Kurdên Azirbêcanê- (6)
Pêwendîyên eşîrtîyê û pêvajoya sosîyalîstîyê.
Wergêr û Nivîskar: #Têmûrê Xelîl#
Lêkolînên li navçeyên Laçînê û Kelbecarê didine xuyanîkirin, ku ew fikir şaş e, ku kurdên van navça bi cûrê eşîrtîyê dijîn. Em wek V.Gûrko Kryajîn nafikirin û ser wê bawerîyê ne, ku derbazbûna ser cûrê jîyana riatî, dema ku xwelî di dest milet da ne, piştî hatina qeydê Sovêtîyê guhêrîna xwefemdarîya gundîya, ku rengê şerkarîya çînî wergirtîye, alî wê yekê kirin, ku gundî ji jîyana bindestîyê derkevine ser riya pêşketinê, bibine xweyê keda xwe ya helal. Sazbûna kolxozan (malhebûnên kolêktîv), testîqbûna dîwana Sovêtîyê li gunda, tesîra partîyê li ser wan, alî pêşketina sosîyalîzmê dikin, ku berê çînên desthilatdar serketina ewê pêvajoyê ji bo berjewendîyên xwe berbend dikirin.
Em bi hûrgilî li ser rola rîspîtîyê li Kurdistanê sekinîn. Tiştekî nêzîkî aqilan e, ku paşmayînên (bermayînên) ewî cûrê jîyana eşîrtîyê heta niha jî mane, lê rîsipîtî niha jî li ser riya çêkirina sosîyalîzmê li gundên kurda astengeke bi xeter e. Femdarî ye, ku şerkarîya gundîyên belengaz û yên orte bona sazkirin û pêşdabirina kolxoza tiştekî ne hêsa ye û ji bo wê yekê gerekê bikaribin di şerê çînî da biserkevin, zora dewlemend û rîspîyên, ku heta niha gundî zêrandibûn, bibin. Em ser wê bawerîyê ne, ku gerekê reng û rûyê wan milkedar û zordesta derxine ser avê, gerekê ew bi heqî bêne rûreşkirinê, ku bikaribin pêşdaçûyîna xwe kefîl (garantî) bikin. Eger usa nebe, perçekî miletê ku dihate zêrandinê, wê dîsa bide dû wan, bi a wan bike.
Ji ber wê jî çêkirina kolxoza di van navça da hêdî-hêdî pêş dikeve, xwesma di nav kurdên navça Kelbecarê da.
Em bala xwe bidne navça Laçînê:
Gorî salixên Komîtêya şuxulkirinê ya Laçînê, ku malûmatîyên komîtêya partîyê ya navçê jî ew yek testîq dike, hetanî 15ê tebaxê sala 1931ê tenê 26 selefê (%) gundên navçê bûne kolxoz. Em wê jî bêjin, ku di navçeyên Azirbêcanê yên mayîn da, ku pembu nayê bêcerkirinê, heta wê dema jorê kivşkirî jimara gundên, ku bûne kolxoz, 41,3 selef e. Ev jî hindik e, lê ew yek di gundên kurda da hindiktir e.
Dema xebata êkspêdîsyonê bêlî bû, ku di navça Laçînê da 11 gundên kurda hene: 1. Zêrtî, 2. Mînkend, 3. Bozlu, 4. Kemalli, 5. Keleçe, 6. Çeraxli, 7. Axcekend, 8. Kerekeşîş, 9. Ag-Bûlax, 10. Şêylanli û 11. du gundên rex Şênlanliyê yên biçûk: Katos-bîn û Çaybîn, ku hema bêje hemû jî bi hevdu ra girêdayîne.
Em li jêr malûmatîyên derheqa çêkirina kolxoza di gundên navça Laçînê da tînin:
.............
Bi vî awayî, ji 784 malhebûnên kurda yên navça Laçînê, ku di 11 gunda da hene, 2 kolxoz in bi 116 malhebûna va û di 3 gunda da jî 3 TOZ hene, ku 98 malhebûn tê da hene (ji 183 malhebûnên wan gunda).
