=KTML_Bold=Zerdeşt û Felsefa Zerdeştî -1-=KTML_End=
Can Şeker
Demek pir kevn berê li welatê Medan, nêzîkî gola Ormiyê gundekî piçûk hebû. Li vî gundî malbateke bi navê Spîtama dijiya. Ji vê malbatê re kurek çêbû. Dê û bavê wî navê Zerde?t lê kirin. Dema Zerde?t ji dayik dibe, nagirî, dikene. Yên ku vê bûyerê dibînin ecêb dimînin, lewra tu carî ne ti?tek weha dîne û ne jî bihîstine. Li ser vê bûyerê gund dibe du ber. Hinek dibêjin; Dê ev zarok bibe mirovekî mezin, û dê ji gelê me re bibe rêber û ji kêfa dilerizin.Li aliyê din jî hin kes hene ku xwedî ramanên xerab in. Metran û Karapana (Rahîbên olên Mithra û Daevayê ne) didibêjin; Ev zarok dê mezin bibe, gel li pey wî biçe û dê ola me têk biçe; ji me re tu text û tac nemîne. Ji tirsa vê yekê dikevine nav hizran, xwe ji Zerde?t dûr dixin û di nav gel de fesadî û gelaciyan dikin. Pi?tî çend rojan ke?î? li hev dicivin û diçin mala bavê Zerde?t Poru?aspa û jê re dibêjin; Poru?aspa, em zanist û rêberên hemû xwedawendan û olan hatine ba te, da ku em te hi?yar bikin! Dema kurê te ji dayîk bûye negiriyaye û wek hacûcan keniye. Ev ne nî?anên ba? in. Li gor remlên (falên) me di pê?erojê de ev kurik dê ola me ji holê rake û em ê malwêran bibin. Divê tu kurê xwe bikujî!...Pour?aspa yek ji alîgirê ola Daeva ye. Li gor baweriya ola Daeva Bingeha ba?î û xerabiyê yek e. Mirov çiqas rêz li ba?iyê bigre divê mirov hewqas rêz ji xerabiyê re jî bigre. Dema ku qurbana ji Xwedayan re pê?kê? dikirin cudayî nedikirin navbera wedayê ba? û yê xerab. Ji bo ku tofan û sosret neyên serê wan, ji Xwedayê xerab re bêtir rêz digirtin.Pouru?aspa neçar mabû, nedixwest ku kurê xwe bikuje. Lê li aliyekî kurê wî û li aliyê din jî baweriya wî hebû. Zext û zora ke?î?an û a gel jî serbarê ser bû.Dotira rojê Pouru?aspa li meydana gund agirek mezin û ge? dada. Gundî hemû hatibûn wir. Pouru?aspa bi bejna Zerde?tê piçûk girt û kurik avêt nav agir. Agirê pîroz Zerde?t ne?ewitand û parast. Gundî û ke?î? mat mabûn û ji vê ecêba giran bawer nedikirin.Ke?î? ji inta xwe nedihatine xwar: Çi dibe bila bibe pêwîst e ku Zerde?t were ku?tin. Roja din Zerde?t birin nav garana ga û gamê?an. Bi sedan ga û gamê? li meydaneke civandin. Zerde?t danîn nav meydanê da ku ga û gamê? pê lê bikin û bikujin. Gamê?ekî xurt hat li ser Zerde?t sekinî û ew ji binpêkirinê parast. Dîsa ti?tek bi Zerde?t nehatibû. Li ser vê bûyerê ke?î? û matran hîn bêtir tirsiyan.Pi?tî çend mehên din, dîsa xwestin Zerde?t bikujin. Li derveyê gund ?ikefteke tarî û kûr hebû. Dêlegurek har li wir dijiya. Zerde?t birin li ber ?ikeftê danîn da ku dêlegur bê û Zerde?t bixwe. Dêlegurê ew nexwar û hemand heta ku diya Zerde?t Bêrîvan (Dughdova) hat û Zerde?t bir malê.Zerde?t êdî bûbû xortek 15 salî. Di serê wî de gelek pirs hebûn, digot: Gelo, ez kî me? Çima he me? Jiyan çi ye? Çima mirov dimire? Pi?tî mirinê jiyanek din heye? Kê ev asîman çêkiriye û van stêrkan tê de bi cîh kiriye? Ax, hewa, av û agir! Kê ev ji bo çi çêkirine? Xerabî û ba?î çi ne û çima hene? Ev pirs tu tebat nedidane Zerde?t. Ke?î? û metranan jî êdî hew dikarîbûn bersiva pirsên Zerdest bidin. Ji xwe bersivên wan, ji pirsên Zerde?t re nedibûne çare! Ke?î? û metran êdî ji ber Zerde?t ketibûne emanê û jê direviyan. Pi?tî Zerde?t dît kesî ku bikaribe bersiva pirsên wî bide nîne, biryara xwe da û bi xwe ket nav lêkolînan. Lewra diviya bû ku bersivên van pirsan bidîta.Rojên wî di nav daristanan de, li ser dar û beran, bi çûk û ajelên din re derbas dibûn. Bi ?ev jî li ser stêrkan lêkolin dikir. Herweha li ser suri?tê, element, av, agir, hewa û axê jî lêkolîn dikirin.Ke?î? û matranan, li gor olên xwe, ji her ti?tekî re Xwedayekî pejirandibû. Wek Xwedayê rojê Mîthra Xwedayê avê Anahîta, Xwedayê meyê û evînê Haoma(Homa), Xwedayê xêr û ?êr dihebandin. Ji Xwedayan re mirov û ajelan qurban dikirin. Ava Haoma vedixwarin, pê serxwe? dibûn û xerabiyan dikirin. Zerde?t bi awayekî e?kere li hember wan derdiket û digot: Mirov pîroz in, divê neyêne qurbankirin. Ajelên ku ?