Navê pirtûkê:BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE
Navê nivîskar: VOLKAN KORKMAZ
Cihê çapkirina pirtûkê: Mêrdîn
Navê çapxaneyê: Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê
2019
Destana Memê Alan yek ji destanên navdar ên folklora kurdî ye. Li gelek herêmên kurdan belav bûye û heta roja me hatiye. Li ser vê destanê gelek lêkolîn hatine kirin û ev destan ji hêla gelek kesan ve hatiye analîzkirin û şîrovekirin. Hin kesan ev destan wek destaneke neteweyî ya kurdan dîtiye, hinan jî wek destana herî berbelav ûnavdar dîtiye û ji ber vê yekê girîngîyeke zêde daye vê destanê. Vê destanê bi taybetî bala folklorzanên kurd û bîyanî kişandiye û gelek varyantên li herêmên curbicur hatine tomarkirin. Îro jî ev destan di nav gel de zindî ye û li gelek herêman tê vegotin. Mesnewîya Mem û Zînê jî di edebîyata kurdî ya klasîk de xwedî roleke girîng e û em dikarin bibêjin ku navdartirîn berhema edebîyata kurdî ya klasîk e. Me dît ku têkilîyeke xurt di navbera vê mesnewîyê û destana Memê Alan de heye, me jî xwest ku em van her du berhemên navdar ên edebîyata kurdî ji hin alîyan ve binirxînin û me di vê xebatê de hin manendî û cudatîyên van berheman destnîşan kirin. Me lêkolîn kir bê ka çi manendî û cudatî di navbera wan de hene û Mem û Zîna Xanî û Memê Alana Lescot çi bandor li ser hev kirine. [1]
Lea el libro: Berawirdîyek Li Ser Destana Memê Alan û Mem û Zîna Ehmedê Xanî Ji Alîyê Binyad û Honakê Ve
Total de la descarga:
385 veces
Rogamos a todos los escritores, traductores y editores que nos informe si no están de acuerdo de que sus libros descargados desde el servidor Kurdipedia.
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de
para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 2,453