Biblioteca Biblioteca
Buscar

Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!


Search Options





Búsqueda Avanzada      Teclado


Buscar
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Instrumentos
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Idiomas
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mi cuenta
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
Buscar Enviar Instrumentos Idiomas Mi cuenta
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Acerca
 Elemento Random!
 Términos de uso
 Kurdipedia Archivists
 Su opinion
 Colecciones usuario
 Cronología de los hechos
 Actividades - Kurdipedia
 Ayudar
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 518,810
Imágenes 106,150
Libros 19,344
Archivos relacionados 97,362
Video 1,398
Biblioteca
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores...
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán ...
Biblioteca
Liberando la vida: la revol...
Penahî jî wek Guney nûnerê gelê xwe ye
Grupo: Artículos | Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Clasificación elemento
Excelente
Muy bueno
Promedio
Pobre
Malo
Añadir a mis colecciones
Escriba su comentario sobre este artículo!
Titel der Geschichte
Metadata
RSS
Búsqueda en Google de imágenes relacionadas con el elemento seleccionado!
Buscar en Google para el artículo seleccionado!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Penahî jî wek Guney nûnerê gelê xwe ye

Penahî jî wek Guney nûnerê gelê xwe ye
Em dikarin bibêjin ku di roja me de di her daqên jiyanê de zext û astengî li ser kêmaneyan tên ferzkirin. Li welatên wek Îranê ev rewş bi her awayî xwe zêdetir dide hîskirin. Di roja me de her çiqasî di nav qanûnan de mafê her kesekî di bin parastinê de be jî lê di rastiya xwe de li Îranê ev rewş berovajî tê jiyîn.
Herî dawî ji aliyê civakî de li Îranê mijara zextên ku li ser cil û bergên jinan tên ferzkirin di rojevê de bû niha jî girtina derhêner Cafer Penahî ket rojevê. Cafer Penahî ji bo rewşa hevalên xwe yên girtî Mihemed Resulof û Mistafa El Ehmed li Tehranê pirs bike serî li dozgeriyê dabû. Lê ew li dozgeriyê hatibû binçavkirin û niha li Zindana Evînê ya ku bi işkenceyê navdar e tê girtin.
Em derbarê rewşa huner û sînemaya li Îran û rojhilatê Kurdistanê de bi derhênerê kurd ê navdar Şehram Elîdî re axivîn.
Derhêner Şehram Elîdî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku rewşa sînemageriyê piştî Şoreşa Îranê guheriye û ev tişt anî ziman: “Piştî ku Şoreşa Îranê pêk hat û sala piştî wê qet organîzasyon û bernameyên fîlman çênebûn. Bi şoreşê re kontrolkirina hunerê ket bin sîwana Wezareta Ferheng û Irşadê. Di destpêkê de gotin ku ew ê ji bo sînemayeke baştir bikevin nav hewldanê. Piştre hin reform çêbûn lê piştî van reforman her aliyê hikûmetê li ser fîlman biryarên cuda derxistin. Wan biryar dida ku dê kîjan fîlm bê derxistin kîjan neyê derxistin. Ji ber vê yekê gelek fîlmên ku hatibûn amadekirin heta niha destûr nayê dayîn ku bên weşandin.”
Karê lîstikvanan tê qedexekirin
