Ji şevê din de balafirên #dewleta Tirk a dagirker# deverên li derdora bajarê #Kobanê# bombebaran kirin. Di encamê de Nexweşxaneya Koronayê ya li ser Girê #Miştenûr# bi temamî hat rûxandin.
Dewleta Tirk a dagirker ji şevê din de û heta niha êrişên xwe yên hewayî li dijî bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
Balafirên dagirkeriya Tirk vê sibehê dijî Girê Miştenûr, başûrê gir, Taxa Nû ya Kobanê û girê Kaniya Kurdan ê li rojhilatê bajêr 6 êriş pêk anîn.
Di encama bombebarana domdar de Nexweşxaneya Koronayê ya li ser Girê Miştenûr bi temamî hat rûxandin. Nûçegihanên me ew yek bi wêneyan belge kir.[1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de
para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 1,253