gotîye, ”Mala xwedê ava ku bi destê zaliman tême kuştin.’’
Osman di zîndana Dîyarbekirê de Uzêr Axa yê Silopî û Cemîlê Çeto nas dike û qala dadgeha wan dike.
Uzêr Axa, di sala 1919 da qeymeqamê Cizîra Botan raporekê dişîne Enqerê, gora raporê (Uzêr Axa, birazîyê wî Mihemed, Evdilkerîm, Mele Sadiq, apê wî …. Xulamê wî Zekî û 6 peyayê xwe Îngîlîzê yê Musulê re bi nameyan dane û standine.) Lê tu delîl û şahad tunin ku piştgirîya gotinê wî bike. Ew qeymeqam ji wê çûye, cîhê wî de qeymeqamê 3.em hatîye ji wan kesan aciz buye, di nava dosya wan de ew rapora dîtîye şandîye Mehkema Îstiqlalê. Ji wan yanzdeh kesan sê kes di zîndana Sêrtê de bi deh salan mehkum bûne, piştî vê biryarê ew li Sêrtê hatine daliqandin. Zekî jî sala 1926 ande 16 salî bûye. Dema ku rapor hatîye nivisîn 9 salî bûye. Lê dîsa jî tevî 8 kesî Zekî jî cezayê îdamê digire, ji ber ku emrê wî piçûke, cezayê wî dadixinin 15 salan. Heşt kes bê şahad û rapor ser daxwaza qeymeqamekî têne kuştin!
1928 an de bexşandinek derdikeve Osman ji zîndana Denizlîyê tê mal, valîyê Melatyê û tevî alîgirên xwe li dafik û hîleyan digerin ku Osman bikin zîndanê. 1929 an de tevî 26 serekaşîr Osman tê girtin û dişînin zîndana Melatyê û dadgeha leşkerî.
Piştî 7 mehan bi navê Husên Husnî serhengekî Kurd wan azad dike. Ji Osman re dibêje ku, “Divê ew ji welat derkeve, Tirk dixwazin wî bikujin.”
Osman piştî ku hosîya apê xwe bi cîh tîne. Bedirxanê ku li Şukrî îxanetê dike, li Rihayê dikuje û 26 Çirîya paşin û sala 1929 derbazî Surî dibe.
Dema ku Osman Sebrî dixwazî ji welat derkeve, difikire ku du mal, mala wî û mala apê wî Şukrî bê xwedî bimînin. Di malekê de dayîk, du xwîşk û birakî Osman ji apê Şukrî, di mala din de jî xanima Osman a bi zarok tevî kurê xwe du xwîşk ji bavê Osman dimînin. Osman dixwaze berî ji welat derkevî ji wan re rêkê bibîne. Hukumatê dest daye ser milkê Osman Sebrî jî erazîya mayî (Gundên ku li Ruhayêne, du gund Istaxulla û Qorcik) îdara herdu malan bike. Li Surîyê bi rîya Celadet Bedirxan dibe endamê Xoybunê. Du salan di Xoybûnê de dixebite.
Tevgera Xoybunê biryar digire ku 1ê Temmuza 1930 de li hember hikumata Enqerê berxwedanekê re rabin, ji ber wê Osman Sebrî tere serxetê. Di vegerê da hikumata Fransiz wî sirgunî Reqayê dike. Demekê şûnde bona tevî Şêx Abdirrehman Garisî û Mela Ahmed Suzî derbazî Kurdistana Başûr dibe. Li wir ji alî îngîlîzan ve tê girtin û wî dişînin zîndana Musul ê. Ji wê dibin Baxdad ê û ji wê wî dişînin Surîyê. Hikumata Franse jî wî dişîne Urdunê îngîlîz li wir desthilatin û wî naxwazin, piştî wê dişînin Filistînê (li wir jî Îng. Desthilatin) navê xwe diguhure heta sala 1935 an li wir dimîne. Ji wê jî dişînin girava Madagaskarê, salekê di zîndanê de derbaz dike, heta 1937 an li wir dimîne. Osman dide zanîn li wê giravê sê gundê Kurd hebûne, lê zimanê xwe ji bîrakirine. 1937 an de ew vedigere Şamê. 1944 an de Xanima xwe ya Çerkez re dizewice. Ji vê zevacê sê law (Hoşeng, Hoşin, Heval) û du keçên wî (Hingur û Hevî) çêdibin.
