Kurdistan hêdî hêdî mezin dibe
İkram Oguz
Yunus û Elîf, li gundekî girêdayî Hîlwanê dijîn. Sê sal berê bi hev ra dizewicin. Sala 2011’an da zarokek qîzîn ji wan ra dibe. Ew navê wê Kurdsitan lê dikin.
Yunus radibe berê xwe dide Hîlwanê, diçe li daîra gelheyê (nüfus dairesi) qîza xwe bi navê Kurdistan qeyd dike û nasnama wê digre, dike berîka xwe û berê xwe dide mala xwe. Di navberê da çend roj derbas dibe, ji daîra gelheyê nameyek ji Yunus û Elîfê ra tê. Di nameyê da dibên; „biborin, me şaşîyek kir, navê ku we li keçika xwe kirîye, ew, navekî qedexeye, bi kerema xwe werin, em şûna Kurdistanê da navê keça we bikin Hêlîn“.
Dê û bavê Kurdistanê pêşnîyara daîra gelheyê qebûl nakin û li ser biryara xwe ya ewil disekinin. Ser wê yekê di derheqê wan da dawe vedibe, dadgeha Hîlwanê jî wek daîra gelheyê navê Kurdistanê qebûl nake û gor wê biryara xwe dide. Dê û bavê Kurdistanê dîsa jî ji biryara xwe gavên xwe şûnda navêjin û îtirazî biryara dadgeha Hîlwanê dikin. Bi wî awayî dawa Kurdistanê radibe Enqerê û di dadgeha Bilind (Yargitay) da tê dîtin. Dadgeha bilind malbatê mafdar dibinê û navê Kurdistanê dipesinîne. Bi biryara dadgeha bilind va dê û bavê Kurdistanê digihîjin armanca xwe, Kurdistan jî hêdî hêdî mezin dibe…
Ev nûçe çend roj berê di hemû rojnameyên Tirkîyê da hatibû weşandin. Min bi xwe jî ev nûçe ji wan rojnameyan yekî girt û di Navkurdê da jî weşand. Ew hê jî di serrûpela malperê da cîh digre.
Ev biryara dadgeha bilind ya Tirkîyê, ne ku tenê ji bo malbata Kurdistanê, ji bo hemû Kurd û Kurdistanîyan jî serfîrazîyek balkêş û bi rûmete…
Bi rastî dema ku min ev nûçe xwend, ez jî qasî dê û bavê Kurdistanê kêfxweş bûm. Ez bawerim, Kurdên ku ev nûçe xwendine, ew jî wek min, bi navê Kurdistanê va kêfxweş bûne.
Mirov dema ku xwedî daw û doz be û li pê doza xwe bikeve, wek malabata Kurdistanê, zu an jî dereng, di dawîyê da digihîje armanca xwe.
Armanc, çi dibe bila bibe, ferq nake…
Bese ku di serê mirov da mêjî, di dilê mirov da jî bîr û bawerî kêm nebe …
Ji vir bist-sî sal berê, Dewleta Tirk ne ku Kurdistan, navên wek Helîn, Şevîn, Berfîn, Şîlan û Zozan, Azad, Welat, Rizgar, Şîyar û Zinar jî qebul nedikir.
Dewlet û berpirsîyarên dewletê wê demê jî ji malbatên Kurd ra digotin; „Helîn, Şevîn, Berfîn, Şîlan û Zozan nabe, em di şûna wan da Lale û Jale, şûna Azad, Welat, Rizgar, Şîyar û Zinar da jî Tanju û Tolga bidin“.
Kesên xwedî bîr û bawer, ne Lale û Jale, ne jî Tanju û Tolga qebûl dikirin.
Ser wê yekê daw û doz dest pê dikir, zarok bi salan bê …nav û bê nasname diman…
Sirf ji bo navên zarokên xwe bi hezaran dê û bavên Kurd ji Dewleta Tirk û polês û memûrên Tirkan zilm û zordarî didîtin. Lê dîsa jî gavên xwe şûnda nediavêtin, wek dê û bavê Kurdistanê berxwe didan û di dawîyê da biserdiketin. Bi saya wan û bi bîr û bawerîyên wan ên xurt va, rê li lêkirina navên Kurdî vebûn. Ji îro şûnda jî êdî kes nikare rê li Kurdistanê û navê wê bigre…
Di warê sîyasî da jî Kurd bi pirranî wek dê û bavê Kurdistanê difikirin û daxwazên wan ji daxwazên hêz û partîyên Kurd cûdatir in.
Dilê wan ji bo Kurdistanek serbixwe davê, lê yên ku li ser navên wan sîyasetê dikin û derdikevin kûçe û kolanan, daxwaz û nêrînên wan didin alîkî, gor dilê xwe diaxifin û daxwazên xwe tînin ziman.
Hinek dibêjin; „Em Kurdistanek serbixwe naxwazin, ji me ra xweserîya demoqratî bes e!“
Hinek jî dibêjin; „Weleh bileh, em jî tiştek wusa naxwazim, em bi herêmek otonom jî razi ne!“
Sedem wê yekê ye ku dewlet jî ji wan ra dibê; „Ne xweserîya demoqratîk, ne jî herêmek otonom, her duh jî neman. Biborin, di destê me da tenê, yek dewlet, yek milet û yek alek maye, hûn wan her sê tiştan qebûl bikîn em bi hev ra birane, heger qebûl nekin heqê we ferman e!“
Elîf û Yunus bi bîr û bawerîyek xurt qîmê xwe bi Hêlînê neanîn û Kurdistan histandin!..
Hêz û partîyên Kurd jî sedem hesabên piçûk Kurdistanê naxwazin, ji xweserîya demoqratîk û otonomîyê jî dibin, fermana xwe bi destê xwe dinivsînin!.. [1]