Çêkirina kolxoza li navça Kelbecarê da gelek paş e. Rast e, em wê jî bêjin, ku karê çêkirina kolxozên heywanxwedîkirinê karekî dijwar e. Ji ber wê jî heta 1ê îlonê sala 1931ê di wê navçê da tenê 7,1 selefê gunda bûbûne kolxoz.
Gorî salixên êkspêdîsyonê di navça Kelbecarê da 6 gundên kurda hene: 1. Soyux-Bûlax, 2. Şûrtan, 3. Zeylik, 4. Axcekend, 5. Orûclu û 6. Xelanli.
Ji wana tenê gundê Axcekendê da kolxoz heye. Ew yek ji vê navnîşa jêrin xuya dibe:
Navên gunda Jimara malhebûna Ji wana bûne kolxoz
1. Soyûx-Bûlax 41 -
2. Şûrtan 70 -
3. Zeylik 119 -
4. Axcekend 88 29
5. Oruclu 58 -
6. Xalenli 56 -
Serhevdu 432 29
Bi vî awayî, ji 432 malhebûnên (malên) kurda tenê 29 dikevine nava kolxoza û ser her malekê hesabkirî ew yek di gundên kurda da kêmtir e û bêy wê jî bi tevayî li navça Kelbecarê da kêm e.
Wek me got, cûrê jîyana eşîrîyê hetanî niha jî bal kurda maye, ji ber ku xebata partîyê û sovêtîyê di wan navça da sist e, ew li ser riya bi cûrê sosîyalîstîyê daçêkirina gundên kurda dibine asteng, karê şerkarîya dijî milkedara û dewlemenda didine dijwarkirinê, ji ber ku zordar hetanî niha jî xwe bin perda edetên miletîyê vedişêrin û karê xwe wek berê dimeşînin. Me bala xwe da rewşa wan navça ya îroyîn û vanê me çi dît û texmîn kir:
Li gundê Mînkendê, navça Laçînê, 18 gundîyên dewlemend, ku baca xwe didan û ji ber wê jî nediketine di nava kolxoza, hukumî li ser merivên xwe kiribûn (bira, birazîya, xwerzîya û yên mayîn), ku ew jî (di nav wan da jî merivên feqîr hebûn) nekevine nava kolxoza. Ewana di karê xwe da bi ser ketibûn. Heta van demên dawî jî gelek gundîyên Terullûyê, Zalikliyê û yên mayîn nediketine nava kolxoza. Heta di gundê Mînkendê jî, ku li wir karê kolxozê baş dimeşe, jimara kolxozvana kêm e. Wek me li jorê dabû xuyakirin, ji 270 malhebûna tenê 66 diketine nava kolxoza. Em wê jî bêjin, ku berê kolxoz du cara ji hev çûbû û tenê van axirîya xwe girtîye.
Di civîneke komsomola û endamên partîyê da merivên belengaz, wek mînak ji gundê Terelluyê, digotin, ku bira filan apê wan bikeve kolxozê, ewê jî bikevinê. Di navça Kelbecarê da, ku cûrê jîyana eşîrtîyê ji Laçînê zêdetir mabû, ser her malekê hesabkirî, kolxoz hindiktir bûn.
