=KTML_Bold=Li ser '101 Romanên Kurdî'=KTML_End=
Dîrok: 30-05-2023 Beş: Serbest
=KTML_Underline=Mehmet Akar=KTML_End=
Dixwazim çend gotinan li ser pirtûka birêz Faîk Ocal pêşkêş bikim. Ocal di berhema bi navê “101 Romanên Kurdî” de li ser pêncî romanên kurdî pêşkêşî xwendevanan kiriye. Pêncî romanên kurdî dinirxîne. Faîk Ocal destpêka berhemê dibêje; “karê rexneyê gelekî zor û bi zehmet e.” Ev nirxa Faîk Ocak li cîh ye. Faîk Ocal, dewamî gotinê xwe dibêje; “Em dixwazin him ji bo paşerojê, him jî ji bo pêşerojê kare xwe pêk bînin.”
Derbarê wêjeya kurdî de rexnegirî pîroz e. Lewra, wêjevan ji rexnegir sûdê digirin. Wêjevan bi rexneyên rexnegir başî û ne başiya xwe hîn dibe. Wêjeya cîhanê û wêjeya kurdî bi rê nimandina rexnegir rêya nivîsandinê sererast dibe. Rexnegerî barekî giran e. Ku barê rexnegiran çiqas giran be jî, karê ku rexnegir dikin wiqas jî hêja ye. Pêwîst e di navbera rexnegir û nivîskaran de pêwendî xurt bimeşe. Divê rexnegir wêjeya kurdî bênavber û bi baldarî bişopîne. Nivîskar jî rexneyên rexneger bîne ber çavan û bi rexneyên rexnegir eciz nebe, behna xwe teng neke.
Di warê rexnevaniya wêjeya kurdî de kêmasî li ber çavan e. Rexnevaniya wêjeya kurdî pêş neketiye. Gelek nivîskarên kurdî hîn jî haya xwe ji rexnegeriya wêjeya kurdî tune. Pêwîst e rexnegir bê hêl be, bi şîrove û nirxandinê di bin tu hestan de nemîne. Zimanê rexnegir objektif û sade be. Divê rexnegir zanibe ku, rexneyên wî wê bi çavderiyên zanistî bên çapkirin. Pêwîst e, rexneyên rexnegir vekirî bin û eşkere bin û di rexneyên xwe de tu guman tune be. Pêwîst e, rexnegir, xebatên xwe bi planî bihûne.
Rexnegerî karekî bi zehmet e. Lazim e, rexnegir, bê navber wêjeya kurdî bişopîne. Haya wî ji wêjeya kurdî hebe, berhemên ku nû çap bûne bişopîne. Kîjan nivîskarî ji kîjan deverê û bi kîjan zaravayê kurdî li ser kîjan mijarê berhem afirandiye bişopîne. Divê rexnegir, kêm û zêde jînenîgariya wî nivîskarî hîn bibe, haya biyografiya nivîskar hebe. Berhema ku rexne kiriye bi temamî bixwîne. Di xebata rexneyên zaravayên kurdî û devokên deverên din bîne ber çavan. Herî kêm şêşt mîlyon însan zimanê kurdî bi kartînîn. Ji hêlekê li ser erdnîgariya welatê kurdan ê bînyat Kurdistanê, ji hêla din derveyî Kurdistanê, ji welaten biyanî çi merivekî kurd be, çi merivekî ji netewek din be li ser zimanê kurdî lêkolîn pêk tên. Rexnegirê zimanê kurdî haya xwe ji wan xebatan hebe û wan xebatan bi xwendevan binasîne.
Birêz Faîk Ocal bi navê “101 Romanên Kurdî” berhemek weşand. Berhemek hêja ye. Faîk Ocal di vê berhemê de li ser pêncî romanên kurdî lêkolîn pêk aniye. Berhem ji sê sed û heftê û du rûpelan pêk tê. Berhema Mamoste Faîk Ocal di weşanxana Sîtav de hatiye weşandin. Edîtorî û sereraskirin bi destê Mihemed Baqî Ronahî çêbûye. Faîk Ocak derbarê ked û zehmetê Mihemed Baqî Ronahî spasiya xwe pêşkêş dike. Berga berhemê bi teşeyek nûjen ava bûye. Berhem cara yekem tê weşandin û ji bergekê pêk tê. Lê mixabin di berhema Faîk Ocal de kêmasiyek girîng xuya dike. Lewra, di nava pêncî romannivîs de navê jina bi navî Mizgîn Ronak bêtir tu romannivîsên jin xuya nakin. Halbûkî di dîroka wêjeya kurdî de gelek jinên ku derbarê wêjeya kurdî hem li welêt dijîn, hem jî jinên ku li derveyî welêt dijîn û keda wan bê hempa hene.
Her romana kurdî di hundirî xwe de bi giştî hêja ye. Birêz Faîk Ocal romanên ku ji bo nirxandinê hilçînîn de romana min ya bi navî “Kendal” jî hilgirtiye nava pêncî romanên ku hilçînî. Kanim bêjîm, di nava pêncî romannivîsan de sê romannivîsên ku li herêma Semsûrê eslê wan kurd e hatî hilçinîn serbilind bûm.
Faîk Ocal li ser her romanê xebatek bi zehmet meşandiye. Her roman bi behnfirehiyekê, yek bi yek kolandiye, mîna hunermendê xalîvan, ku çawa li ser tevnê çîna dihûne, Faîk Ocal jî her roman çîn bi çîn hûnandiye. Her roman yek bi yek şîrove kiriye, derbarê her romanê de rexneyên erênî û neyînî anîne ber çavan. Her roman yek bi yek nirxandiye û bedewbûna romanê, herikandin û honandina romanê, mijar û bihîstin, dîtbarî û nimandina romanan û şayesandin/teswîr, şêwe û vegotina romanan, ziman û rêzimana romanan û weşandina romanan yek bi yek nirxandiye, her sernav bi nîşeyek nirxandiye. Ku nivîskar ji nirxandina birêz Faîk Ocal dît, derbarê romanê xwe xwedan raman dibe.
Faîk Ocal; derbarê berhema xwe de bi dilsozî qala alîkariya Mihemed Baqî Ronahî dike. Faîk Ocal dilsoziya xwe bi vê gotinê nîşan dide. Bi rastî heger wî dest neda min, ne min dikarî di bin vî barê giran de rabim, ne jî berhemeke wisa tekûz û dirûst derdiket holê” Edîtor birêz Mihemed Baqî Ronahî derbarê berhem û wêjeya kurdî de dibêje;
“Ne gavên me mezin bûn, ne jî em bi lez û bez.
Felekê yek li me da, me jî ev yek kir dudu.”
Faîk Ocal, derbarê wêjeya kurdî de jî dibêje; “Tu di behra wêjeya kurdî de avjeniyê dikî, lê hîn jî haja te, ne ji behre heye, ne jî ji durên tê heye!” Ez jî derbarê vê gotina Ocal de dibêjim; “ev behra ku hûn qalê dikin, welatê qedîm, welatê di her alî de zengîn Kurdistan e. Her nivîskarê ku bi zimanê kurdî binivîse kane ji welatê xwe, welatê têr û têr sûd bigire.”[1]