Cilûbergên kurdî
Sîpan Sofîzade
#Cil û berg# ên kurdî ew cil û berg in ku taybet bi neteweya kurd in û beşeke girîng a çanda kurdî pêk anîne û netewa kurd bi cil û bergên xwe yên resen ve tê nasîn.
Cil û bergên kurdî ji aliyê şêwe û lixwekirinê ve ji navçeyekê bo navçeyek din cudatir e, ji dema derketina çanda cilûbergên kurdî heta niha, şêweya wê hatiye guhertin, lê dahata neteweyiya xwe parastiye û bûye nasnameya neteweya kurd.
Dîroka cilûbergê kurdî:
Dîroka cil û bergê kurdî vedigere bo dîroka kurd û wêneyên herî kevn ên cil û bergên kurdî jî vedigere bo serdema Hexamenişînan.
Kumê Medan niha jî di piraniya navçeyên Kurdistanê de tê sûdwergirtin, koka piraniya cil û bergên kurdî vedigere bo serdema Medan.
Nivîsîn û berdnivîsên sedsalên derbasbûyî wêneyê piraniya jin û mêrên navçeyên cuda ên navçeyê bi kincên kurdî ve nîşan dide, piraniya wan tabloyên kevnar ên ji serdema Hexamenişîn in, ku li ser wan kevirên kevn, wêneyên serbaz û fermandên Medan hene.
Bi derbasbûna demê cil û bergên kurdî hatine guherîn û bûne yên ku di îro de hene, yekem guherînkariya sereke piştî serdema Qacar û Osmaniyan bû, ku cureya qumaşan zêde kir û di qonaxên paşê de jî her zêdetir kiriye, tevî ew guherînkariyên ku bi ser cil û bergên kurdî de hatine, heta niha jî reseniya xwe parastine û xelk bi dîrokeke pir ji serwerî mêze wê yekê dikin û li xwe dikin.
Cil û bergên kurdî yên jinan
Yek ji ciwantirîn û balkêştirîn cil û bergên cîhanî pêk hatine ji cil û bergê jinên kurd, ku ji rûyê şêwe û cur bi curiya reng ve, zêdetir ji sedan curên ciyawaz heye.
Yek ji taybetiyên herî diyar ên cil û bergên kurdî jî ew e ku bi şêweyên cur bi cur ên destî têne dirûtin û curbicuriya rengan di hilbijartina qumaşê wan de nirxek bilind pê bexşiye. Di şert û mercên asayî de şekl û şêwaza vî cilî li gor navçeya erdnîgarî û selîqeya jinanê diguhere; Lê di şeran de jin wek zilaman cilan lixwe dikin û ciyawaziya wan nîne. Jin zêdetir girîngiyê didine bi bikaranîna keresteyên ciwankarî û nemaze “mêxek û lîre, morikên rengîn û jêrçene, guhberok, dugme û bendik, şûtika lîreyî, navçavan, aşiqbend” û çend cur ji xemilandinên din. Cil û bergên jinan ji çend cureyên wek “kiras, êlek, selteyî, kewa, şal, destmal, kum û kofî” pêk tên.
Cil û bergên kurdî ên mêran
Cil û bergên kurdî ên mêran bi giştî “kewa û patol” e ku şêwaz û rengê cur bi cur heye.
Cilûbergên mêran çend beş hene, merc nîne ku hemû di heman demê de werin bikaranîn.
Cura çalakiyên rojane yên wekî keşûhewa, selîqeya kes yan tak li ser lixwekirina cil û bergan bandordar e, bo mînak ji bo karê rojane an jî ku di demên berê de mêr bi piranî mijûlê çandiniyê bûne, tenê pantol bi bê kiras yan kewa lixwe kirine.
Cilûbergên mêran jî çend beşekê li xwe digire wek “ranik û çoxe, şal yan pantol, doxînî, soranî, êlek yan ferincî û hwd.”
Hevdem keresteyên ciwankarî jî hene bo mînak: “Şûtik, kum, axabanî yan cemedanî, pûşî, saq, tizbî, şimşûr û xencer”.
Roja Cilûbergên kurdî
Zêdetirî 10 salan e ku li Herêma Kurdistanê roja 10ê Adarê bi fermî wek roja cilûbergên kurdî hatiye diyarkirin û bi roja cilê nîştimanî jî tê naskirin.
Ji ber ku lixwekirina cil û bergên kurdî ji bo nasandina çand û reseniya kurdî girîng e, li seranserê cîhanê yê ku kurd be û bixwaze, dikare bi şêwazên cuda ji reng, cur, model û heta çanda dirûtin û lixwekirina xwe wan cilûbergan bi kar bîne û salane navendên xwendin û beşa taybet wê yadê dikin û heta niha jî milkê neteweyî parastine û kariye heta niha di nav kurdan de bi zîndî bimîne.
[1]