Di navça Stalîn (Şarûra berê), herêma Naxçiwanê da, li ku piranîya kurdên herêma Naxçiwanê lê dimînin, di gundên kurda da tu kolxozek tune. Bi bawerîya me, ev yek ne tiştekî tesedûf e. Em bawer nakin, ku di navçeke din ya Azirbêcanê da hukumê eşîrtîyê usa xurt maye, wek ku ew di nav kurdên Naxçiwanê da ye. Koçerîya kurdên Naxçiwanê alî wê yekê dike. Eşîrtî ne tenê di hundurê malbetê da roleke xirab dilîze, lê ji sînorê wê der, di pêwendîyên bi malbetên mayîn ra jî. Vira gilî ne tenê derheqa wê yekê da ne, çika tu ji kîjan eşîrê yî û çiqasî li ser erf-edetên kal û bava mayî, wek ku ew yek li navçeyên Laçînê û Kelbecarê da ne. Niha usa bûye, ku tenê kal û pîr xwe berk li jîyana eşîrtîyê digirin, lê gelek gencên ku em rastî wan hatin, ewqasî jî guh nadine wê yekê. Di her gundekî da 2, 3, 5, 7 û zêdetir qebîl hene. Vira eşîrî ser her tiştî ra ne. Em wê jî bêjin, gava ku di navça Laçînê da em çûne gundê Keleçê, ku nêzîkî Mînkendê ye, me dît ku li wir hemû merivên hev in û ji eşîrekê ne. Ji ber wê jî di van şertan da pir dijwar e kolxozên bi hêz saz bikin, lê ne yên bi nav, bi dewlemend û zordara ra şerkarîyê bikin. Lê ew dijwarîyên usane, ku merî dikare çareser bike. Ji bo vê yekê gerekê rêxistinên partîyê û Sovêtîyê di nav wan da karekî ciddî bikin. Lê rêxistinên usa li wan cîya da ne gelekî xurt in.
Lê gundê wek Keleçê di navçeyên Laçînê û Kelbecarê da tunene. Lê di nav kurdên herêma Naxçiwanê da hene û pir in jî. Em bidne kivşkirinê, ku gundên kurda, ku rex hêwirgeha (station) Erezdeyan in, warên eşîran e, ku navê eşîra xwe li gundên xwe kirine û navê her gundekî vira yê resmî zûda heye, lê gundî bi kar naynin. Serhevdu li vê navçê da 7 gundên kurda hene: 1. Kere-Burun, 2. Yanix, 3. Korkmaz, 4. Gelewan, 5. Mehmûd-kend, 6. Vodokaçka û 7. Kixaç. Lê ev nav gelek cara nayêne bikaranînê, lê wek me got, navê eşîrên xwe li gunda kirine û usa jî bi nav dikin.
Gorî wê yekê navê Şawlikî danîne li ser gundên Kara Bûrûn û Yanix; bi wî awayî navê Korkmas danîne li ser gundê Banûkî; navê Herikî li gundên Gelewan, Mehmûd Kend û Vodokaçka kirine, ji ber ku eşîra Herika lê dimînin; navê eşîra Beşkîya li gundê Kixacê kirine. Wek me îdî gotîye, ev hemû gund cînarên gundên turka yên navça Sederekê ne, ku çend gundên biçûk di nav da hene û ew dikevine li ser sînorê xeta riya hesin ya ji Cûlfa-Bekûyê destpêkirî hetanî tê digihîje çemê Erez, ku ew jî sînorê Yekîtîya Sovyêt e bi Tirkîyê û Farizistanê ra. Beraya wî sînorî 5-7 kîlomêtr e, dirêjaya wî 10-12 kîlomêtr e. Hemû gundên kurda, ku me navê wan dane rêzê, diketine di nav şêwra gundekî da, ku navê Şawlika lê kiribûn û ew jî dikete nava navçeke serbixwe - navça Stalîn (ew berî salekê bûbû navçe), ya herêma Naxçiwanê. Wek ku emê li jêr bidne xuyanîkirin, di şertên ku welêt da sosîyalîzm dihate çêkirinê, ew nav ne lê ne dihat. Ji ber ku piranîya kurdên ewê navçê ji eşîra Şawlika nîbûn.
Gorî salixên, ku me ji komîtêya navça Stalîn sitendibû, jimara binecîyên gundên kurda bi hesabê 5ê îlonê sala 1931a aha bû:
Navê gund an jî eşîrê Jimara mala Jimara binecîya
Şawlikî....................... 54 315
Yanix......................... 57 264
Gelewan.................... 87 383
Korkmas.................... 26 135
Beşkî.......................... 60 410
--------------------------------------------------
Serhevdu 284 1507
Di vê navnîşê da hinek gund bi navê eşîrê ne, hinek jî - na. Wek mînak, navê gundekî Şawlikî ye, ku ji navê eşîra Şewlika tê, navê gundekî mayîn jî Yanix e, ku li wir jî eşîra Şawlika dimînin; Gelewan û Korkmas ew gund in, ku eşîra Herkî lê dimîne, lê gundê Kixaç carna tê binavkirinê Kixaç, carna jî ew bi navê eşîrê - bi navê Beşkî tê binavkirinê.
