Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,059
Bilder 106,717
Böcker 19,304
Relaterade filer 97,341
Video 1,392
Artiklar
En sorg att MP får bli till...
Bibliotek
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillb...
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdern...
Xefka kurdan
Grupp: Artiklar | Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Nexşeya Kurdistanê

Nexşeya Kurdistanê
=KTML_Bold=Xefka kurdan=KTML_End=
=KTML_Underline=Zinar Ronî=KTML_End=
Erdnîgariya Mezopotamya ji destpêka dîrokê heya îro her dem bûye navendek di herikandina dîrokê de. Erdnîgariya ku Mezopotamya di navenda wê de cih digire û qadeke berfireh digire û wekî Rojhilata Navîn hatiye binavkirin îro vê rista xwe hê jî didomîne. Ji aliyekî ve wekî kuneke reş hemû enerjiya cîhanê dimije ji aliyekî ve jî enerjiya cîhanê ji vir peyde dibe. Hem ji aliyê çanda civakî ve hem ji aliyê madenên enerjiyê ve erdnîgariyeke bêhempa ye. Bi hezar salan e li ser hakimiyeta vê erdnîgariyê şer diqewimin. Kîjan desthilata hegemonîk a navendî ava bûye di serî de xwestiye vê erdîgariyê bixe bin hakimiyeta xwe. Dewletên yekbûyî yê Amerîkayê ku bi hezaran kîlometre ji vê erdnîgariyê dûr e her carê bi deh hezaran leşker û hemû derfetên xwe dixwaze vê erdnîgariyê dagir bike. Bêguman Rojhilata Navîn ji gelek aliyan ve vê eleqeyê heq dike. Lê ev eleqe di heman demê de bi xwe re pirsgirêkên mezin jî tîne. Heke mêvan bêdestûr hatibe û mazûvan ji mêvan nexweş be bêguman dê pirsgirêk derkevin. An jî heke mêvan pêl nirxê mazûvan bike û serê xwe bixe nav karê malê nexweşî jî derkeve.
Hêzên Ewropa bi sedsalan bi Dewleta Osmaniyan re ketin nav şerê desthildariyê. Heya ku artêşa Osmaniyan li ber deriyên Viyanayê cara duyem têk neçûn Osmanî her tim serdestî Ewropa bû. Lê bi şikestina li ber deriyê Viyanayê Osmanî hêdî hêdî paşve çûn û piştî şerê cîhanê yê yekem dewleta osmanî ji holê rabû. Heya dawî jî şerê di navbera Osmanî û ewropiyan de her dem berdewam bû. Hêzên Ewropa di dema ku di şer de Osmaniyan de têk birin û piştre jî tu carî bi tevahî nebûn hakimê Rojhilata Navîn. Bi feraseta netew-dewletê bi dehan dewlet avakirin, parçe kirin, berê wan dan hevdû, di nav dewletan de gengeşî derxistin. Lê tu carî bi tevahî Rojhilata Navîn li gorî dilê wan tevnegeriya. Ne Rojhilata Navîn bi ser ketiye û ne jî hêzên Ewropa. Lê ji ber ku ev şer li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn diqewime wendahiya herî mezin dîsa dîbe para gelên Rojhilata Navîn. Desthilatên Rojhilata Navîn bi peymanên gaz û petrolê xwe didin jiyandin û hêzên rojavayî jî bi gaz û petrola Rojhilata Navîn karê xwe bi rê ve dibin. Para gelan jî dibe kuştin û xizanî.
Hêzên rojavayî bi pergala kapîtalîst re serdestî li ser rojhilat kirin. Û dest avêtin erdnîgariya Rojhilata Navîn. Jixwe navê Rojhilata Navîn bixwe jî hi aliyê kesên rojavayî ve lê hatiye kirin. Bi feraste ku rojava navend be nav li erdnîgariyan kirin. Bi ser navê kişfkirina erdnîgariyan hêzên Ewropa ketin nav şerê mêtengeriyê. Ji Amerîkaya Latîn bigire heya hundirê Efrîka li her derî koloniyên mêtîngeriyê hatin avakirin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn cihekî ku ji nû were kifşkirin tune bû ketin nav lêgerîna bidesxistina desthilatê. Ji bo wê jî pêwîst bû rojhilata Navîn ji nû ve were dîzaynkirin. Di dizaynkirina Rojhilata Navîn de yek ji amura sereke ku ji her aliyî ve tê bikaranîn ‘kurd’ in. Pozîsyona kurd-Kurdîstanê hem ji aliyê hêzên rojavayî-kapîtalîst ve û hem jî ji aliyê dewletên heremê ve tê bikaranîn. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo vê rewşê têgeha ‘Xefka Kurd’ bi kar tîne. Rewşeke piralî ye. Pozîsyoneke wekî guloka derziyan e. Heke tu ji cihê rast negirî dê derzî di dest de re biçe. Her derê vê gulokê derzî ne. Heya niha ji ber ku nêzîkbêneke rast çênebûye her tim derzî di laş de çikaye û can êşiyaye. Lewra ev derzî tenê ne ji bo xwediyê xwe can diêşîne, di heman demê de yê li hemberî xwe jî diêşîne.
