Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,008
Bilder 106,690
Böcker 19,302
Relaterade filer 97,311
Video 1,392
Artiklar
En sorg att MP får bli till...
Bibliotek
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillb...
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdern...
Fata Reş û Sêsed Siwarî –III
Grupp: Artiklar | Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Fata Reş û Sêsed Siwarî –III

Fata Reş û Sêsed Siwarî –III
=KTML_Bold= #Fata Reş# û Sêsed Siwarî –III=KTML_End=
=KTML_Underline=Jîn Aryen=KTML_End=

Me di herdu beşên din de behsa serboriyên wê kiribûn û der barê tevlîbûna wê ya Şerê Qirimê ya li gel sêsed siwariyên xwe û encamên şerê yên ku derketibûn pêş agahî dabûn. Di vê beşa dawî de em ê hinek din li ser kesayet û jiyana wê bisekinin û meşa wê ya destanî ku bi jîrî, lehengî, wêrekî û têkoşerî hatiye nexşkirin derxîne pêş.
Fata Kurd di dîrokê de wek kesayeteke efsanewî tê zanîn û ji ber vê sedemê heta niha derbarê jiyana wê de zêde agahiyên zelal nehatine parvekirin û teqezkirin. Agahiya ku heta niha hatiye teqezkirin ew e ku Fata Kurd, ji navçeya Pazarcixa Mereşê ye û ji eşîra Sînemîlî ye ku zêdetir li derdora Çiyayê Engîzekê bi cih bûne; lê baş nayê zanîn ku ew kengî ji dayik bûye yan jî kengî çûye ser dilovaniya xwe.
Eşîreta Sînemîlî ji kurdên elewî pêk tê û malbata Fata Kurd jî malbateke nasdar e û di nava rêveberiya eşîretê de xwedî erk e. Xuya ye ku ev rewşa malbatê li ser teşegirtina kesayeta Fata Kurd jî bandoreke girîng kiriye û bûye sedem ku ew hê di temenê xwe yê biçûk de hînî kar û barên birêvebirinê bibe û pêşengiyê bike. Her wiha çanda kurdewar û ya elewîtiyê jî bi awayekî erênî li ser wê bandor kiriye û rê li ber vekiriye ku ew bi awayekî jixwebawer, xweser û azad tev bigere.
Di serdema ku ew tê de dijiya de di nava civakê de girîngiya jinan zêde nebû û jin ne xwedî kesayeteke azad û sekn û helwesteke xweser bûn. Ew ji aliyê hişmendiya nêrza û pergala serdestî û zordariyê ve hatibûn dorpêçkirin ku nikaribûn bibin xwedî bîr û vîneke serbixwe. Ligel vê yekê Fata Kurd, di nava eşîra xwe de her tim bi fikr û ramanên xwe, bi sekn û nêzîkatiya xwe giraniya xwe dida hîskirin û xwedî qedr û qimeteke rêzdar bû.
Fata Kurd beriya ku dest bi rêvebiriya eşîretê bike birayê wê yê mezin ê bi navê Bîlalê Reş sermiyanê eşîrê bûye, kar û barê eşîrê wî bi rê ve biriye. Fata Kurd di wan salan de (1820-30) zewiciye û li gundê Emîranê bi cih bûye. Dema ku birayê wê Bîlalê Reş, di sala 1840’î de çûye ser dilovaniya xwe li dewsa wî kesê bi navê Beko Axa ji bo rêveberiyê hatiye hilbijartin.
Beko Axa kesayetekî dadperwer û zana nebû û di nava eşîretê de bi kirinên xwe yên nebaş, bi neheqî û zordariyên xwe dihat nasîn. Niştecih û mezinên eşîra Sînemilî ji vê rewşa Beko Axa gelek aciz bûn û ji bo ku pêşî li vê rewşê bê girtin li dewsa wî kurê Bîlalê Reş ê bi navê Elî Axa anîn rêveberiyê.