Gorî van malûmatîyan, usa jî ew yek, ku em bidne ber çeva çika hebûna eşîra Şawlika çiqas e, ku li gundên Kara-Bûrûmê û Yanixê diman, herweha hebûna eşîrên mayîn jî, em bêjin ya Beşkîya, ku li gundê Kixac dima, jimareke awa dertê:
Hebûna eşîra Şawlika, ku li du gunda da dimîne, haqas e:
Heywanên gir Hesp Mî Guhdirêj
Kara-Bûrûnê....................223 57 1814 9
Yanixê.............................315 55 2480 5
Serhevdu: 538 112 4294 14
Hebûna eşîra Beşkîya, ku li gundê Kixacê dimîne, haqas e:
Heywanên gir Hesp Mî Guhdirêj
346 43 798 5
Eşîra Şawlika ji 579 merîyan e, lê ya Beşkîya - 410. Lê di navbera hebûna wan da ferqek mezin heye, ew jî wê demê, ku di qewlên wan yên jîyanê da ferq tune. Ew gund çend kîlomêtra dûrî hev in.
Malûmatîyên himberîhevkirinê didine xuyanîkirin, ku eşîra Şawlika di hêla aborî da ji eşîrên mayîn dewlemendtir in, di nav wan da ji Beşkîya jî.
Ango, tiştekî dijwar nîne texmîn bikin, ku vira gilî ne di eşîrê da ne, lê di hêza hukumdar da ne (milkedar û dewlemenda), ku piranîya hebûna gundîya di dest wan da ne. Jîyana cûrê eşîrtîyê, ku kokbir ne bûye, dibe sebebê wê yekê, ku hukumê milkedar û dewlemenda hetanî niha jî maye, ku li herêma Naxçiwanê jî navê rîspî li wan kirine. Di nav eşîra da kîjan ji wana xurt e (em bêjin, di nav Şawlika û Beşkîya), hukumê wî li ser hemû eşîra derbaz dibe.
Merî dikare bi hêsanî fêm bike, ku çima eşîra Şawlika di van şerta da diha xurt e û hukumê wê ne tenê ser mirîdên eşîra xwe, lê ser yên mayîn jî derbaz dibe. Di wî karî da rêxistinên me yên Sovêtîyê jî şaşî berdan, dema navê Şawlikî li şêwra gund kirin, ku çend gundên mayîn jî dikevine navê.
Em derbazî alîyekî jîyana eşîrtîyê bibin - heyfhildana xwînê.
Heyfhildana xwînî di navçeyên Laçînê û Kelbecarê da hema bêje nemaye. Di nav van 10-15 salên dawî di nav van navça da hevkuştin pir nebûne. Lê ew yek di nav kurdên herêma Naxçiwanê da heta niha jî heye û taybetîyek jî ew e, ku di nav wan da yên êrîşkar û parastvan hene. Yên ku êrîş dibine ser xelqê, piranîya wan ew merîne, ku rewşa wan ya aborî baş e, ew dewlemend in. Rast e, di nav kurdên Naxçiwanê da şerkarîya çînî destpê bûye, lê pir hêdî pêşda diçe, di hêlekê da jî tesîra partîyê li ser wan zêde dibe, lê dîsa jî heyfhildana xwînî ji holê ranabe.
Wek ku em pê hesiyan, ji berê da di nav eşîrên Şawlika û Beşkîya dijminayîk heye. Hetanî niha jî ji malbeta Beşkîya merî têne kuştinê. Di hezîrana sala 1931ê Şawlikîya gundîkî feqîr kuştin. Hema bêje di wan dema da wana palekî turka birîndar kirin. Tu şik tune, ku ew kuştin (me nikaribû em hûrgilîyên wan pê bihesin) bi destî milkedarên ji malbeta Şawlika têne teşkîlkirinê. Û wek berê rîspîyên kurda herdu eşîr li hev dianîn, diketine navbera merivên merivkuj û yên kuştî. Lê ew rîspî di şertên nû da îdî rengê xwe guhartibûn û perdekî nû danîbûne ber çevê xwe.