Ji Celadet Bedirxan dersên zimanê Kurdî digire. Di navbera salên 1932-1945an de, di Hawar, Ronahî, Stêr û Roja Nû de gelek şîîr û nivisên wî derdikevin.
Sala 1954 da bi tîpên latînî elfabeke Kurdî dinivîse û diweşîne.
Sala 1957 de li Surîyê Partîya Demokrata Kurdistanê dadimezirîne û dibê sekreterê yekem.
Di zîndanên Şamê de pir caran rastî lêdan, êşkence û zilmê tê. Kesên ku bûne şahadê vê yekê û min ew naskirine, hemûyan jî qala mêranî û berxwedana wî dikirin.
Ji ber xebatên sîyasî cara duyem ew sirgunî Lubnanê dibe. 1971 de ji partîyê îstîfa dike li ser ziman û edebîyata- wîjeya- Kurdî dixebite.
Li gundên Kurdistana Rojava qurs vekirine û bona fêrkirina zimanê Kurdî xebitîye.
Kesên ku dixwazin dîroka têkoşîna azadîyê û xebata çanda gelê kurd binasîn, divê bîranînên Osman Sebrî bîrnekin.
Apê Osman Sebrî ji bo azad bûna gelê xwe gelek xebitîye. Hêyf ku Osman Sebrî di nava gelê Kurd de kêm hatîye naskirin.
Ew, kesên ku di Xoybûnê de cîh girtine bi hişkî rexne dike. Endamê Xoybunê nehatine tecrubekirin, bijartin, kî çûye bin xetê buye endam. Gelek ji wan serxetê tevî neyar xebitîne li binxetê jî bûne endamê Xoybûnê. Lawê Brahîm Paşa, Xelîl Beg ew bi devê xwe dibêje ku tevî walîyê Mêrdînê xebitîye. Ew ji Osman re dibêje; “Ji min bêtir hemû lebat (endam) ê Xoybûnê ehmeq derketin. Min dizanî ku ew tevger naçe serî, lewre dema ji me re beyan, al û belavok dihatin, roja dûtirê min hemî şandin ji valîyê Mêrdînê, (Tewfîq Hadî) re. Ji alîkî min dostanîya Tirkan karkir û alîyê din ez sirgûn nebûm.”
”Çi gotinek bêbav û gotinek bê rûmet!..” Ma Xelîl beg lawê kê bû? Lawê Brahîm Paşa, yê ku diz û talankerê gel bû. Qet ne ecêbe ku kurê dizekî bibe xiniz.”
“Berhemên Osman Sebrî :
Dîwana helbestan- Apo 1979 an de ji alî Hemreş Reşo hatîye çapkirin.
Dîwana helbestan ”Bahoz” û çend nivîsên din.
Pirtûka lêkolînê. Li ser ziman û rêzimana Kurdî
Elfabeya Kurdî ya ku ji alî Mîr Celadet Bedirxan ve hatîbû sazandin.
Çar Leheng- Şanoyî” (Bîranînên Osman Sebrî rûp. 19- Berken Bereh)
Dema ku em li Surîyê bûn me çend caran ew zîyaret kir. Li Şamê taxa Kurdan, di malek mutevazî û di halê xwe de dima. Tîfaqa nava kurda girîng didît û diparast. Kesên ku dixwazin dîroka têkoşîna azadîyê û xebata çanda gelê kurd binasîn, divê Osman Sebrî ji bîr nekin.
Apê Osman Sebrî 11-01-1993 de vefat kir. Serê gelê Kurd sax be.
Haci Bedir Beg serekê eşîra Reşîyan û şandîyê qeza Kextê yê. Di şerrê Entebêde hember fransizan pir berxweda bû.(mêranî, comerdî û xêrxwazî jî xisusîyetên wî ne. [1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 483
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 15-07-2023
Articoli collegati: 8
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 00-00-2021 (3 Anno)
Libro: Letterario
Libro: Memoir
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ئاراس حسۆ ) su 15-07-2023
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 16-07-2023
Questa voce recentemente aggiornato da ( سارا ک ) in: 16-07-2023
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 483
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 518,797
Immagini 106,048
Libri 19,350
File correlati 97,415
Video 1,397
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.938 secondo (s)!