Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 518,857
Immagini 106,274
Libri 19,333
File correlati 97,317
Video 1,398
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Şehîd Dilsoz Tirbespiyê li ser rêça hevrêyên xwe meşiya
Gruppo: Articoli | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şehîd Dilsoz Tirbespiyê li ser rêça hevrêyên xwe meşiya

Şehîd Dilsoz Tirbespiyê li ser rêça hevrêyên xwe meşiya
Bi rakirina nîşaneya serkeftinê û bi van gotinan; Em natirsin û berdêl çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin dayika xwe oxir kir. Ev gotinên şervana Hêzên Erka Xweparastinê Dilsoz Tirbespiyê ne ku asta girêdana wê bi armanca ji bo wê şer kir, nîşan dide.
Şoreşa 19´ê Tîrmehê ya ku çirûska wê li Rojava dest pê kir û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû bi tevlêbûna xort û keçan balkêş bû. Li ser bingeha ku hêza dînamîk a civakê ne, gelek erk rakirin ser milên xwe da ku civakê bigihînin ewlehiyê û civakeke demokratîk a azad ava bikin.
Şoreş bi bidestxistina gelek destkeftiyan li ser astên siyasî, aborî, civakî û leşkerî tacîdar bû. Ev yek bi saya fedakariyên şehîdan pêk hat ku heta niha berdewam in.
Li pêşberî van fedekariyan, dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hemû rê û rêbazan, çekên pêkşetî vê şoreşê têk bibe. Dewleta Tirk a dagirker pêşeng, çalakger, welatparêz û şervanên şerê wê dikin û parastina xaka xwe dikin hedef digire, ji wan jî şervana Hêzên Erka Xweparastinê Dilsoz Tirbespiyê.
DILSOZ TIRBESPIYÊ KÎ YE?
Hêvîn Yasir Osman (Dilsoz Tirbespiyê) şervana Hêzên Erka Xweparastinê ye. Şehîd Dilsoz di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li dijî bajarê Qamişlo şehîd bûye.
Dilsoz Tibespiyê di 2004´an de ji dayîk bûye. xwişka 3 keçan û du birayan e. Di hemêza malbateke welatparêz de ji navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo mezin dibe ku bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re cihê xwe di şoreşê û saziyên wê de girt.
Şehîd Dilsoz Tirbespiyê li dibistana Feysel a li Tirbespiyê qonaxên seretayî û navîn xwendiye. Têkildarî mijarê bavê şehîd Dilsoz, Yasir Osman golt: Dilsoz hevala min bû, têkiliya min bi wê re ne tenê têkiliya bav û keça xwe bû. Bi taybet me her duyan cihê xwe di têkoşînê de girtibû.
Osman wiha domand: Bi dayik, xweşk û birayên xwe re pir dilnizm bû û di malê de hewaya şadî û kêfxweşiyê çêdikir.
Têkildarî tevlêbûna Dilsoz i nava Hêzên Erka Xweparastinê de, Yasir Osman ev anî ziman: “Dilsoz bi vîna xwe tev lê bû. Ez xwestekên zarokên xwe teşwîq dikim, tevî xeteriya vebijêkan. Ez di wê baweriyê de bûm ku welat û erka parastina wî di ser hemû tiştî re ye.
Osman wiha domand: Mîna zarokên we ku ev biryar dane, me agahiya şehadeta wê raxistibû ber çavên xwe.
Yasim Osman balkişand ser zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bi taybet êrişên balafirên bêmirov û got: Dagirkeriya Tirk ji sedan salan ve şerê gelê herêmê dike û îro jî hewl dide bi rêya balafirên xwe yên bêmirov vîna gelên herêmê têk bibe. Lê em jê re dibêjin em ê rêya şehîdên xwe berdewam bikin.
Dayika Dilsoz, Meysa Îsmaîl li ser zarokatiya keça xwe wiha axivî: Di malê de pir henûn bû. Têkiliya wê bi xweşk û birayên xwe re pir baş bû. Di rûniştinên malbatî de hewayeke xweş çêdikir. Hevaltî pîroz dikir û têkiliyên xwe bi hevalên xwe re di ser her tiştî re digirt. Lê her tiştê jê hez dikir li pey xwe hişt û bersiva banga erka xweparastinê da da ku şênî û xaka welatê xwe biparêze.