Gerekê bê kivşkirinê, ku xwesma li herêma Naxçiwanê, hinek cara jî li navçeyên Laçînê û Kelbecarê, hetanî niha jî hukumê rîspîyan li ser milet heye, heta li ser jîyana jin û mêrê ya tevayî da jî. Milet ji bo pirsên ku li hev nakin, ji bo zewacê, hevberdanê û kêmasîyên di nav jîyana rojane da, bedbextîya, hucetên li ser xwelîyê, pevçûna, dizî û talanê, buxdankarîyê û şerletanîyê ji bo şêwr û temîya berê xwe didine rîspîya, bona ew wan pirsa çareser bikin.
Bi vê yekê va girêdayî di karê pêşîgirtin û kokbirkirina rola rîspîya da dijwarîyên mezin radibine holê. Tiştekî femdarî ye, ku jîyana bi cûrê eşîrtîyê çiqasî xurt be, diha dijwar e dijî wê şer bikî, çiqas tesîra erf-edetên kevin yên ziyandar pir be, ku bi saya serê wê yekê jî milkedar xwe ser piya digirin, diha zehmet e derkevî himberî wê.
Em di wê yekê da hatine bawerkirinê, dema me li herêma Naxçiwanê lêkolîn derbaz dikirin li ser hukumê eşîrtîyê li wan navça da. Em wê jî bêjin, ku ew hukum li navçeyên Azirbêcanê yên Laçînê û Kelbecarê kêmtir e. Pêwendîyên eşîrtîyê û malbetîyê di hêlekê da, nerazîbûnên çînî jî di hêlekê da, bûne bela serê milet.
Di van şerta da terefdarên jîyana eşîrtîyê bi her awayî dertêne dijî xebata rêxistinên sovêtîyê û partîyê di nav navça da û bi wê yekê va karê çêkirina sosîyalîstîyê, bilindkirina dereca jîyana feqîr û belengazên kurd berbend dikin.
Me texmîn dikir, ku di van şerta da xebata rêxistinên sovêtîyê û partîyê di nav gel da gerekê çend qat bê zêdekirinê, lê rola wan sist e û ne gorî pirsdanînên jîyana bi cûrê nû ne. Berî her tiştî, gundîyên feqîr û belengaz ne bi hevra nin, di nav wan da yekîtîyeke berbiçev tune, ku bi tevayî derkevine himberî milkedar û zordesta, çêkirina kolxoza di gundên kurda da (himberî gundên, ku ne yên kurdan e) wek ku lazim e, pêşda naçe, di nav kurdan da karê partîyê sist e û hela zîlên xwe jî nedane. Di nav kurda da tek-tûk komûnîst hene, komsomol jî di nav genca da karê ku danîne pêş wan, nake. Kolxoz û sovxozên heyî jî têrê nakin, ku gundên kurda serdestîyên wan texmîn bikin.
Di nav sovxozên wan navçeyan da, ku me lêkolîn li ser wan kirine, bi taybetî jî li sovxoza pezxwedîkirinê Ovsêvod da, ew pirsdanîn pêk naynin, ku bi biryara Komîtêya Navbendî ya PK Yekîtîya Sovyêt û Şêwra Komîsarên Gelî ya PKYS bi bangawazîya xwe ya meha tîrmehê sala 1931ê ya derheqa bi cûrê sosîyalîstîyê pêşdabirina heywanxwedîkirinê da danîne ser wan.
Sovxozên heywanxwedîkirinê gerekê ji bo kolxoz û malhebûnên gundîya yên arizî bûbûna nimûna çevdayînê, ku çawa dikarin malhebûna sosîyalîstîyê pêşda bibin, têknîka nû bi kar bînin, çawa xebatê bi cûrê nû teşkîl bikin.
