Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”
#Fatme Eto#
Destpêk:
Xwendina pirtûkan û naskirina wan dihêlin ku mêjiyê xwîner fireh bibe û asta têgihiştinê bilind bibe. Herwisa mirov bi rih dike, lewma jî dibêjin: Mala bê pirtûk mîna bedenek bê ruh e. Di vê nivîsê de min jî xwest ku komele çîroka bi navê Derî a nivîskar Narîman Evdikê ji we re bidim nasandin.
Şêwe an forma pirtûkê:
Navê pirtûkê Derî ye, berhema nivîskara xelka Rojavayê Kurdistanê Narîman Evdikê ye. Çapa yekem a vê berhemê li sala 2023an li bajarê Qamişlo, û ji aliyê weşanxaneya Şilêr hatiye weşandin. Ev berhem ji 110 rûpelan û ji 9 çîrokan pêk tê, ku ew jî ev in: Derî, Sorgulên Wendayî, Orhanê Dîn, Tiliyên Hinekirî, Çolo, Giyanên Evîndar, Çima, Ketim, Pitpit.
Ev çîrok qala şerê ku li Serêkaniyê û Efrînê hatiye kirin dike. Nivîskara pirtûkê xwe jî ji Bajarê Serêkaniyê ye. çîrokan bi hestên xwe yên dilsoz ji me re vedibêje. Di çîrokan de em rastî gelek mijarên realîst tên wek: koçberî, berxwedanî, welatparêzî, hezkirina nêvçe mayî, serkeftin û ketin. Û helbet mirov di kêjan mercan de be, berhem jî di heman mercê de derdikeve holê. Nivîskar behsa serkeftinê jî dike, dema ku mirov bikeve divê ku rabe û serkeftinê bi dest bixe.
Wek ku di pirtûkê de hatiye behskirin, rûmeta mezin rabûna piştî her ketinekê ye. Lewma dema ku mirov dikeve pêwîste ku hêvî û vîna xwe ji jiyanê qut neke, ji ber ku dema ku qut bike nikare jiyanê berdewam bike. Herwiha di vê pirtûkê de em rastî hin baweriyên gelêrî tên, dema ku kesek pir çeleng be rastî hin bûyerên xerab werê; dibêjin ew nezerî bûye yan jî li ber çavan ketiye.
Çawa ku di çîroka bi navê Orhanê Dîn de Orhan ku pir çeleng e, rastî xezebekê tê di dema rakirina wî û çekirina wî ji jor ve ew li perwanê dikeve û mêjiyê wî li hev dikeve, lewra tê gotin ku ew nezerî bûye. Yeke din ji wan mînakan; dema ku av dikele dibêjin ev nîşane ne ya xêrê ye, ava keliyayî pê miriyan dişon ku av bikele wê xezebek li ser malê de were. Ji ber vê yekê dema ku av bikele divê hinekî ava normal berdine ser da ku nekele û xezeb ji malê re neyê. Di romanê de cihên ku bûyer lê qewmîne bêhtir li Serkaniyê û Efrînê ye.
Çîroka Derî:
Çîroka Derî jî derbarê koçberiya ji bajarên dagîrkirî û hêviya vegerê de ye. Di çîrokê de du kes hene, Hemo û keça xwe Sêve ku li welatê wan şer diqewime, hemû kes ji welatê xwe derdikeve ji bilî Hemo, Hemo tizbiya xwe dikşîne û çixarê vedixwe û rewşa wî gelek xerab dibe, dema ku dibîne li welatê wî mirov dev ji axa xwe berdide û deriyên xwe kilît dikin û mal milkên xwe li pey xwe dihêlin û diçin welatên xerîban. Li wî pir zehmet tê, ew naxwaze dûrî bajarê xwe bikeve, keça wî her tim dibêje: Divê em biçin kesek ji bilî me nema, tenê ji bo zarokan. Hemo diçe dibîne ku hin zarokan diya xwe winda kirine, aliyekî hin şehîd ketine û rewşa wî dijwartir dibe, lê hêviya xwe qut nake û dibêje:
“Hemo ew bêdengiya hundirê siwareyê birî û got: Ma we ew derî vekirî hişt?!
Sêvê bersiva bavê xwe da û got: Erê bavo.
Hemo tûtina xwe ji bêrîka xwe derxist çixareyek pêçand; bêhnek dirêj jê kişand û got: “Ê de baş e, jixwe tizbiya min jî li wir ma”.
ji gotina wî em nas dikin ku hêvî pê re heye ku vegera li welêt heye wê rojekê vegere, lewma deriyê mala xwe vekirî dihêle.
Nivîskar xwestiye ew bûyerîn bi êş yên ku di nava civaka wê de qewimîne bi hunerek hirikbar û bi pênûsa xwe ya hêja xêz kiriye.
Kerekterên di vê çîrokê de: Hemo, Sêvê
Kerkterê sereke Hemo: Mirovekî temen mezine ku 70 salî ye, rî û por spî bûye êdî ber bi mirinê ve ye, derûniya xwe gelek xerab bûye, ji ber şerê ku li welatê wî tê kirin ji aliyê civaka xwe tê hezkirin, cîran û dostên xwe hene gelek alîkariya hev dikirin. Kesekî xwedî hêvî ye, hêviyên xwe ji jiyanê qut nekirine tevî ku di bin gelek zor û zexta de dijî, lê ber xwe dide û ji welatê xwe hez dike. Bangî Xwedê dike her tim tizbiya wî di destên wî de bin û li pey hev morik bikşîne û çixare vexiwe.
Kerekterên alîkar Sêvê: keça Hemo bû alîkariya bavê xwe dikir ji welêt hez dikir, lê ji ber şer, welatê xwe li pey xwe dihêle dibe koçber di malbateke welathez de jiyan dike.
Nivîskara xelka Rojavayê Kurdistanê Narîman Evdikê
Zimanê çîrokê:
Çîrok bi zimanekî hêsan hatiye nivîsîn, bûyerên wê bi awayekî kronolojîk li pey hev hatine rêz kirin, bûyerên wê realîstên ango rastiyê di nav xwe de dihewîne. Dema ku xwîner pirtûkê dixe destên xwe naxwze ji destê xwe derxe, girêdankeke xurt di navbera peyvên wê de heye, lihevhatin heye xwîner bi xwe ve girêdide. Bihtir bi awayekî diyalogî çîrok hatiye avakirin. Peyvên ku hatine bikaranîn pir hêsan û naskirîne.
Encam:
Di encamê de em têgihiştin ku nivîskara wê pirtûkê ev çîrok bi hestên xwe yên bedew lîstine ku mijarên çîrokê jî di derbarê rewşa welat bûn, cih û demên ku bûyer qewimî ne li her du bajarên berxwedêr û welatparêz Serkaniyê û Efrînê ye.
Her wiha Kerekterên ku di çîrokan de derbasbûnê ku rewşa wan ya derûnî pir xerab e, lê em dibînin ku her tim xwedî hêvî ne, hêviya xwe parçe nakin, û li benda vegerê ne ku vegerin bajarê xwe û bal dost û rêhevalên xwe. Di xwendina me ji pirtûkê re, em dibînin ku bi zimanekî xweş û sade hatiye nivîsîn ku xwîner li ber xwe ve dikşîne, nivîskar xwestiye nameykê ji me re raghîne ew jî ku hêvî di me de were çandin ku wê rojekê hêviyên me pêk werin û em ê vegerin welatê xwe.
[1]