Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,027
Bilder 106,695
Böcker 19,303
Relaterade filer 97,313
Video 1,392
Artiklar
En sorg att MP får bli till...
Bibliotek
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillb...
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdern...
Fata Reş û Sêsed Siwarî –II
Grupp: Artiklar | Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Fata Reş û Sêsed Siwarî –II

Fata Reş û Sêsed Siwarî –II
=KTML_Bold= Fata Reş û Sêsed Siwarî –II=KTML_End=
=KTML_Underline=Jîn Aryen=KTML_End=

Em ê navê #Fata Reş# a ku ji ber nasnameya wê ya kurdbûnê heta niha di rûpelên dîrokê de têra xwe cih negirtiye û tune hatiye hesibandin wek ‘Fata Kurd’ bi lêv bikin. Lewre ew jî wek her pêşengeke/î kurd a civakî xwedî jiyaneke biarmanc bûye û ji bo pêşxistina civak û gelê xwe têkoşiyaye. Hemû dem û wextê xwe, hemû têkilî û nêzîkatiyên xwe li gor wê saz kirine; xwe ji bûyer û geşedanên civakî yên ku di serdema wê de rû dane dûr nexistiye, berovajî, hemû gavên xwe li gor wê avêtine.
Di serdema Fata Kurd de bûyer û geşedanên ku gelek netewe û welatan eleqedar bikin rû dane. Wê li gor naverok, armanc û pêşketina van; bi eşîr, herêm, gel û neteweyên din ên herêmê re têkilî danîne û ew li gor pêdiviyên wê demê tevgeriyaye.
Şerê Qirimê yê ku di wan heyaman de rû dabû yek ji van geşedanan bû ku tu eşirên kurdan jî nikaribûn xwe ji vê rastiyê dûr bixin. Lewre di Şerê Qirimê de li aliyêkî Împaratoriya Osmanî hebû li aliyê din jî Dewleta Ûrisyayê hebû ku herdu aliyan jî bi hêz û têkiliyên xwe yên bi rêvebirên kurdan re bandoreke zêde li ser erdnîgariya Kurdistanê dikirin. Fata Kurd û eşîra wê jî ji ber vê sedemê û ji ber şert û mercên wê demê tevlî pêvajoya şer bûn û bi biryarên xwe li ser eşîrên din ên kurdan jî bandoreke girîng kirin.
Destpêkirina Şerê Qirimê
Fata Kurd bi tevlîbûna Şerê Qirimê yê ku Împaratoriya Osmanî di navbera salên 1853-56’an de bi navê ‘Cîhad-ı Mukaddes’ anku ‘Şerê Pîroz’ dabû destpêkirin hate nasîn û bû kesayeteke efsanewî. Herwiha ev şer ji bo Osmaniyan jî di wateya werçerxeke dîrokî de bû.
Împaratoriya Osmanî di vî şerî de cara ewil bi dewletên wek Ingilîstan û Fransayê re tifaqa xwe kir yek û li dijî Ûrisyayê tevî vê tifaqê kete şerî. Rêvebiriya Osmanî beriya Şerê Qirimê bi taybetî dixwest ku hemû derdorên olî, mezhebî û neteweyên cuda yên ku di nava sînorên Osmanî de dijiyan tevlî şerî bike. Ji bo vê bi beralîkirina herdu dewletên ewropayî jî pêşiyê Fermana Tanzîmatê, piştî şerî jî Fermana Islahatê îlan kir. Ev herdu ferman her çiqas pêşiya hilweşîna Osmaniyan negirtibe jî bandoreke êrenî li ser ol û neteweyên wek kurd, tirk, ereb, cihû, ermen, rûm û gelên Balkanan pêk anî û hemû arasteyî vê ‘armanca pîroz’ kirin.
Şerê Qirimê ji bo Osmaniyan di dîrokê de wek şerê herî dawî bû ku bi gelek derdorên cuda yên wek olî, mezhebî û neteweyî ku bi ruhê seferberiyê anîbûn ba hev û bi awayekî serketî bi rê ve biribûn, cihê xwe girt.
Di Şerê Qirimê de eşîrên kurdan
Di tevlîbûna Şerê Qirimê ya eşîra Fata Kurd û hinek eşîrên din ên kurdan de ji xeynî bandora îlankirina Fermana Tanzîmatê, daxwaza parastina herêmên xweser û mafên kurdan pêşdetir bû. Eşîreta Sînemilî û eşîrên din ên kurdan di heman demê de dixwestin ji nakokiyên navxweyî yên Împaratoriya Osmanî û yên navdewletî sûdê wergirin.
Li gor vegotina Mereşalê Alman Helmuth von Moltke; “Gelê kurd li dijî serdestiya Hikûmeta Osmanî (Babialî) derdiket, xwe ji dayina bacê dida paş, destûr nedida ji bo komkirina leşkeran û ji bo stargehan, vedikişiya kelehên xwe yên ku li çiyayên asê çêkiribû.”