Şehram Elîdî bal kişand ser astengkirinên fîlman û wiha got: “Wezareta Ferheng û Irşadê û çend saziyên hikûmetê li ser fîlman biryarên cuda derdixin. Hemû salonên sînemayê di destê van saziyan de ye. Yek pirsgirêk jî ew e ku fîlm piştî ku diçe televizyona dewletê ya Îranê (li Îranê xeynî kanalên fermî yên dewletê kanalên televizyonê yên taybet tune ne) dîsa biryareke cuda dertê ew biryar didin ku di nav fîlman de reklama tiştek heye yan na. Heke li dijî îdeolojiya îslamî û şiî di fîlm de reklam hebe ew fîlm nayê parvekirin. Mijar bi van jî naqede. Lîstikvaneke ne li gor îdeolojiya wan di fîlman de bilîze karê wan jî tê qedexekirin. Bi dehan lîstikvanên ku bi salan di fîlaman de lîstine û ji aliyê bi milyonan kesan ve tên nasîn ketine nav van lîsteyan. Ew ji 40 salan zêdetire nikarin di fîlman de bilîzin.”
Şehram Elîdî da zanîn ku ji bo li Îranê fîlmekî bê nîşandin di du rêyan de derbas dibe û wiha pê de çû: “Wezareta Ferheng û Irşadê bixwe biryar dide ku dê kîjan fîlm bên nîşandin kîjan neynê nîşandin. Di serî de hewceye ku senaryoya hatiye nivîsîn ji aliyê wezaretê ve bê qebûlkirin. Ew dikare senaryoyê qebûl neke û li te vegerîne. Heke tu dîsa wê senaryoyê bikî fîlm ev rastî cezayê tê. Di nav Wezareta Ferheng û Irşadê de ji bo fîlm bidin qebûlkirin çete hene û ew li gor berjewendiyên xwe dixebitin. Piştî ku fîlm hat çêkirin pêwistî bi destûra weşandinê heye. Fîlm û senaryoya ku hatiye nivîsîn li hev neyê wî fîlmî qedexe dikin an jî li gor xwe diyalogan şîrove dikin û dixwazin fîlm bê revîzekirin. Heke fîlm bi wan diyalogan bê parvekirin dîsa ceza tê birîn. Heke ev bê kişandin nahêlin ku tu bi saziyên fermî re têkilî deynê. Lê dîsa jî hin derhêner fîlmên xwe bêdestûr çêdikin û dişînin festîvalan. Ji ber ku kişana wî zehmet e ji bo kişandina fîlmên metrajdirêj mixabin ev rewş ne pêkan e. Dema ev fîlm werin girtin nahêlin ku fîlm derkeve dervayî Îranê.”
Hewl didin kurdan nezan nîşan bidin
Şehram Elîdî di axaftina xwe de bal kişand ser qanûnên Îranê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Li gorî qanûnên Îranê ewqasî qedexe û sansûr tune ne. Lê di rastiyê de her beşên fîlm tên kontrolkirin û qedexekirin. Rastiyeke jî heye ku gelek derhênerên îranî naxwazin li dijî ol, ziman, netew û çandê derkevin. Ev pirsgirêkên ku me got ji bo kurdên rojhilatî jî derbasdar in. Her wiha li Îranê dema ku fîlmeke ji aliyê derhênereke alîgirê hikûmetê ve bê çêkirin û behsa kurdan bike wan wek kesên nezan û paşdemayî nîşan didin. Diçin dîmenên gundiyekî/ê ku zêde têkiliya wî/wê bi derveyî gund re tune ye dikşînin û wan wek kesên nezan nîşan bidin. Li aliyê din di fîlmekî de heke çanda kurdan wek çandeke qedîm bê nîşandin rastî bertekan tê.”
Kurdan tune dihesibînin
Herî dawî Diney+ li Tirkiyeyê xebatkarên xwe hişyar kiribû û xwestibû ku baldartir nêzikî mijarên peyva dîktator a ku ji bo Erdogan tê bikaranîn û mijarên li ser kurd û ermanan bibin. Şahram Elîdî dest nîşan kir ku li Îranê jî ji sedî sed heman rewş derbasdar e û ev tişt anî ziman: “Ew rasterast dijberiya neteweyan nakin lê di nêzikatiyên xwe de nahêlin kurd derkevin pêş. Mînak ew nahêlin ku jin an jî dayikeke xurt a kurd ku li Efrîn an jî li Hewreman xwedî li çand û hebûna xwe derdikeve, bibînin.”
