Abdullah Kiran di sala 1965an de li Diyabekirê (li gundê Duderya yê bajarokê Pasûrê) hat dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li #Farqînê# (1973-81), lîse (1981-84) li Licê xwend. Di sala 1986an de dest bi xwendina zanîngehê kir, li Zanîngeha Stembolê beşa felsefe, zimannasî û têkiliyên Navneteweyî xwend û di sala 2000an de, bi teza xwe ya bi navê Li Rojhilata Navîn Av doktoraya xwe temam kir. Di salên 2004-2005an de li Zanîngeha Beykentê, di salên 2006-2009an de li Zanîngeha Amerîkî ya Kîprosê, di havîna 2013an de li Zanîngeha Bîlgiyê ders dane. Havîna 2011an, li Amerîka, li Zanîngeha Georgetownê wek akademîsyê mêvan lêkolîn kiriye.
Bi nasnavên wek Felat Dilgeş, Alan Merwanî û hin nasnavên din, bi kurdî pirtûk, gotar û wergerên wî çap bûne; di gelek kovar û rojnameyên cihê de nivîsên wî derketine . Di sala 2002an de, di derxistina kovara edebî Gulistanê de roleke bingehî leyîstiye û wek gerînendeyê giştî yê kovarê xebitiye[çavkanî pêwîst e]. Ji sala 2010an vir ve, li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê, di beşên kurdî û siyasetnasiyê de dersê dide û serokê beşa têkiliyên navneteweyî ye. Ew bi zimanên kurdî, tirkî, farisî, îngilîzî; piçekê erebî û grekî dizane.