Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,092
Bilder 106,718
Böcker 19,304
Relaterade filer 97,343
Video 1,392
Artiklar
En sorg att MP får bli till...
Bibliotek
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillb...
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdern...
Paradîgma hebûnê ziman e
Grupp: Artiklar | Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Paradîgma hebûnê ziman e

Paradîgma hebûnê ziman e
Paradîgma hebûnê ziman e
MIHEME PORGEBOL / #AMED#

“Dema hebûnek hebe û rûmetek jê re tine be, ew bixwe hebûneke kêm, qels û seqet e. Ew jî ji nebûnê çêtir nîne. Ji ber vê yekê em dibêjin paradîgmaya bingehîn a hebûnê, ziman e.”
Îro 91. salvegera weşandina hejmara yekê ya Kovara Hawarê ye. Herwiha 15´ê Gulanê ji sala 2006´an ve weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Em jî li ser vê yekê bi hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan re axivîn. Fîdan ji me re behsa têkiliya ziman û hebûnê, êrişên li dijî Kurdî û çarenûsa pirsgirêkên derbarê ziman de kir.
Çima pêdiviya Kurdan bi cejneke ziman hebû?
Ziman bingehê hebûnê ye. Hişiyariya ji bo ziman, xwedîderketina li ziman pêngaveke gelekî xurt e. Yan jî em bibêjin, bi ziman destpêkirina kar li gorî min pêngaveke pirr xurt e ku xebateke li ser vî hîmê bingehîn teqez wê bigihîje serketinê. Ji ber vê yekê em xebata li ser hîmê bingehîn, weke cejnekê; rizgariya Kurdan, xelasiya Kurdan, azadiya Kurdan dibînin. Sala 2006’an ev roj weke cejna zimanê Kurdî hat daxuyandin û TZP pêşengiya vî karî kir. Ez bi xwe jî di nava TZP´ê de bûm. Ji ber ku kela canê me wek rojên cejnê û pîrozbahiyê rabû, bi awayekî xwezayî weke cejnekê hat binavkirin. Tu îtiraz jî li hember vî navî çênebû. Tê zanîn ku sala 1932´yan de Kovara Hawarê derket. Di navbera salên 32 û 43’yan de derdiket û cara yekem alfabeya latînî ya em îro bi kar tînin ji aliyê Celalet Elî Bedirxan ve hat bikaranîn. Di vê kovarê de ji bilî Celadet gelek kesên wek Rewşen Bedirxan, Kamuran Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan û wekî din nivîsîbûn û hatibûn gel hev. Mînakên pêşîn ên wêjeya nûjen di vê kovarê de hatin weşandin. Ji ber vê yekê weke bingehekî xurt, weke bingehekî teqez ev roj hat diyarkirin û bi vî avayî weke cejnekê tê pîroz kirin.
Heta bi weşana Kovara Hawarê rewşa Kurdî di warê nivîs û wêjeyê de çawa bû?
Em behsa serdemekê dikin ku li çar aliyê cîhanê şerên giran hebûn. Şerê Cîhanê ê Yekemîn qediyabû, lê bandorên wê bi her awayî dewam dikirin. Êdî li Rojhilata Navîn netewe dewlet ava bûbûn û gelek nexşe guherîbûn. Di rewşeke wisa de ev kovar derket. Ji bo xurtkirina têkiliyên bi Ewrûpa û cîhanê re yan jî ji bo bêhtir nasîna wan, kovarê wisa peywir girtibû. Xwediyê biryaran ew bûn û alfabeya Latînî bi kar dianîn. Bê guman beriya wê di wêjeya Kurdî de alfabeya Aramî hatiye bi kar anîn. Ev alfabe ji aliyê gelek rewşenbîrên me ve jî dihat bikaranîn. Lê di sala 1928´an de li Tirkiyê, ku Bakurê Kurdistanê jî di nav de ye û herî zêde Kurd li vir tên zanîn, şoreşa ziman çêdibe. Ji ber ku Celalet Elî Bedirxan [her wiha Celadet Alî Bedirxan] bi taybetî dixwaze ku têkiliyên bi Ewrûpayê re deyne. Ev jî daxwazeke normal e, ji ber ku xwedî biryar ew bûn. Ji ber ku wê çaxê rêjeya nivîs û xwendinê wek hemû gelên heremê, di nava Kurdan de jî zêde nîn bû. Îca, alfabeya Latînî tiştekî gelek xerîb dihat ku Celadet Elî Bedirxan dixwest di nava Kurdan de belav bike. Ev bi xwe jî şoreşeke gelekî mezin e, guherîneke gelekî mezin e.
Wek klîşeyek; çima devok, zarava û telaffûzên di Kurdî de gelek in?