îr didin, ajelên ku cot dikin, ajelên bar û siwariyê hwd. divê neyêne qurbankirin. Ji bilî seremoniyan divê ava Haoma neyê vexwarin. Ava Haoma di koka xwe de pîroz e, derman e, divê ji bo serxwe?bûnê neyê vexwarin. Zerde?t wan ?ermezar dikir û baweriyên wan ser û binê hev dikir. Loma jî rojekê ke?î? û matran li hev kom bûn û biryar dan ku Zerde?t ji gund derxin.Zerde?t di 20 saliya xwe de dikeve silûsê ango înziwayê. Diçe çiyayekî bi navê Sabalan, li wir di ?ikefteke de dijî û li ser pirs û lêkolînên xwe hûr û kûr dibe. Bi rêya medîtasiyonê (zikr û îbadetê) li hundirê xwe dinêre. Li dij nefsê têdiko?e. Pa?ê digihîje radeyek wisa ku êdî dikare analîza lêkolînên xwe bike.Di nav mirov de ba?î û xerabî heye. Ba?î û xerabî herdem bi hev re di nav ?er de ne. Zerde?t mirovan dike sê be?: La?, hi?, giyan (ruh). La?: La? ji elementan pêk tê. Go?t û hestî ji axê ne. Pi?tî mirinê, la? li rastiya xwe vedigere û car din dibe ax. Xwîn û ava di la? de jî herweha li rastiya xwe vedigerin û car din dibine av. Nefes ji hewayê ye. Pi?tî mirinê ew jî li xwe vedigere û dibe hewa. Tîn ango enerjiya di la?ê mirovan de ku dibe sedema tevgera la?, xwîn û nefesê jî, herweha li rastiya xwe vedigere. Hi?: Hi? dibe sedema înkarnasîyonê û hesabê roja pasîn (qiyametê). Di jiyana pi?tî mirinê de, mirov çi kiribe, bi rêya hi? ew ti?t derdikevin pê?iya mirov. Eger mêr ba?î kiribe, ba?iya wî dibe beden û dikeve ?iklê keçikeke ciwan û rind û derdikeve hemberî wî. Eger xerabî kiribe, ew xerabî jî dibe beden û dikeve ?iklê keçikeke gelek ne xwe?ik û derdikeve hemberî wî. Ji bo jinan jî heman ti?t dibe. Ba?iya wan di bedena xortekî ciwan û rind de, xerabiya wan jî di bedena xortekî gemar, pîs û ?indokê mêran de derdikeve hemberî wan. Bi la? re hi? jî dimire. Giyan: Ew ji bedenê cudatir e û ne element e. Giyan ji Ahura Mazda ye û nemir e. Roja dawî, ew jî li rastiya xwe vedigere û dibe Ahura Mazda. Pi?tî mirina Zerde?t dê giyan bibe sedema bingeha feylozofîyê.Li ser siru?tê jî dibêje; Her ti?tek (madde û antî madde) ku di siru?tê de hene, wek ben bihev ve girêdayî ne.Lawazî an têkçûna ti?tekî, bandorê li ser ti?tên ji derveyê xwe ve jî dike. Belê Zerde?t ekolojîyê di wê demê de kef? kiribû. Li ser stêrkan jî weha dibêje: Sîstemeke xwedawendî li asîman heye. Her ti?t bi hev ve girêdayî ye û di nav ger û guherînê de ye. Mirina stêrkekî, destpêka stêrk an jî stêrkên din e. Ji bo dinyayê jî weha dibêje: Dinya (telus) wek hêkê ye. Zerika hêkê ax(erd) e, sipîçka li dor zerikê jî hewa û ti?tên din in. Qalikê hêkê jî wek zirx ji bo parastina Dinyayê ye.Mîthraniyan digot Hor (Roj) Xweda ye û navê wî jî Mîthra ye. Her ti?t wî afirandiye. Zerde?t ev bawerî jî ser û bin dikir û digot: Mîthra, Hor bingeha jiyana li dinyayê ye. Ji ber germî û rohniya xwe pîroz e lê ne Xweda ye. Yê ku Mithra, Horê jî afirandiye heye.Di gerdûnê (kosmos) de sîstemek heye. Madde û antî madde di nav tevlihevî ango kaosekî de ne. Di nav vê tevliheviyê de jî sistemek heye. Ev ti?t di mirov bi xwe de jî heye. Zerde?t ji gerdûnê re dibêje Mazda (mezin û zanist). Zerde?t, Mazda wek beden dibîne galaks, stêrk, siru?t(xweza), mirov, ajel, nebat û antî madde jî herweha. Her ti?tek mîna perçeyek ji Mazd dibîne û weha dibêje; Mazd, makro kosmos e. Mirov jî mîkro kosmos in. Di kosmosê de çi hebe di mirov bi xwe de jî heman ti?t heye. Bingeh yek e. Ahura Mazda jî, Ahrîman (bereveciyê Ahura Mazda ye, kana fesadî û xerabiyê ye) jî di mêjiyê mirov de ne.
Dê bidome...
Çavkanî:
1) Aryan Uygarliklarindan Kurdlere: Selahaddin Muhotuli, Koral Yayinlari
2) Nya Fakta om världens Mysterior: 34 niviskaren vê pirtukêne, Det Bästa Reader's Digest
3) Sahname: Firdewsi: E-Pirtuk
4) Zarathustra: Dr.Sirac Bilgin, E-Pirtuk
5) Old Persian text, Internet
6) Dr. Feyzullah Xuznevî
[1]