Sovxoza mezin Ovsêvod (Heywanxwedîkir), ku li navça Kelbecarê da hemû mehên havînê da heywan xwedî dike, û sovxozên heywanxwedîkirinê yên ku di navçeyên kurda yên herêma Naxçiwanê da hene û ew jî dikevine nava Ovsêvodê, ji merkeza navça lap hatine birînê, jîyanake wek ya eşîrîyê derbaz dikin û wek dibêjin, haya wan ji bayê dinyayê tune.
Di navbera kolxoza gundê Sederekê û gundên kurdan yên cînar da, tu pêwendî tunene. Di herêma Naxçiwanê da jî usan e. Sovxoza mezin ya ser navê Bûnyat Zadê, ku cînara gundê kurdan e, bi kurda ra tu pêwendî danenîye.
Lê dîsa jî, şerkarîya ji bo sazkirina kolxoza û bi cûrê sosîyalîstîyê guhastina jîyana gundîya karê gundî û xebatkarên kurd û turk yê sereke ye. Wana di hêlekê da hewl didan ji bindestîya milkedarên xwe û yên xelqê aza bin, gundîyên belengaz ji bin tesîra jîyana eşîrtîyê derxin, di hêlekê da jî wana her tişt dikir bona di şerê çînî da bi ser kevin û bikevine ser riya pêşdaçûyînê û halxweşîyê.
Rast e, kolxozên di navçeyên Kurdistana berê da sist bûn, ji ber ku nû saz bûbûn, lê gundîya bi awakî zelal texmîn dikir, ku ev cûrê jîyanê ji ya berê pêşketîtir e, û dema ku gund bi bingehê xwe va bê guhastinê û bikeve ser riya sosîyalîstîyê, ewana dikarin rewşa xwe ya aborî gelekî bidne xweşkirinê û ji rewşa berê ya nemir-nejî, dema gundî ne xwedîyê keda xwe ya helal bû, derkevin û ji bindestîyê û zêrandinê jî xilas bin.
Bi mîlyona gundîyên xebatkar yên tevaya Sovyêtê bawerîya xwe bi vî cûrê jîyana nû dianîn: ewana dengê xwe didin bona gund bibine kolxoz, ji ber ku ewê wana ji zordestî û destdirêjayên milkedara û dewlemenda rizgar bike.
Em çima awa bi hûrgilî li ser nimûna çêkirina kolxoza di navçeyên Kurdistana berê da sekinîn. Ji ber ku di wê nivîsa biçûk da, ku di dema Sovyêtê da - sala 1928a - çap bûbû, derheqa kurdên Azirbêcanê da tiştên ewqas şaş hebûn, ku me deynê xwe hesiband rastîya wan raberî we bikin. Eger me usa nekira, emê ber xebatkarên kurd gunehkar derketana.
Em binhêrin, ku lêkolînerekî kurdên Azirbêcanê V.M.Sîsoyev sala 1928a derheqa seredana xwe ya li gundê Mîrîkê, navça Laçînê çi gotîye:
Merivê, ku em li Mîrîkê li mala wî bûne mêvan, kurdekî dewlemend bû; heta semawira wî jî ji hesinê giranbuha bû. Him malxwê malê, him jî xanima wî, ku ew jî kurd bû, merivên guhdar, berbihêr û maqûl bûn: her tiştên wan paqij û lihevhatî bûn. Malxwêya malê xwerineke xweş ji me ra çê kir; mirîşkek di rûn da qeland û ji pelên tirîya dolme pêçan û h.w.d; bi çayê ra doşebeke (dims) xweş dan. Usa xuya ye, ku eger meriv kar bike, hinekî jî zor bide hişê xwe, heta di şikevtên Kurdistanê da jî dikare baş bijî; lê hetanî niha jî hema bêje nîvê binecîya bi jîyana berî hezar sala va dijî(1).
Gelo hewcedarî heye em îzbat bikin, ku ev gotin wek gotinên wan dijminên çînî ne, ku ewana derheqa dewlemenda da gotine, ku ew xudêgiravî dikarin malhebûnê bi aqilane pêşda bibin. Û gelek gundîyên feqîr jî bawerîya xwe bi van gotinên derew tînin. Em wê jî bêjin, ku pirtûka V.M.Sîsoyev sala 1928a ji alîyê weşanxana Azkomstar da çap bûye, lê li ser belgê pêşin nivîsar e: Komîsarîyata Perwerdeya Gelî ya KSS Azirbêcanê, û ev derewa hinkûfî milkedara heta niha jî nehatîye belûkirinê.
