$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Piling Rustem
Nav û paşnav: Ahmet Kaya
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dê û bav: Emîne - Abdullah
Dîrok û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Piling li Sêrtê ji malbateke ji Sêrtê ji dayik bû, ji ber zextên dijmin neçar ma koçî metropolên Tirkiyeyê bike û ew li Mêrsînê mezin bû. Di malbateke feqîr, kedkar û welatparêz de mezin bûye. Ligel ku demekê li dibistanên fermî yên Tirkiyeyê xwend jî, dev jê berda û jiyana xwe ya karkeriyê domand. Ne di dibistanên fermî yên Tirkiyeyê de û ne jî di jiyana modernîteya kapîtalîst de ti carî xwe winda nekir û wî cewhera xwe ya Botanê parast. Ji ber ku xizm û derdora wî ya nêz tevlî partiya me PKK’ê bû, sempatiya wî ya ji bo PKK’ê zêde bû. Ji ber ku hevrêyê me Piling bi hesreta mezin a dûrî welatê xwe, bi êşa gelê xwe, bi hêrsbûna kurê gelê bê nasname, di dilê xwe de jiyan nas kiriye. Wî fêm kir ku jiyaneke rast, di lêgerîna jiyana azad de ye. Hevrê Piling ku li ser esasê lêgerîna jiyana azad beşdarî xebatên ciwanên şoreşger bû, di van çalakiyan de bi xwe şahidiya rûyê rast ê dijmin kir. Mêtingerên ku nekarîn meşa şoreşgerî ya hevrêyê me Piling bidin sekinandin û xwestin wî ji têkoşîna azadiyê asteng bikin, gelek caran hewl dan wî destgîr bikin û wî bitirsînin. Li ser vî esasî di sala 2011’an de 6 mehan di girtîgehê de ma. Lê vê pêvajoyê hişmendiya hevrêyê me û hêrsa wî zêde kir. Hevrêyê me di bihara 2012’an de, yek ji qonaxên lûtkeya şerê gelê me yê şoreşgerî, biryar da têkoşîna xwe di nava refên gerîla de bidomîne, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên PKK’ê dibe.
Hevrêyê me Piling perwerdeya xwe ya yekem di qada Metîna de di nava refên PKK’ê de stend û li qada Heftanînê dest bi pratîkê kir. Hevrêyê me Piling ku li Heftanînê fêrî gerîlatiyê bû û tecrube stend, him di hunera leşkerî de û him jî di azadiya PKK’ê de asteke girîng bi dest xist. Li ser vê bingehê ji bo pisporiya şaxên leşkerî derbasî jîngeha akademiya leşkerî dibe. Piştî perwerde û pisporiyê di heman akademiyan de hevalên xwe perwerde dike û alîkariya hevalên xwe dike. Di hunera leşkerî de kûr dibe, di fermandariyê de jêhatî dibe, di milîtaniya Apoyî de mezin dibe. Li ser vê bingehê di nava xebatên hestiyar ên Partiya me de cih digire ku bawerî û hesasiyeteke mezin dixwaze. Hevrêyê me hewl dide ku erkên xwe bi awayekî herî baş bi cih bîne. Her çend hevrêyê me Piling di pratîkê de ji ber ku binê pêyê wî rast e, zehmetiyê dikişîne jî vê nerihetiyê wekî astengiyê nabîne.Fermandar Egîd ê ku binê pêyê wî jî rast bû ji xwe re dike mînak. Hevrêyê me Piling ku ji qada Qendîlê derbasî Çarçella bû, ji ber bandora hawirdora şerê germ li vir ket nav pratîkê. Ji ber ku bi salan wî dixwest dijmin bibîne û hemû hunerên xwe dide têkoşînê. Li ser vê bingehê beşdarî gelek çalakiyan dibe. Li ser şopa yek ji fermandarê me yê mezin Reşît Serdar li Zagrosan li ser serkeftina gerîla disekine. Hevrêyê me Piling ku heta kêliya ku gihişt şehadetê ji vê helwestê tawîz neda, weke fermandarekî pêşeng tevlî karwanê şehîdan bû. Helwesta birûmet, kesayeta xwe ya bi rûmet, milîtaniya kedkar û fermandariya leheng a hevrêyê me Piling wê her tim ji me re hevalan re bibe mînak û bîranîna wî wê her tim rêya me ronî bike.[1]