Dewleta Osmanî dixwest ku çokan bi pismîrtiyên kurdan ku payeya xwe ya w-xweser diparastin bide danîn, wan radest bigire û pêwistiya xwe ya leşkeran û bacê ji wan hilde. Ji ber vê sedemê li hinek herêmên ku hêza wê têrê nedikir biajo ser, bi ‘polîtikayên bicihkirinê’ hin eşîrên nêzîkî xwe û yên şirîkên wê ne li wir bi cîh dikir û rêveberiya wê herêmê hem dida gelê ermen hem jî dida gelê kurd ku nakokiyên di navbera wan de kûr bike, wan bîne dijî hev û lawaz bixe.
Gelê kurd di vê pêvajoyê de pêşengiya gelek serhildanan jî kiriye û li dijî polîtîkayên Osmaniyan ku xweseriya pismîrtiya kurdan nas nedikir û dixwest wan bi xwe ve girê bide derketiye. Fata Kurd û serkêşên din ên eşîrên kurdan jî dixwestin ku bayê vê pêvajoya alozî û qeyranê ber bi xwe ve vegerînin û hewl didan ku ji lihevnekirina Osmaniyan û Ûrisyayê sûd wergirin.
Di encama vê de hin eşîrên kurdan xwe nêzîkî Ûrisyayê dikirin û hin eşîrên din jî yan bi fikarên olî yan jî bi bandora ‘polîtîkayên bicihkirinê’ ya bi salan, xwe nêzîkî Osmaniyan dikirin.
Jineke kurd û elewî: Fata Kurd
Li gel van hemû pêkeran, li gor hinek rîwayetan hevjînê Fata Kurd di destê Osmaniyan de, di zindana Kandiyeyê (Girît) de dîl hatiye girtin û sedema tevlîbûna şer a Fata Kurd jî ev bûye. Lê axaftina Fata Kurd a bi siltanê Osmaniyan Evdilmecîd re û agahiyên din ên derbarê şer de rewşeke wiha diyar nakin. Lewre daneyeke ku Fata Kurd di hevdîtina bi siltanî re daxwaza serbestbûna hevjînê xwe kiribe tune ye. Herwiha piştî şerî jî rewşa dîlgirtina hevjînê wê zelal nebûye û agahiyeke din a derbarê wî de nehatiye bidestxistin.
Helbet ku tiştekî wisa hebe jî, di tevlîbûna şerekî ewqas girîng de daxwaza serbestberdana girtiyên xwe mafekî herî bingehîn û xwezayî ye. Fata Kurd jî dibe ku ev daxwaz kiribe lê ev nayê wê wateyê ku rêbera eşîreke mezin ku xwedî hişmendî û feraseta neteweyî û azadiyê ye tenê ji bo berjewendiyên malbatî bi 300 şervanên xwe yên ku ji bajarên cuda kom kirine bikeve şerekî wisa dijwar.
Armanca angaşt û agahiyên bi vî rengî zêdetir ji bo reşkirin û sivikkirina kesayet û sekna Fata Kurd a dîrokî ye ku naxwazin rewş û rista wê ya vê serdemê baş bê lêkolîn û bê zanîn. Ji ber vê sedemê ye ku desthilatdarên Kurdistanê ew her tim li gor nêrinên xwe yên serdest û mêrane nirxandine, gelek caran lehengî û şervaniya wê ji zayenda wê û ji nasnameya wê ya kurdewar qut kirine û ew kirine xwemalê dîroka xwe. Ev reşkirin û berevajkirin hê jî didome…
Fata Kurd bi çand û baweriya kurdeyetî û elewîtiyê mezin bûye û li gor baweriya wê cudahî di navbera mêr û jinan de tune ye, jin her dem dikarin pêşengiya netewe û civaka xwe bikin. Lê ew di serdemeke ku lehengî û berxwedêrî li jinan nehatiye danîn de bi navê ‘Fata Mêr’ hatiye pênasekirin. Ev pênase heta roja me jî hatiye û serdestan hewl dane ku ew di bîr û bîranînên mirovan de bi vî rengî binecih bibe. Bes divê bi taybetî bê destnîşankirin ku ew berî her tiştî wek jineke kurd, di nava civaka xwe de ji bo peywireke pir binirx hatibû hilbijartin û rista xwe ya pêşengiyê bi awayekî serkeftî bi eşîra xwe û hemû derdorên eşîran dabû qebûlkirin. Wê rayedarî, fermandarî û şarezabûna xwe pêşî di nava eşîreta xwe û welatê xwe de, piştre li qada navneteweyî da bihîstin û xwe gihand asta nemiriyê.
Eniya Sevastopolê
Sevastopol li Nîvgirava Qirimê ya girêdayî Ûrisyayê, li perava Deryaya Reş bajarekî benderê ye. Ji ber cih û rewşa wî ya stratejîk a vî bajarî şerê li vê eniyê gelek dijwar derbas dibe. Lewre Ûrisya dixwest bi riya vir xwe bigihîne Deryaya Reş û ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne hemû hêza xwe ya Fîloyên Şer ên Deryayê anîbûn li Eniya Sevastopolê berhev kiribûn.