Lê em carek din vegerine ser karê çêkirina kolxoza li Kurdistanê, ku jîyana gelê kurd gerekê berbi başîyê biguhêrîne.
Ji bo wê yekê em bala xwe bidne wan salixan, ku derheqa wê yekê da bin destê me da hene û bi vê yekê ra girêdayî jî gotinên Stalîn bîr bînin, ku kolxoz riya tek-tenê ye, ku dikare gundîya ji bin bindestîyê derîne.
Em bidne kivşkirinê, ku piştî kolxoz hatine çêkirinê, jimara wan kesan, ku di mehên zivistanê da malên xwe dihîştin û dadiketine deşt û arana, gelek kêm bûye, lê li hinek kolxoza da (wek mînak. li Mînkendê) ew koçerîya demkurt lap (hîç) ne maye.
Teşkîlkirin û parevekirina xebatê di hundurê kolxozê da gundîya ji karên ne kardar û ne kêrhatî xilaz dike, xwesma dema di malhebûna heywanxwedîkirinê da dixebitî. Di dema êkspêdîsyonê me gelek cara ji zarê kolxozvana bihîstîye, ku ev cûrê kar bi dilê wan e. Jîyana di kolxozê da dide îzbatkirin, ku gotinên awa ne bê bingeh in.
Niha em bala xwe bidne rewşa kolxozekê, ku li gundê Mînkendê, navça Laçînê da ne. Kolxoza ser navê Karl Marks da du milet hene: ji 66 malhebûna - 40 malên kurdan e û 26 jî yên turkan e. Kolxoz bi heywanxwedîkirinê û çandinîya nên va mijûl dibe. Em çûne zozanên wê, ku 4 kîlomêtra dûrî gund e. Temamîya heywanên kolxozê li wir bûn: 96 boxe, 55 çêlek, 192 mî, 18 hêştir, 40 hesp û 22 guhdirêj (ker). 17 merî xizmetî zozana dikirin. 9 jin bûn, 8 jî mêr bûn, lê piranîya endamên kolxozê li gund mabûn û karê deştê dikirin. Heta ji wergirtina (xwekirina cilên wan) kolxozvana ya paqij û delal, dem û dezgên kar jî xuya bû, ku jîyan guhêrî ye, xweştir bûye. Di nav heywanxwedîkirinê da jî kar hatîye parevekirinê. Hinek kolxozvan miqatîyê li heywana dikin, çêleka didoşin. Hinekên din jî adanîya şîr jê diqetînin, jê rûn çê dikin û dikine toxavk. Xwerina kolxozvana jî ji ya xebatkarên malhebûnên mayîn baştir e.
Serokê perça heywanxwedîkirinê ya kolxoza Mînkendê kurd e, ku berê li Bekûyê pale bû û ew bi xebatkarên turk û kurd ra tevayî jîyana bi cûrê nû ya întêrnasyonalîstîyê û sosîyalîstîyê çê dike.
Kolxozên wek yên Mînkendê ya ser navê K.Marks dîsa hene. Û di nav wan da jî gelek xebatkarên ji Bekûyê hene, ku vegerîyane warên xwe.
Me dikaribû ev şirovekirina xwe berdewam bikira, an jî nimûneyên mayîn banîyana, lê mînakên me anîn jî têr dikin, ku merî serdestîya kolxoza himberî malhebûnên mayîn texmîn bike û evê yekê binecîyên wan navça jî dibînin.
Hilbet, her tişt bêqusûr nîne. Kolxozvan tam dest ji erf-edetên kevin yên ziyandar ne kişandine. Ew yek nikare tesîra xwe li ser hal û demên kolxozê nehêle (deranîntîya xebatê, parevekirina kar hundurê kolxozê da û h.w.d.), ew li ser riya zêdekirina jimara kolxoza jî dibine asteng.