Elî Axa di rêvebiriyê de zêde nema û piştî 5 salan dema ku jiyana xwe ji dest da serkêşên eşîretê xwestin ku ji nava eşîrê keseke/î herî zana, kamil û pêşketî bînin ser rêveberiyê. Fata Kurd li ser vê bingehê hate hilbijartin û bû rêbera nû ya eşîretê.
Ev rewş bi xwe jî dide diyarkirin ku di nava eşîretê de pergaleke hevgirtî ya nêzî demokrasiyê hebûye û bêedaletî nehatiye pejirandin. Herwiha serkêş û endamên eşîretê girîngî dane serborî û azmûnên civakê û hilbijartinên xwe bi nirxdayina aqilmendî, zanatî, jîrbûn, ked û berkariyê pêk anîne. Ya herî girîng jî ew e ku hişmendiya paşverû û zayendperest pêş neketiye.
Lehenga li ber siya dîrokê
Fata Kurd herçiqas ji aliyê dagirker û desthilatdaran ve li ber siya dîrokê hatibe hiştin jî, divê bi taybetî bê diyarkirin ku ew, ji kesayetekê wêdetir remza jinxasî, jîrî, çelengî û pêşengiya jinên kurd e. Ji ber vê yekê, gelek kes çîrok û serpêhatiyên wê nizanibin jî nav û nîşana wê dizanin, destana wê ya lehengane dibihîsin û dengê wê yê ku ji kûrahiya dîrokê bilind dibe û digihîje roja me di dil û giyanê xwe de hîs dikin.
Dagirker û desthilatdaran, li ser navê vê jina gernas ku di quncikên tarîtiya dîrokê de hatiye hiştin û hewl hatiye dayîn ku ew li ber herikîna dîrokê winda bibe û biçe gelek rê û rêbazên cuda pêk anîne. Di dîrokê de ji aliyê ‘pispor’ên oryantalist bigirin heta ‘dîroksaz’ên tirk navê wê bi hişmendî û armanceke gelek qirêj, bi rengekî bipergal hatiye berovajîkirin. Kiryara herî mezin a qirêj jî di serdema Komara Tirkiyeyê de pêk hatiye. Pêşeng û ‘dîroksaz’ên komarê navê ‘Fata Reş’ di encama şêlûkirin û tunehesibandina nasnameya wê ya kurd û elewîtiyê, dane hemû jinên ku di ‘Şerê Rizgariyê’ de cih girtine û xwestine ku bi navê ‘Fata Reş’ çîrokekê ji bo jinên tirk a di ‘Kuvayî Milliye’yê de cih girtine saz bikin. Wek mînaka navê ‘Mehmetçîk’ ku îro hê jî bi heman armancê tê bikaranîn.
Di serdema Komara Tirkiyeyê de nasnameya gelê kurd û baweriya elewîtiyê çawa hatibe reşkirin û berovajîkirin; navê Fata Kurd jî bi heman awayî ji rastiya wê hatiye dûrxistin û ji cewhera xwe hatiye qutkirin. Helbet ne tenê nasnameya wê ya kurdbûn û elewîtiyê; nasnameya wê ya zayendî jî her dem rastî êrîşên hişmendiya nêrza hatiye û gelek caran ji jinên pêşeng, wêrek, jîr û zîrek re pênaseya ‘Fata Mêr’ layiq dîtine. Hinek caran ev pênase ji bo biçûkdîtin û biçûkxistina jinê hatiye bikaranîn û rastiyên dîrokê li bin guhê hev xistine. Ji ber van sedeman xwedîlêderketina navê ‘Fata Kurd’ girîng e ku em bi awayekî zelal û xurt dikarin bibêjin ew rêbereke jin a kurd û elewî bû û di serdema xwe de wek ‘Jina Amazon’ û ‘Dotmîra Kurd’ hatiye binavkirin.