Fata Kurd li gel birayê xwe û yekîneya xwe ya 300 siwariyên şerker, piştî hevdîtina li Stenbolê ya bi siltan Evdilmecîd re; hespê xwe ber bi Çemê Tûnayê ve diajo û diçe eniya şer. Ew li wir tevlî şerê ku li eniya Sevastopolê tê meşandin dibin. Li gor agahiyên tên zanîn ew wê demê 65 salî bûye. Taybetmendiya Fata Kurd ew e ku ew bi wî temenê xwe yê dirêj wek fermandareke serkeftî û şervaneke leheng mora xwe hem li qada şerî hem jî li rûpelên dîrokê dide.
Ev eniya ku Fata Kurd fermandariya wê dikir ji bo rêveçûna şer di asteke diyarker de bû û şerekî dijwar dihat meşandin ku windahiyên herî zêde li vir pêk hatibûn. Fata Kurd, birayê xwe û gelek hevrêyên xwe di vî şerî de dispêre axê û ew bi xwe jî di şer de birîndar dikeve. Lê piştî vegera ji qada şer, êdî di rûpelên dîrokê de derbarê wê de tu agahî nehatine nivîsin. Dibe ku daxwaz û şertên ku beriya şerî hatibûn nîqaşkirin, piştî şerî berovajî bûbûn û Fata Kurd ber bi bayê jibîrkirinê ve hatibe hiştin. Lewre ne gengaz e ku keseke beriya şerî ewqas bi nav û deng be û hatibe nasîn, piştî şerî qet neyê bibîranîn.
Li ser encamên şerê li Eniya Sevastopolê ku bi fermandariya Fata Kurd dihat birêvebirin gelek helbest, destan, çîrok, stran û sirûd jî hatine nivîsin. Lê tevî destana bi navê ‘Manzume-î Sîvastopol’ a ku Ahmedê Rizaî Trabzonî nivîsiye û ‘Sirûda Sîvastopol’ a ku Rifat Beg nivisiye ku yên herî bi nav û deng in, nasnameya Fata Kurd a kurdbûn û elewîtiyê yan hatiye veşartin û berevajkirin an jî qet behsa wê nehatiye kirin.
Encamên Şerê Qirimê
Şerê li Eniya Sevastopol tê meşandin piştî 3 salên Şerê Qirimê bi serkeftina dewletên hevtifaq a Dewleta Osmanî jî tê de bû bi encam dibe. Lê Împaratoriya Osmanî piştî vî şerî cara ewil dikeve bin deynên giran û neçar dimîne ku pergala ‘Duyun-î Umumiyê’ ya wek ‘Deynê Giştî’ tê zanîn qebûl bike. Armanca vê pergala ku ji aliyê dewletên ewropayî ve hatibû sazkirin ew bû ku bi riya venêrîna deynê Osmaniyan serwerbûna xwe ya li ser Osmaniyan xurtir bike û Dewleta Osmanî radest bigire.
Herwiha Şerê Qirimê, yek ji wan şeran bû ku di ketina nava çerxa pergala kapîtalîzmê ya Osmaniyan de xala herî diyarker bû. Sedema vê jî jidûrneketina hişmendiya serdestî û dagirkeriya Osmaniyan bû ku hemû daxwazên mafên gerdûnî û daxwazên azadiyê binpê dikir û li gor ruhê demê tevnedigeriya. Dawiya dawî wek dareke ku nava wê riziyabe hilweşiya û bû sed parçe.
Piştî Şerê Qirimê, di 30’ê Adarê 1856’an de, di navbera Osmanî, Fransa, Ingîlistan, Îtalya, Ûrisya, Awusturya û Prûsyayê Peymana Parîsê tê destnîşankirin. Beriya destnîşankirina peymanê, Dewleta Osmanî ji bo naskirina mafên mirovî, zagonî û azadiyê ya ji bo ol, bawerî û neteweyên cuda yên li bin serweriya wê dijiyan Fermana Islahatê îlan dike û wek xaleke peymanê pêşkeşî wan dewletan dike.
Helbet ev yek ji bo kurdan jî xaleke bikêrhatî bû û di encama têkoşîna wan a bi salan pêk hatibû. Gelê kurd bi riya vê xalê dê bikariya doza mafên xwe yên neteweyî û doza xweseriyê bikira û azadiya xwe ya neteweyî bi dest bixista…[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 3 gånger
HashTag
Källor
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun.org/ - 16-04-2024
Länkade objekt: 4
Grupp: Artiklar
Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 00-00-2023 (1 År)
Bok: Kvinnor
Dokumenttyp: Språk
Provins: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 98%
98%
Tillagt av ( ئەڤین تەیفوور ) på 16-04-2024
Den här artikeln har granskats och släppts av ( سارا ک ) på 17-04-2024
Denna post nyligen uppdaterats med ( سارا ک ) om : 16-04-2024
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 3 gånger
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Biografi
Tara Twana
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet

Actual
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
19-05-2018
هاوڕێ باخەوان
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den sista flickan
07-10-2018
زریان سەرچناری
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
04-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,027
Bilder 106,695
Böcker 19,303
Relaterade filer 97,313
Video 1,392
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Biografi
Tara Twana
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 0.437 sekund(er)!