VEGOTINA HÊMAYÎ Û METAFORÎK DI MAMIKÊN KURDÎ DE
Kenan SUBAŞI
Di nav keresteyên gelêrî de mamik li gor şêwaz û naveroka xwe hêjayî gelek lêkolîn û analîzan e. Wek pênaseya wan, dewlemendiya mamikan û geşedana wan a dîrokî jî efsûnî ye. Her çiqas îro wek keresteyeke kêf û lîstikê û ji bo fêrkirina ziman amûreke kêrhatî be jî li gorî lêkolîneran di eslê xwe de mamik berê ji bopêşbaziyên zîrekiyê yên siltanan û ji bo veşartina raz û sembolan gotinên zor û zehmet bûne. Di vê xebatê de me jî hewl da ku di mamikên kurdî de di bin gotinan de çi hêma, metafor û sembol hene bizanin. Di serî de berî ku em analîza hêmayên di mamikan de bikin me xwest em bi giştî bidin zanîn ka mamik çi ne û çawa tên afirandin. Her wiha me du rêbazên afirandina hêmayan ango matafor û metonîmî û têkiliya wan a bi mamikan re da ber çavan. Piştî vê kurtenasînê, me hêmayên di mamikên kurdî de li gorî çawanî û çendaniyê parî kir û bi mînakan ew nîşan dan. Herî dawî jî me ji bo şayesandina hin heyberên şênber ên sereke yên ku di mamikên kurdî de cih girtine, tabloyekê hêmayan çê kir. Bêjeyên Sereke: Mamikên Kurdî, Metafor, Metonîmî, Hêma.[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî) lingua, fare clic sull'icona
per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 1,750
Scrivi il tuo commento su questo articolo!