=KTML_Bold=GERÎLATIYA LI İNZIVAYA ÇIYAYAN=KTML_End=
=KTML_Underline=Dîlzar DÎLOK=KTML_End=
Gelo rojhilatê cîhanê heye? Alî, navên şênber ên ku ti mayîndeya wan tineyî û bi gotinekî asayî li gorî çavdêr têne diyarkirin û asta çavdêr diyar dikin in. Ez sêv û porteqalekê difikirim. Rojhilat tine ye û rojavayê cîhanê jî weke porteqalê. Divê cîhana ji zarokan re bi şiklekî rast na bi cureyên bi sê astan lê bê mêzekirin û wisa bê vegotin. Mînak li Japonyayê li gorî kesê li wir Emrîka li rojhilat e û Îngîltere dibe rojhilatê dûr. Herêmên Rojava yên ku em jê re dibêjin mekanê pozîtîvîzma pîroz (!) xwe dûr girtin ne gengaz e. Xwezayekî bi pênaseyên hatin îcatkirin hatî astengkirin heye. Îcatekî xirab e lê bi pênaseyên têne zanîn vegotin nefahmiyê di demekî kin de bi cih dike.
Felsefeya rojhilat a ku weke felsefeya Îslamê tê zanîn di bingeha xwe de çemekî azad ên ku berî Îslamê dest bi herikînê kir û li gel hemû qadan ji bo bê hişkirin hêj diherike ye. Di hemû jiyanên di cihana fikirandina rojhilat de derketin holê rêgeza jiyanekî bi wate û lêgerîna wê heye. Jiyana bi wate di exlaq, wekhevî, kolektîvîte, hevrebûn û berdewamiyan civaka dîrokî di bingehê hişmendiya rojhilat de cih girt. Hin caran weke paradîgmayekî raman, hin caran weke rêxistinekî berxwedanê û hin caran jî weke mekanê afirandina hêza têkoşîna bi hêz bû.
Di felsefeya rojhilat de aliyên hevpar ên weke zanebûn, xwe kişandina înzîvayê û têkoşînê hebûn. Kedên di felsefeya rojhilat de yên weke înzîva, îza û an jî şerê nefse derketin holê asta herî girîng a afirandina mirovê kamil (di heqîqata gerdunê de mirovê mukemel) e. Astên vê çalakiyê bi kêmasiyên xwe re têkoşîn meşandin, ji terzê jiyana civakî heyî derketin û xwebûn in.
Em li nava rojhilat cih digirin. Li navîna rojhilat de li welatê ku netewe dewleta xwe neyî ya Kurdistanê derketina PKK’ê pêvajoya zanistê pêk tîne. Têkoşîna gerîla jî ji ber vê yekê înzîvayek e. Çiya mekanê înzîva û têkoşînê ye. Çiya ji bo şerê gerîla gelek guncav in. Lê çiyayên Kurdistanê ji bo gerîlayên PKK’ê tenê qadên şer nîn in di heman deme de qadên azad ên afirandina jiyana nû ne jî. Mirovên deryayan debara xwe ji deryayê pêktînin û dema canê wan teng dibe li deryayan rê digirin. Bi pêlan diaxivin ji denge avê û dilopan derdikevin û diherikin. Mirovên çolê her tiştê xwe li çolê dibînin. Ji bo ku olên xwe yên bi hezaran salan bidomînin û li gelek cihên cîhanê belav bibin jî li çolê peyda kirin. Ji ber ku bingeha jiyanê li çolê ava kirin.
Mirovên Kurdistanê jî di demen wisa de berê xwe didin înzîvaya civakî û axa xwe; ango çiyayan. Weke ku ber bi deryayan ve diçin hildikişin çiyayan. Weke ku bagîr (yelken) ên dilê xwe vedikin. Bayê li deryayan tê her çi qas tûre jî be ji kesên dil dayîne deryayan re weke dilê wan himbêz dike û tê. Gerîlayên Kurdistanê jî li hemberî hemû bayên hişk ên li çiyayan tên di hemû demsalan de dile xwe vedike. Ji bilî jiyana gerîla û şerê gerîla derketina çiyayan ji welatê xwe derketin û ji bo xwe meşiyanê vedibêje. Derketina çiyayan aliyê wê yê peydakirina lêgerînê ye. Bi ba re dost, dengê pêlan re bira, di dema ax gihişte laşê mirov yekbûyîn û lûleya bêhnê yê wê avhewayê nas dike. Gerîlabûyîn jî vê bêhnê bêyî astengiyan hilkişandina hindirê xwe ye.
Jiyan, nasîna ba ye. Dema ba pora şe dike fêmkirina gerdunekê ye. Avên gelek deng derdixin û bi hêz diherikin avên gelek mezin nîn in. Avên bedenên xwe yên biçûk li keviran didin diherikin in. Li gerîla ez hînî vê yekê bûm.
Têkiliya gerîla û axê tenê têkiliya himbêzkirin û starbûnê nîn e. Himbêzkirin, nasîn, hevdu hîskirin, girêdana hev û yan jî jiyan di nava ahengiyê de parvekirin…Gerîla, #axa Kurdistanê# bi xwîna ji laşê xwe, dilopên xuhdana xwe, ked, hezkirin û mêzekirina çavên xwe pîroz dike û rola axa di mirov de pîroz bibe di asta herî bilind de bi cih tîne.
Ez bawer dikim şervanên azadiyê yên hemû gelan bi riya xwîna dayîn axê biratiyê dijîn. Şerê gerîla salên dirêj li Kurdistanê berdewam dike û girseyî bû li gel derfetên erdnîgariyê li ser vê erdnîgariyê mirovên bi derfet, mirovên dile xwe bi çiyayan re kirin yek û vîna wan a kolektif a jiyana azad heyî re jî girêdayî ye. Demên mirovan ên herî zor ji aramiya zikê dayîkê dûrbûn e. Di demên wisa de germahiya lê tê gerandin jî germahiya zikê dayîkê ye. Çiyayên Kurdistanê ji bo gerîla malzaroka azadiyê ye. Zikê dayîkê ye.
Em şervanên azadiyê yên Kurdistanê, gerîlayên PKK’ê zikê dayîkê çiyayên welatê me rojhilatê cîhanê na em di navîna cihana xwe ya azadiyê de ne. Ji bo me fêrkeriya jiyana Rêber #Abdullah Ocalan# ava jiyanê ye. Projeya netewa demokratik a ku Serokatiya me pêşxistî ji hemû gelan re, hemû komên bawerî û çandî û bi hemû civakan re bi hev re, hemû cudahiyan homojen nekirin, weke hev nekirin û neke sedema dijminahiyan bi hev re riya jiyana azad nişan dide. Ev rê bi hemû gelên cîhanê re rêka bihev re meşiyanê ye. [1]