Sala nû ya perwedehiyê dê di 12’ê îlonê de dest pê bike. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (#HDP#) a Mêrsînê, ji bo balê bikişîne ser astengkirina mafê perwerdehiyê yê #zimanê kurdî# bi dirûşmeya “Bişavtina li zimanê kurdî rawestînin” li avahiya xwe çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de dowîzên “Bi kurdî bijîn”, “Bi kurdî biaxivin”, “Zimanê me nasnameya me ye” hatin daliqandin.
Hevserokên HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Bedriye Kûş ên beriya çalakiyê axivîn, girîngiya zimanê kurdî destnîşan kirin. Piştî axaftinan perwerdekarê kurdî Selahattîn Çam, perwerdeya bi zimanê kurdî da zarokan.
Paşê sînevîzyoneke bi kurdî hate nîşandan, dengbêjan kilam gotin û helbestên kurdî hatin xwendin.[1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de
para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 2,138