Pirtûka Vahap Has “Aqilê sivik barê giran” ji Weşanxaneya Name derket.
Di pirtûka ku hatiye berhevkirin de meselok, pêkenok, çîrok û serpêhatî hene. Mîrê #Botan# û Qasidê Axê, Padîşah û Kurê Wezîr, Bav û Kur, Harûnê Reşîd û Behlûlê Dîwane, Şerê Hezretî Suleyman û Moristanan jî têde bi dehan çîrok û meseleyên li nav gel bi sedan salan hatine gotin Vahap Has di pirtûka “Aqilê sivik barê giran” dane hev û belav kirine.
Vahap Has kî ye?
Vahap Has di sala 1948’an de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Piştî xwendina xwe li Mêrsîn û Stenbolê li dor 20 salan polîsê trafîkê bûye. Piştî malnişînî ji sala 1995’an heta 2004’n di nava HADEP û DEHAP’ê de cih girtiye. Li ser folklorê Kurdî dixebite. [1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de
para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 1,647