Şehram Elîdî diyar kir ku hemû desthilatdar bi heman awayî nêzikî hunermendan dibin û wiha berdewam kir: “Li Îranê ji ber ku derhênerên wek Cafer Penahî, Mihemed Resûlof, Nasir Teqwaî û Behram Beyzaî di berhemên xwe de cih didin pirsgirêkên civakî rêbazên wan û rêbaza Yilmaz Guney dişibin hev. Ji ber Cafer Penahî ji bo civakê tevdigeriya hat girtin. Rewşa Guney û Penahî ji aliyê zextên ku li ser wan tên meşandin ve dişibin hev. Penahî ne dikare derkeve dervayê Îranê ne jî dikare fîlman bikşîne. Guney û Penahî hunermendên gelê xwe ne û xwe bi pereyan nefirotine.”
Jin bi saya têkoşîna xwe pêş dikevin
Elîdî da zanîn ku li Îranê bi saya têkoşîna jinan li gor salên borî cîhgirtina jinan ya di nav hunerê de zêdetir bûye û ev agahî da: “Li Îranê ji aliyekî ve malbat ji aliyên din ve jî hikûmet rê nade ku jin ji bo xwe derfetan biafirînin. Berê ji bo jinan ne derfetên kar dihatin avakirin ne jî pere ji bo keda ku didin dihat dayîn. Lê li gor salên borî jin zêdetir dikarin xwe tev li nav hunerê bikin. Mînak li Îranê Haîde Sefiyarî edîtora filman a herî baş e. Ev pêşketin bi saya têkoşîna jinan hat vê astê.”
Bîr bi belgefîlman bîr zindî tê hêştin
Şehram Elîdî bal kişand ser girîngiya belgefîlmên ku der barê Kurdistanê de tên çêkirin û ev tişt anî ziman:“Belgefîlm ji bo me kurdan pir girîng in. Ji ber ku desthilatdar dixwazin bîra me tune bikin hewceye em jî bîra xwe zindî bihêlin. Bi rêya belgefîlman em kurd bîra xwe zindî dihêlin. Mînak ji Heskîfê di destê me de ew belgefîlmên ku li ser hatin çêkirin man. Hêvî dikim ku her kurd wek çand û dîroka xwe hunermendên xwe jî nas bike. Di vir de ne girîng e ku hunermend ji kîjan parçeyên Kurdistanê ye. Heta niha min nikaribû fîlmê metrajdirêj li Rojhilat bikişînim lê min li Bakur, Başûr û Rojhilatê fîlman kişand niha senaryoya min a li ser Rojava jî amade ye. Ez hêvî dikim ku di demeke kin de li wir jî fîlm bikşînim.”[1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 1,157
HashTag
Fuentes
[1] | کوردیی ناوەڕاست | xwebun1.org
Archivos relacionados: 2
Artículos relacionados: 5
Grupo: Artículos
Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 29-07-2022 (2 Año)
Ciudades: Tehran
Libro: Artístico
Provenza: Irán
Publication Type: Born-digital
Tipo de documento: Idioma original
Technical Metadata
Calidad de artículo: 99%
99%
Añadido por ( سارا ک ) en 04-09-2022
Este artículo ha sido revisado y publicado por ( ئاراس حسۆ ) en 04-09-2022
Este artículo ha actualizado recientemente por ( ئاراس حسۆ ) en: 04-09-2022
URL
Este artículo según Kurdipedia de Normas no está terminado todavía!
Este artículo ha sido visitado veces 1,157
Attached files - Version
Tipo Version Nombre del Editor
Foto de archivo 1.0.167 KB 04-09-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Biografía
Abdullah Öcalan
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Biblioteca
Los kurdos en Iraq

Actual
Biblioteca
El fusil de mi padre
24-12-2013
بەناز جۆڵا
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
14-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 518,810
Imágenes 106,150
Libros 19,344
Archivos relacionados 97,362
Video 1,398
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Biografía
Abdullah Öcalan
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Biblioteca
Los kurdos en Iraq

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Contacto | CSS3 | HTML5

| Página tiempo de generación: 0.953 segundo!