Wêjegeh #Amed# ji bo meha rezberê bernameya xwe eşkere kir. Di bernameyê de 3 gotûbêj û pêşkêşkirina performansek heye.
Bernameya vê mehê bi permorfansa dengê elektronîk ya stranbêj û bestekar Sofia Zafeiriouyê ku li Atînayê xebatên xwe didomîne, dest pê dike. Ev performans 11’ê mehê dê bê pêşkêşkirin.
Bernameya duyemîn ligel Dilawer Zeraq dê li dar bikeve. Dilawer Zeraq ku bi xebatên xwe yên li ser ziman û wêjeya kurdî tê nasîn, ji bo ku der heqê pirtûka xwe ya bi navê “Rengê Hebûnê” de biaxive, di bernameya bi heman navî de tê pêşberî xwendevanên xwe. Teza wî ya doktorayê ku di Weşanên Lîsê de bû pirtûk, bi lêkolana kovarên girîng yên di navbera salên 1992-2000'î de hatine weşandin, li xwe dike armanc ku xetên dijdesthilat û dijmêtinger yên di biwara wêjeya kurdî de çêbûne, derxîne rastê. Bername 17’ê mehê bi moderatoriya Lal Laleş li dar dikeve.
Bernameya duyem roja 28’ê mehê ye ku bi beşdariya Hayrî K. Yetîk li dar dikeve. Navê bernameyê “însan-huner-teknolojî” ye. Bernameya dawî ya vê mehê jî 30’ê mehê bi beşdariya Hatice Kamer û Omer Faruk Baran li da dikeve. Navê bernameyê “Reşê: Bi dîtina keça wî Musa Anter” e.[1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî) Lenguaje, haga clic en el icono de
para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 1,765
Escriba su comentario sobre este artículo!