Nivîskar: #Abdusamet Yigit#
Şêwe: Civak û Felsefe
Ziman: Kurdî
Dîrok: 2016
Weşanxane: Soran
Rûpel: 150
Li ser felsefeya jîyane civake kurd li Kurdistanê , pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit a. Pirtûk, weke pirtûkek lêkolînî ku wê di ancama lêkolînn demek dirêj de were nivîsandin. Pirtûk, li ser pêvajoyên jîyane civake kurd disekinê. Ji destpêka pêvajoyên şariştaniyê û berî wê ji dema ´neolîtîkê bi pêşveçûnên li kurdistanê re wê xate jîyane civake kurd werênê ser ziman. Di pirtûkê de wê şêwayê jîyane civake kurd, rengê pêvajoyên wê yên pêşketinê û pêşveçûnê ku bûna, pêşveçûnên wê yên navxeyî çawana û wê li ser pêşketinên navxweyî ên civake kurd û zimanê wê re wê hilde li dest. Pêvajo bi pêvajo wê civake kurd, çawa bijî û wê çawa xwe biadilênê bi kevneşopîyên xwe re wê di pirtûkê de werênê ser ziman. Nivîskar Abdusamet yigit, di pirtûkê de giringî daya rengê civaknasîya civake kurd jî. Di beşa duyem a pirtûkê de wê nivîskar li ser çand û hûnera çêkirina xwarinê û tiştên xwarinê ên ku em tenê di nava civake kurd dibînin wê bisekinê. Di demên berê ên civake kurd de wê çandaka çawa a çêkirina xwarinê û parastina wê hebe, emê di pirtûkê de bibînin. Di vê beşa duyem a pirtûkê de wê li ser ziman û pêşveçûnên ziman re wê bi navê wan re wê rewş, kirin û çêkirinên di nava civakê de wê werênê ser ziman. Civake kurd a ku ew xwediyê dîrokek bi hezaran salan a, wê pirtûk weke pirtûkek lêkolînê ku wê bê destpêkek ji fahmkirina vê dîroka demdirêj a civake kurd re jî.[1]