EHMED MUSTEFA : Helbestvanekî Kurd e ji kurdistana Sûriyeyê
Helbest û gotaran bi kurdî û Erebî dinivîsîne .Ji Herêma Efrînê ye di sala 1980 yî de ji dayîk bûye
Li Cindirêsê _Gundê Kora. Di Sala 2007 an de ji Welêt derketiye û niha bixwe li Swîsreyê rûniştiye
$Kurtejiyan$
Navê min Ehmed mihemed mistefa ye, di 07-08-1989 an de li gundê koran taxa cindirêsê ( #Efrîn# ) ji dayik bûm .
Zango min bi dawî nekir.
Gava ez fêrî zimanê kurdî bûm min helbesta kilasîk dest pê kir û nivîsand, lê ez bawerim ez dirêj nakim , ez ê pê re helbestên nûjen binivêsîn im û ezê xwe pê re mijûl bikim ez wek dilxwazekî, aşiqekî, evîndarekî çi ji welêt, dayik, yar, zimanê kurdî re ezê helbest rist bikim .
Du Pertûkê min hene lê hîne ronî ne dîtine û çap ne bû ne jiber rewşa min ya aborî jî min nikarim helbestên xwe di pertûkekê de çap bikim,
1-Pertûkek min ya bi navê “ÊŞ Û AZAR”
Bi tîpên Kurdî hatîya nivîsandin
Û
2-Pirtûka ya din bi Zimanê Arabî ye
Bi navê “أزهار شلير” “Çîçekên Şilêr”
Lê van her du ya Ronî nedîne heya niha.
Di vir de dixwazim du helbestan diyarî xwendevanan bikim
Peyvên Evîndariyê
Gava berbanga sibê xûnav dikevê
Dengê çivîka û pelên daran
Awazkî di guha da diçînin
Gava dilopên baranê yên yekemîn
Lêvên te maçdikrin…
((Sor gula min))
Zanibê Ew ne helbestê minin
Bo te dibijim
Hest û gotinên minî Evînî ne
Ez û êvarê
Gava êvar dibê kela Eşqê
û Evînê min diçelqînê
û Alem dibê Hilka xewnên min
Gava êvar dibê
Kela dûrbûnê bûf min dikê
û Agirê sewdê min diqijlînê
Gava êvar dibê
Di ber bayekî Hênik dikevim
û min dibê dûnyayeke din
Gava êvar dibê
Pelên gîyanên min ji dilê min diqetin
Gava Evar dibê
Li pişta şevê dinim
û Stêrka ji xwe re dikim nîşan
û li şifaqa xwe yî hindayî digerim
Li gava yekemîn çirûska
Roja sibehê zû meyze dikim
û pêrgî şifaqa xwe tên
Bi şewat
((Belê))
Bi şewat
Li benda zayîna êvarik hênik
Dimînim
çavên te
Kerîyik kewayê
Di destê min da
Keşwarên Evînê avadikê
çavên te
Ferhengik ji hemî hîvên eşqê û evînê re ye
çavên te
Sazik ne (( Bach)) û ne jî ((Beethoven ))
Awaz kirî bûn
çavên te
Tabloyek wêneyê ne hatîye
cêkirin
çavên te
Kevokek kedî ye
Ji hêlîna keşwarê dilê min nefire
çavên te
Destpêk û dawîyê şepala
Jîyana min e
Zayîn gur dawîya min e
2007
…………….
Welatê me navê xwe Kurdistan
eRabin ser xwe ey xortên Kurdistan
Bes e ev zulma bi hezar salan
Ne rojek e û ne jî du roj in
Ev pênç hezar sal in
Em bang dikin Kurdistan
Rabin ser xwe ey keçên Kurdistan
Rabin , ji xwe giranşerme hûn nebin
Mîna xortên Kurdan
Xwendevan û xwendevan
Bi ziman BIKE wan xortên nezan
Şîyar bike wan keçên nezan
Ey serok û rêberên Kurdan
Bes e ev rojên dirêj û aram bi hêvî û bi nîşan
Rê bidin van xortên zana û ciwan
Da ew bînin niştiman
Ey aştîxwaz û welatparêzên Kurdan
Bangê bidin Tîrêj û Xanî
Wan hêvîyên Feqiyê Teyran û Bedirxanî
Kurd şîyar bûn bi dengê seydayê Cegerxwîn
Ey xortên dilbixwîn
Ey keçên nazdar û şîrîn
Şerma mezine hûn nebin
Xwedîyên welatekî bi sed û sê birîn
Welatê me
Şêrîn e welatê me ….welatê me şêrîne
Dewlemend e welatê me ….welatê me rengîne
pir xweş e erdê me , erdê me şêrîn û şekire
Rewşenbîr û siyasetvanê Kurdan
Binivsînin dîroka xwe li erd û asîman
Mafê xwe bidin naskirin
Li çar perçeyên Kurdistan
Gelê xwe pêşbixin mîna welatên azadîxwaz
Ji hev hez bikin wek hezkirina av û axê
Kurdo ev pênç hezar sal in
Em bang dikin Kurdistan
Welatê me
2009
[1]