Meysa Îsmaîl wiha domand: Dilsoz ji min re digot dema ez şehîd bûm divê tu negirî. Lê min jê re digot windakirina kezebê pir zehmet e. Wê jî digot li dayika Zeyneb binêre 3 şehîd ji bo welat daye û hîna bi hêz e û amade ye çekê rake.
´RÛKENIYA WÊ KÊFXWEŞIYA ME Û JÊDERA HÊZÊ JI HEVRÊYÊN WÊ RE BÛ´
Li gorî dayika Dilsoz û hevalên wê, ji biçûkaniyê ve rûkenî her tim li ser rûyê Dilsoz bûye, heta hevalên wê jî diyar kirin ku rûkeniya wê moralên wan bilind dikir. Heta kêliya şehîdxistina wê tevî 3 şervanên din ên Hêzên Erka Xweparastinê di êrişa dewleta Tirk a 9´ê Tebaxê li ser Qamişloyê de rû li ken bû.
DILSOZ ÇAWA XATIR JI DAYÎKA XWE XWEST?
Meysa Îsmaîl têkildarî bûyerekê ku di navbera wê û şehîd Dilsoz de pêk hatiye wiha bi bîr xist: Di derengiya şevekê de, min dît Dilsoz şiyar e. Gazî min kir, da ku li dîmenekê wê amade kiriye binêrim. Di dîmenê de wêneyên wê ku dikene hebûn. Li ser dîmenê ´Bikene, dibe ku ez şehîda bê bim´ nivîsandibû. Ji min xwest ku vê dîmenê di şehadeta wê de vêxim.
Dilsoz di vegera li nuqteya xwe ya leşkerî de pir bi lez bû, piştre ji meta xwe pirsî wê kengî derkevin. Mîna ku ew li ser soza xwe ya şehadetê bû. Dema amade bûn xatir ji malbatê xwest û dûre li erebeyê siwar bû û careke din xatir xwest û serê xwe di erebeyê re derxist û nîşaneya serkeftinê hilda.
Dema dayika wê jê re dibêje; bikeve erebeyê balafirên bêmirov hene, li wê dinêre û dikene û nîşaneya serkeftinê dîsa bilind radike û dibêje: Em ji Erdogan û balafirên wî natirsin. Em ê heta serkeftinê têkoşîn û berxwedanê berdewam bikin.
´DIVÊ SÎXUR Û XAYÎN RADESTÎ MALBATÊN ŞEHÎDAN WERIN KIRIN´
Meysa Îsmaîl behsa Operasyon Sond a ku QSD´ê li dijî xayîn û sîxuran li dar xistiye kir û xwest ku xayîn û sîxuran radestî malbatên şehîdan bikin da ku wan darizînin. Her wiha şehadeta keça xwe li rêber Ocalan û tevahî şehîdên şoreşa azadiyê pîroz kir û bang li hevrêyên wê yên li eniyên şer kir ku rêya berxwedan û têkoşînê dewam bikin.
´EZ PÊ SERBILIND IM, EW ŞERVAN Û ŞEHÎD E´
Şervana YPJ´ê Raperîn Tirbespiyê ku meta şehîd Dilsoz Tirbespiyê ye wiha got: Dema min ew li kêleka xwe didît serbilind bûm. Di tevahî wane û dewreyên perwerdeyê de serkeftî bû. Moralên me hemûyan bilind dikirin. Serbilindiya min pê zêde bû, dema di oxira welatê xwe de şehîd bû.
Raperîn Tirbespiyê wiha dawî li gotina xwe anî: Dewleta Tirk a dagirker ji bo vîna jinan bişikîne wan dike armanc. Lê em YPJ´ê soz didin hevalên xwe yên şehîd ku em ê ji bo armancên wan tê bikoşin.
(fr)
ANHA
[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 924
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/
Articoli collegati: 2
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 22-08-2022 (2 Anno)
Dialetto: Curdo - Badini
Libro: Rapporto
Libro: Donne
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ئاراس حسۆ ) su 03-09-2022
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 03-09-2022
Questa voce recentemente aggiornato da ( سارا ک ) in: 03-09-2022
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 924
Attached files - Version
Tipo Version Nome Editor
file di foto 1.0.153 KB 03-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 518,857
Immagini 106,274
Libri 19,333
File correlati 97,317
Video 1,398
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.266 secondo (s)!