Sazkirina kolxozên nû, xwesma yên heywanxwedîkirinê, gerekê li ser bingehê kolxozên heyî bêne çêkirinê, usa ku cêribandina yên heyî bal xwe jî bidne rikinkirinê, bona diha şênkirina jîyana gunda ya bi cûrê sosîyalîstîyê.
Bona serketina vî karê mezin gerekê prolêtarîyata Bekûyê bê hewara wan, alîkarîya wan bike. Ewana niha li her dera hene, heta cî û wargên Kurdistana berê û Naxçiwanê yên here paşketî da jî. Ewana hatine bona gundê xwe careke din çê bikin, nû bikin û bi riya sosîyalîstîyê pêşda bibin. Em wê jî bêjin, ku prolêtarîata Bekûyê ev armanc danîye pêşîya xwe, ku gundên Azirbêcanê şên bikin.
Bajarê sosîyalîstîyê,- hevalê Stalîn di xeberdana xwe ya li konfêransa agrarnîkên Marksîst da gotîye,- gerekê gunda ji bingehê va biguhêre, di wan da kolxoza û sovxoza çê bike û wana bixe ser riya sosîyalîstîyê.
Bi têknîka nû pêşdabirina karên kolxoza û sovxoza, çêkirina rêyên baş, bilindkirina zoraya deranînê(2) - ev hemû ew şert in, ku bi saya serê wan di hemû gundên navça da gerekê kolxoz hebin û li ser wê bingehê jî wê milkedarî ji holê rabe, wê di navbera gund û bajarên Azirbêcanê da ferq nemîne.
Ev hemû barekî mezin datîne li ser milên rêxistinên partîyê û Sovêtîyê, ku gerekê dest ji têorîya berê ya genîbûyî û ya dijî Lênînîyê bikişînin û xwe li daxazên rojên îroyîn bigrin, û derheqa vê yekê da serekê partîyê di nav xeberdana xwe da got. Lê hetanî niha jî ew têorîya kevin di nav xebata wan rêxistina da kokbir ne bûye. Û îro, dema gelek gundîyên feqîr û orte gurra milkedarên berê dikin, tenê bi wê yekê va tê şirovekirinê. Hukumê rêxistinên partîyê û Sovêtîyê li ser gundîyên kurd ewqas bi hêz nîne, ku bikaribin gundîya ji tesîra derebeg û dewlemenda dûr bixin, di nav gundîya da xebata civakî-sîyasî wek ku tê xwestin, nayê kirinê. Ew jî di rûyê wê yekê da ne, ku hetanî van demên axirîyê jî ew pirsên sereke piş guhê xwe va hatibûn avîtin, ku gerekê femdarîya gundîya ji bingehê va bidana guhastin û berê wan bidana pêkanîna daxaz û armancên partîyê.
(1) V.M.Sîsoev. Kurdîstan. Laçîn. Arxêologîçêskîy oçêrk. Otd. ottîsk îz 3-go vipûska Îzvêstîy Azkomstarîsa, Bakû, 1928. Narkompros Azkomstarîs, str. 18.
(2) Li navçeyên herêma Kurdistana berê (xwesma yên Laçînê û Kelbecarê) da gelek medenên giranbuha hene: komir, sifir, pêmza, azbêst, xwelîya kaxçînê û h.w.d; li wir gelek komirên sipî hene (çemê Têrtêrê û çemên mayîn), kanîyên ava medenîyê yên qenckirinê hene (wek kanîya Îstî-Sûyê, ku rex wê havîngeheke bi wî navî hatîye çêkirinê, ku gelek nexweşîya qenc dike û di wî alî da ji ava Karlsbadê ya bi nav û deng danaxwe, ji wî ne kêmtir e). Lê di karê bi kardarî xebitandina dewlemndtîyên herêmê yên binerd û herweha havîngeha Îstî-Sûyê jî ji bo xebatkarên Azirbêcanê, Pişkavkazê û temamîya Yekîtîya Sovyêt, çend asteng hene û ji wan ya sereke jî ew e, ku gerekê bi lez riya çê bikin û pirsa çûyîn-hatinê çareser bikin.
[1]