Komxebata têkildarî Lozanê: Kurd bi hêz in û pêşengiya pêvajoyeke nû dikin.
Di axaftinên rûniştina yekemîn a Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê de bal li ser girîngiya xurtkirina yekitiya nîştimanî û paşguhkirina peymanên Lozan û Sykes-Picot`ê hat kişandin.
Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê ya li bajarê Hesekê tê lidarxistin, dewam dike.
Rûniştina yekemîn a bi sernavê “Rewşa siyasî ya herêmê beriya Peymana Lozanê” ji aliyê lêkolînerê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Murşid Yûsif ve hat birêvebirin.
Di rûniştinê de du mijar hatin nîqaşkirin; mijara yekemîn bi sernavê “Peymana Sykes-Picot û dîroka damezrandina netewe-dewletê li Rojhilata Navîn” bû û ji aliyê mamosteyê qanûna navneteweyî yê Zanîngeha Kîptawn a Afrîkaya Başûr Dr. Mehmûd Batil hat birêvebirin. Mijara duyemîn a rûniştinê jî bi sernavê “Rewşa Kurd û Kurdistanê bi damezrandina netewe-dewletê re” bû û Hevseroka KNK`ê Zeyneb Murad bi rêve bir.
Dr. Mehmûd Batil ku bi rêya Zoomê beşdarî komxebatê bû, behsa encamên Peymana Sykes-Picot ji bo gelê Kurd kir û got: “Peymana Sykes-Picot Kurdistanê parçe kir. Sykes-Picot encama Şerê Cîhanê yê Yekemîn e. Kurd hatin parçekirin û di asîmîlasyonê re hatin derbaskirin. Gelê Kurd bi qirkirinê re rû bi rû ma. Niha jî hewl dide tevî gelê herêmê bi azadî û demokrasî bijî.”
Batil anî ziman ku hemû projeyên Kurdan ji bo gelên demokratîk û avakirina pergala demokratîk li herêmê ne û destnîşan kir ku ew proje li gorî demokrasiyê, aştiya demokratîk, wekheviyê û paşguhkirina bendên Lozan û Sykes-Picot tên pêkanîn.
Batil, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek mînaka pêkanîna projeya demokratîk destnîşan kir û got: “Lewma, divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin. Ev demokrasiya herêmî (Rêveberiya Xweser) ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn dikare bibe çareserî.”
=KTML_Bold=BANGA YEKITIYÊ=KTML_End=
Di mijara duyemîn a rûniştinê de jî Hevseroka KNK`ê Zeyneb Murad ku bi rêya Zoomê beşdar bibû, bal kişand ser rewşa Kurd bi damezrandina netewe-dewletê re û got: “Peymana Lozanê ji gelên din zêdetir bandor li gelê Kurd kir. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn sîstema cîhanî di destê Brîtanya û hêzên mezin ên herêmê de bû. Wê demê siyasetên rojhilat û roajvayê Asyayê hatin danîn, dewletên nû hatin avakirin. Netewe-dewleta Tirkiyeyê jî li ser esasê şofenîzm û neteweperestiyê ku tu kesên din qebûl nake, hat damezrandin.”
Zeyneb diyar kir ku Peymana Lozanê berdewama Peymana Qesrî Şêrîn e ya ku Kurdistan kir mêtingeh û parçe kir û wiha dom kir: “Peymana Lozanê ya behsa mijarê ne tenê bandor li gelê Kurd kir, lê belê bandor li gelên din ên herêmê jî kir û li ser bermahiyên împeratoriya osmanî dewletên nû hatin avakirin.”
Zeyneb bal kişand ku bi Peymana Lozanê re, Kurdistan di bin sîstemeke navneteweyî de bû û dijminên Kurdan hewl dan hebûna wan tune bikin û got: “Zilm li Kurdan hat kirin, lê ew bêdeng nebûn û têkoşîn berdewam kirin. Lê belê dewletên dagirkerên Kurdistanê zordestiyê li Kurdan dikin. Bandorên peymana 1923`an heta roja îro dewam dikin. Lê îro Kurd bi hêz in, pêvajoyeke nû bi rê ve dibin û serkêşiya çareseriyê li Rojhilata Navîn dikin. Birêz Abdullah Ocalan li ser tecrûbeyek demokratîk a nû nivîsî û behsa çareseriyên hemdem ên li gorî Rojhilata Navîn kir.”
Hevseroka KNK`ê Zeyneb Murad bal kişand ser girîngiya yekitiya Kurdan û got: “Bila bibin hêzeke nîştimanî û berpirsiyariya pêvajoyê hildin ser milên xwe. Sedsalek derbas bû, Kurd niha bi roleke sereke radibin. Em dikarin bêjin sedsal piştî Lozanê divê em Kurd hemû nakokiyên xwe derbas bikin û li gorî berjewendiyên hevbeş ji bo rizgarkirina Kurdistanê û gelê Kurd kar bikin. Divê em stratejiyeke nîştimanî esas bigirin. Eger em bixwazin çarenûsa dîroka xwe biguherînin, divê em Lozaneke nû û parçekirineke nû qebûl nekin. Kurd ne wek beriya sed salî ne, ew niha xwedî sîwaneke demokratîk in.”
Piştre nîqaşên beşdaran têkildarî her du mijaran dest pê kirin. Di nîqaşan de hat diyarkirin ku dewletên hegemonîk xwestin bi rêya Lozanê Kurdistanê li ser nexşeyê tune bikin û ew heta niha jî dixwazin Kurdan qir bikin.
Her wiha hat destnîşankirin ku divê Kurd li hember Lozaneke nû hişyar bin, xwe di çarçoveya ewlehiya neteweyî ya kurdî de bi rêxistin bikin, berjewendiyên şexsî deynin aliyekî û tevgereke kurdî ya nîştimanî ya yekbûyî ava bikin.
Komxebat bi rûniştina duyemîn dewam dike.[1]