ZEYNEB YAŞ، di sala 1974'an de li bajêrê Sêrtê, li gundê Eynberan çavên xwe li jiyanê vekiriye. Heta dibistana navîn li gund xwendiye, li Stenbolê lîse û zanîngeha Marmarayê Beşê Zimanê Fransî û Perwerdehî qedandiye. Di sala 1989'an de bi berhevkirina destanên Kurdî ji ser zarê babê xwe dest bi xebatên berhevka-riya zargotina kurdî kiriye. Di sala 2003'an de bi Zaningeha Bergen / Norweçê re, li ser babeta ‘Rola Jina Kurd di Çanda Kurdî de’ dest bi xebatek meydanî kiriye, jê û pêve jî lêkolîna li ser çanda Kurd ji xwe re kiriye karê asasî. Di sala 2003'an de bi hevkarî ligel Enstîtûya Kelepûrê Kurdî ya ku li Silêmaniyê berdewam kiriye. Di heman wextî de li Enstîtûya Kurdî ya Amedê jî beşdarî gelek xebatan bûye. Di sala 2007'an de, li Enstîtûya Kelepûrê Kurdî beşê Duhok, beşa Lêkolîn û Berhevkariyê damezrandiye û heta sala 2011'an de birêve biriye. Di sala 2012'an de projeya wê ya lêkolîn û berhevkariyê ya li ser hunermendên muzîka Kurdî ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêveberiya Duhokê ve hatiye qebûl kirin. Heman wext berfirehiya vê projeyê ku ji 2 Cild pirtûkên Şakarên Muzîka Kurdî hatî ama-dekirin kirin ji aliyê Şaredariya Bajarê Amedê a Mezin, Daîreya Çand û Turîzmê ve ji bo çapê hâte qebûlkirin. Ji sala 2012'an ve, li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê,li Muzeya Bajêr a Amedê li Qesra Mala Cemîlpaşa xebatên xwe berdewam dike...
[1]
Berhemên wê:
- Bajarê Ku Razên Xwe Ji Bircên Xwe Re Dibilîne, Werger,
(Nivîskar; Şêxmûs Diken), Wesanxaneya Lîs, 2005.
- Ez Eyşe Șan im, Lêkolîn, Enstîtûya Kelepûrê Kurdî, Silêmanî, 2008.
- Mihemed Şêxo, Lêkolîn, (li ber çapê ye).
- Koleksiyon û lêkolînên li ser jiyan û berhemên hunermendên Kurd ên wekî; Eyşe Şan, Meyrem Xan, Nesrîn Şêrwan, Gulbihar, Tehsîn Taha, Mehmûd Hesen Kirorî, Erdewan Zaxoyî, Eyaz Yûsif ji aliyê dezgehê Enstîtûya Kelepûrê Kurdî ve hatine çap û belav kirin.