Dema ku komek mirovên ku bi zimanekî diaxivin parçe bibin, ji hev dûr bikevin, têkiliyên wan qut bibin, jiyana wan jî vediguhere. Heger erdnîgariya wan biguhere, di zimanê wan de jî guherîn çêdibin. Devokên cuda derdikevin holê. Hinkî bêhtir ew qutbûn çebibe devok dibin zarava û ew qutbûna têkiliyan dibe sedema ku zarava jî ji hev qut bibin, cuda cuda bibin. Bêguman ji ber ku Kurdistan erdnîgariyeke berfireh e di jiyana Kurdan de jî gelek normal e ku devok û zarava hebin. Lê ew sînorê ku di nava Kurdan de hatine afirandin bi taybetî kirine ku ev qutbûn zêde bibe. sermeselê; heger di salên dawî de hişyarbûna Kurda çênebûna, têkiliyên nava Kurdan zêde nebûna, di nava demeke kin de îhtimal bû Kurmancî û Soranî jî her yek weke zimanekî cuda bihatana nasandin û ji hev qut bûbûna. Ev jî bêguman bi her awayî bi rewşa siyasî ve girêdayî ye. Ji ber ku sînorên heyî têkiliyên navbera Kurdan bi awayekî teqez qut dikin.
Heidegger dibêje “ziman mala/xaniyê hebûnê ye.” Di têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd de ziman bi roleke çawa rabû û radibe?
Berê jî min got, bingehê yekgirtinê ziman e. Ji ber wê yekê ziman; mala hebûnê ye. Yanî heger tu zimanê xwe neparêzî, tu xwedî li zimanê xwe dernekevî axa te jî hebe, serbestiya te jî hebe ew ê ew tiştê heyî ne tu bî. Yan jî tu yê ne temam bî. Ew ê nasnameyeka xurt a wî tiştî tinebe.
Yanî wî çaxî, mirov di nav welatê xwe de dibe penaber…
Li gorî min wî çaxî welatekî mirov çêdibe, lê heger mirov tinebe, ti wateya wî welatî jî tine ye. Heger Kurdek li cihekî hebe di serî de gere bi zimanê xwe hebe. Dema ku zimanê Kurdan tinebe, ew erdnigariya ku lê dijî nabe welatê Kurdan. Ziman ne tenê çend peyv in. Em ji ziman re dibêjin, dergûşa çandê. Dema em ziman pênase dikin, em dibêjin nîşaneya hebûnê ye, em dibêjin “zimanê me hebûna me ye, zimanê me rûmeta me ye.” Dema hebûnek hebe û rûmetek jê re tine be, ew bixwe hebûneke kêm, qels û seqet e. Ew jî ji nebûnê çêtir nîne. Ji ber vê yekê em dibêjin paradîgmaya bingehîn a hebûnê, ziman e.
Îro roj, têkiliyeke çawa di navber hebûn û destketiyên gelê Kurd li aliyekî û li aliyê din jî asta hebûn û destkeftiyên Kurdî de heye?
Dema ku mirov xebateke rizgariyê, dozeke hebûnê biajo, divê mirov bi xwebûna xwe têkoşînê bidomîne. Ji ber wê yekê her xebata ku ji bo Kurdî, ji bo Kurdan û ji bo Kurdistanê tê kirin li gorî min teqez gere bi zimanê Kurdan be. Ji bo ku ev xebat li ser bingehekî xurt rûne. Ji ber ku mesela ziman, tene ne mesela peyv û dengan e, yan jî ne mesela danîna têkiliyan û mesela ragihandinê ye. Ziman di heman demê de teşe dide awayê canê mirovan, awayê fikirîna mirovan. Dema ku mirov bi zimanê xwe bijî, fikrên ku mirov diafirîne, yanê gava ew mejiyê mirov ê rût diafirîne ew fikir dibe fikrek xwereng û xweser. Kurd jî bi vî avayî dikarin jiyana xwe xwereng û xweser biparêzin û ewle bikin.
Têkoşîna asta ziman niha hatiye heta cihekî. Lê neyarên Kurdan dixwazin ku Kurd Kurdbûna xwe ji bîr bikin.
Malxerabî ye…
Erê, mala mirovan xera dibe. Te dît Kurd ji hev re dibêjin “mala te ava.” Çi gotineke xweş e. Ji xwe weke Heidegger jî gotiye, maleke te, zimanekî te tinebe, jiyaneke te jî wê tunebe.
Ji îro pê ve kî dikare çi bike ji bo ziman?