Fata Kurd ligel hemû êrîş û kiryarên taybet ên bêbîrhiştin û berovajîkirina dagirker û serdestên nêrza û înkarker li dijî çerxa serdemê li ber xwe daye û çîroka xwe ya efsanewî gihandiye heta roja me. Îro em li her bihostek axa ku ew lê jiyayî û di riya wê de şer kiriye rastî navê wê tên. Ew li derdora herêma Mereşê, li milê Çiyayê Engîzekê hê jî bi navê ‘Fata Reş’ an jî ‘Fato Paşa’ tê bibîranîn ku di malbat û eşîreta wê de navê ‘Fata Reş’ hê jî wek paşnav tê bikaranîn. Ji xeynî vê yekê, gotinên wek bi awayê ‘Nolê Fata Reşê’, ‘Koynê Fata Reşê’, ‘Pogî Fata Reşê’ û ‘Zaviyê Fata Reşê’ tên zanîn hene.
Li ser vê rastiyê em dikarin bibêjin ku dîrok qasî ku lehengên xwe diafirîne, rista xwe ya ku wan bigihîne pêşerojê jî pêk tîne û li dijî xedariya çerxa demê wan diparêze. Ew lehengên dîrokê jî bi awayekî dengê xwe digihînin me û hebûna xwe bi me didin hîskirin.
Mozaîkên ku di encama kolîna herêma Mereş û Dîlokê de -ku cihên jidayikbûna Fata Kurd e- hatine derxistin mînakeke vê yekê ye. Di van mozaîkan de xwedawendên amazon ên bi navê Hippolyte, Antiope, Melanipe û Penthesileia ku bi çîrok û dîtbariyên xwe yên erjeng, bi hemû ewrengiya xwe silavê didin me, vê rastiya dîrokê palpişt dikin. Di mozaîkan de jiyana keybanûyên jinên amazon ên nêçirvaniyê û dîmenên li qada şer hatine şayesandin. Em bi vê agahiyê dibînin û têdigihîjin ku amazonên pêşîn li ser vê erdnîgariyê jiyane û bi me re bûne. Ji ber vê sedemê divê em bînin zimên ku navê ‘Jina Amazon’ ku li Fata Kurd hatiye kirin ne tiştekî ji rêzê û belasebeb e.
Fata Kurd, îro wek ‘Amazona Serdema Xwe’ ji kûrahiya dîrokê serê xwe bilind dike û bi qêrineke bêhempa xwedî li mîrateya wan derdikeve û dibêje ‘Ez hê li vir im.’ Deng û newaya wê bi sedan sal e bi awayekî xwe gihandiye serdema me û dixwaze ku baş bê bihîstin û ya herî girîng baş bê fêmkirin.
Em jî divê deng bidin dengê Fata Kurd û bibêjin; heta ku amazonên berxwêder li ser rûyê erdê bijîn, ala têkoşîna wan hêjayan hildin û berz bikin, ew amazon û şervanên çeleng û leheng dê her tim hebin û ji bo serfiraziyê ronahiya xwe li pêşerojê û cîhanê belav bikin.
Çavkanî:
1- Kuşatmayı Yaran Kürt Kadını – Mehmet BAYRAK
2- Jinên Kurd – Rohat ALAKOM
3- Kürt Kadını – Cilt-1 – Kadri YILDIRIM
4- Kovara ‘Kürt Tarihi’ Hejmar: 46
5- Kürdistan Kartalı Yado – Kamiran Ali Bedirxan / Herbert Oertel[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 4 gånger
HashTag
Källor
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun.org/ - 16-04-2024
Länkade objekt: 4
Grupp: Artiklar
Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 00-00-2023 (1 År)
Bok: Kvinnor
Dokumenttyp: Språk
Provins: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 98%
98%
Tillagt av ( ئەڤین تەیفوور ) på 16-04-2024
Den här artikeln har granskats och släppts av ( سارا ک ) på 17-04-2024
Denna post nyligen uppdaterats med ( سارا ک ) om : 16-04-2024
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 4 gånger
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Biografi
Tara Twana
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista

Actual
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
19-05-2018
هاوڕێ باخەوان
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den sista flickan
07-10-2018
زریان سەرچناری
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
04-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,008
Bilder 106,690
Böcker 19,302
Relaterade filer 97,311
Video 1,392
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Biografi
Tara Twana
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 0.688 sekund(er)!