Niha li gorî min divê mirov di bin serenavan de van tespît bike. Piştre teşxîsa xwe deyne. Jê û pê ve, gere mirov li çareyekê bigere. Ewilî, divê pirsgerêkên serdest derdixin pêşiya Kurdan û êrişên serdestan û mêtîngeran ên li dijî Kurdan û Kurdî, bi awayekî xweş bên xwendin. Û divê mirov bi hişmediyeke xurt li çareseriyê bigere. Ya din jî; pirsgirêkên navxweyî ên aktorên civaka sivîl hene. Pirsgirêkên navxweyî yên Kurdan hene. Pêşiyê divê mirov teşxîsa wan jî bike, paşê meriv li reyên çareseriyê bigere. Di vê çarçovê de ez dixwazim li ser polîtîzasyona ziman bisekinim. Ziman bêhtir têgeheke têkildarî hebûn, ragihandin û çandê ye. Lê herçî Kurdî ye, dewlet tevahiya bûyerê vediguherîne pirsgirêkeke polîtîk. Bi vî awayî jî helwêsta xwe hem ji bo xîtaba hestên girseyeke nijadperest û netewperest bi kar tîne hem jî rewşên têkildarî Kurdî îllegalîze dike û bi vî awayî astengkirina mafan didomîne. Krîmînalîzasyon pirsgirêkeke pirr mezin e. Ew jî girêdayî helwêsta meydana civakî û polîtîk e. Di jiyana rojane da bikaranîna Kurdî dibe sedema êrişan. Dewlet jî Kurdî polîtîze dike û li hemberî van êrişan, polîtîkayên bêcezahiştinê dimeşîne. Wekî din marjînalîzasyoneke mezin heye. Bêpirestîjkirin heye.
De naxwe, çareserî çi ye?
Beriya her tiştî divê reformên siyasî bên kirin. Serdest û mêhtînger van pirsgirêkan diafirînin, lê divê em jî li ser pirsa “em dikarin çi bikin?” bifikirin. Bi çend gavên piçûk û bingehîn ev rewş dikare bi awayê erênî veguhere. Sermeselê, divê Kurdî wek zimanê fermî bê pejirandin. Hingê, hema bêje tevahiyên van pirsgirêkan wê çareser bibin.
Wekî din, nabe ku cudakirina ziman û çandê bê pejirandin. Ev mesele gelekî girîng e. Divê piştgiriya saziyên têkildarî Kurdî bi awayekî polîtikayeke neteweyî bê kirin û xebatên wan bên xurtkirin.
Divê zimanê siyasete bi Kurdî be. Divê siyasetvanên Kurd, partî, sazî û dezgehên doza Kurdî û mafê Kurda, bi awayekî defacto hemû xebatên xwe qet nebe bi awayekî duzimanî bikin. Dema ez dibêjim duzimanî, qesta min ne zimanê dewleta serdest e. Gelek zaravayên Kurdî hene û ez jî behsa wan dikim. Divê hewleke bi vî rengî hebe.
Polîtîkayên ziman bi awayekî bingehîn bên afirandin. Divê ziman wek diyardeyeke çandî û hunerî di çarçoveyeke berfirehtir de bê nirxandin.
Ji bo aktorên civaka sivîl jî mirov dikare gelek pêşniyazan bike. Sermeselê, divê di navbera wan de koordînasyoneke xurt hebe, hevkariya hev bikin. Dîsa zêdekirina çavkaniyan û bikaranîna teknolojiye girîng e. Mirov dikare bi van gavên piçûk bandora xwe û bandora xebatên xwe zêdetir bike.
Li gorî min tişta herî girîng ew e ku xebatên şiyarkirina civakê bên kirin. Dema ku tevahiya civakê bi girîngiya ziman û çandê zanibe, jixwe ziman û çand malê gel e, ew ê bêhtir lê xwedî derkevin. Hingê ew civak hem bi pêş dikeve, hem xurt dibe, hem jî nemir dibe. Ti kes nikare li hemberî daxwazên civakeke wisa bisekine.
Wekî din, dezgehên çapemenî û weşanê divê bêne xurtkirin. Bi dezgehên çapemenî û weşanê peywira perwerdehiya neteweyî dikare bi cih were. Ji bo standardkirina ziman, ji bo dihevgihîştina Kurdan, çapemenî û weşan gelekî girîng in. Lê weke dirûşmeyekê, ez dikarim bibêjim, ziman hîmê bingehîn ê hebûna Kurdan e. Banê tevahiya Kurdistanê ye. Ji bo vê yeke divê Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin. Xwedîderketina li vî zimanî xwedîderketina li hebûna xwe ye. Xwedîderketina li hebûna xwe jî bi xwebûnê pêk tê. Divê weke şertekî pêşîn ê îmana li vê cîhanê bibînin û ji bo rizgariya xwe xwedî li zimanê xwe derkevin. [1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 1,099 gånger
HashTag
Källor
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurmanci.ozgurpolitika.com/ - 20-07-2023
Länkade objekt: 53
Artiklar
Bibliotek
Datum & Events
Dokument
Kultur - Pussel
Quotes & Phrases
Words & Phrases
Grupp: Artiklar
Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 15-05-2023 (1 År)
Dokumenttyp: Språk
Provins: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 99%
99%
Tillagt av ( ئەڤین تەیفوور ) på 20-07-2023
Den här artikeln har granskats och släppts av ( سارا ک ) på 24-07-2023
Denna post nyligen uppdaterats med ( سارا ک ) om : 24-07-2023
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 1,099 gånger
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Biografi
Tara Twana
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land

Actual
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
19-05-2018
هاوڕێ باخەوان
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den sista flickan
07-10-2018
زریان سەرچناری
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
04-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,092
Bilder 106,718
Böcker 19,304
Relaterade filer 97,343
Video 1,392
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Biografi
Tara Twana
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 0.375 sekund(er)!