Kurd bi hezar salan in li ser vê erdnîgariyê dijîn. Ji forma civakî ya kabîleyê bigre heya forma netewî her tim li ser erdnîgariya xwe jiya ye. Heke car caran di şer û pevçûnan de goçberî hin deverên din bûbin jî zêde ji axa xwe û welatê xwe dûr neketine. Ev rewş heya dema derketina îslamiyetê wisa domiyaye. Di serdema destpêka îslamiyê de gelek kurdên zerdeştî berê xwe dane derveyî Rojhilata Navîn û heya hindîstanê çûne. Kurdên ku di vê demê de goçber bûne piranî di nav civak û baweriyên din de heliyan e. Lewma niha mirov nikare qala pirsgirêkek ku ew dijîn bike.
Cara duyem ku kurd ji welatê xwe mişextî welatên din bûne sedsalên 19-20’emîn in. Ev jî tekabulî dema ku hêzên kapîtalîst dadikevin rojhilatanavîn û hewl didin Osmaniyan ji navê hilweşînin û belav bikin dike. Bi fikrê nijadperestiyê bandorê li ser gelên di bin serweriya osmaniyan de dikin. Gelek milletên xeyrî muslim serî hildidin û ji osmaniyan vediqetin. Gelê kurd jî di pêşengiya mîr, beg, paşa û şêxan de serî hildidin. Lê mixabin serhildan piranî bi komkujî bi encam dibin. Di vê encamê de bi qasî kêmaniya hêzên kurd berpirsiyariya hêzên rojavayî û osmaniyan jî heye. Piştî têkçûna serhildanan ji bo gelê kurd riya mişextiyê vebû. Hinek ji aliyê dewleta osmaniyan ve hatin sirgûnkirin û hinekan jî ji ber zilma osmaniyan berê xwe dan welatên dûr. Çawa cihû di dema roma de piştî perestgeha wan hate hilweşandin, li her derê cîhanê belav bûn, kurd jî ji destpêka sedsala 19’an heya îro li her derê cîhanê belav bûn. Lê vê carê ne wekî serdema îslamiyê bû. Çi cihê çûn lê bi cih bûn, di heman demê de nasnameya xwe jî bi xwe re birin. Her çiqasî di nava wan de asîmîlasyon çêbûbe jî bi piranî zimanê xwe û baweriya xwe parastine û di heman demê de dema derfet dîtîne piştgirî dane serhildanên li welat. Berovajî cihûyan kurdan bi temamî dev ji welatê xwe bernedan. Beşa herî mezin li Kurdistanê bixwe ma. Piştî peymana Lozanê ku Kurdistan kirin çar parçe jî kurdan dev ji axa xwe berneda. Lê li derveyî welat hejmareke mezin a kurdan çêbû.
Bi destwerdana hêzên rojava ya Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd jî dest pê kir. (Bêguman berê jî kurdan pirsgirêk dijiyan. Hem di aliyê olî hem jî di aliyê qewmî de pirsgirêk hebûn. Lê bêçareseriya vê pirsgirêkê di sedsalên piştî 18’emîn de ji aliyê hêzên rojava ve hate holê.) Lewma berî her tiştî mirov dikare bêje ku ev pirsgirêk ji aliyê hêzên Ewropa ve hate çêkirin. Ji bo ku li Rojhilata Navîn bibin xwedî gotin û polîtîkayên xwe bi rê ve bibin her tim kurd ji xwe re wekî mertalekê bi kar anîn. Heke mirov bêje kurdan tenê ji ber kişkişandinên hêzên rojavayî serî hildan e ne rast e. Li ser kurdan ji aliyê dewleta osmaniyan ve zilm dihate kirin. Roj bi roj bac zêde dibûn. Mafê otonomî ji holê dihate rakirin û ji ber şer kuştina kurdan zêde dibû. Gelek sedemên serhildanan hebû. Rista hêzên rojavayî di destpêk û encama serhildanan de pir bû. Ji aliyekî ve bingeha serhildanan çêdikir ji aliyê din ve piştgirî dida osmaniyan ji bo têkçûna serhildanê. Di encamê de hem osmaniyan winda dikir hem jî kurdan. Ên qezenç dikirin rojavayî bûn. Rêberê gelê kurd vê rewşê wiha rave dike: “Dema kurd serî hildin û mafê xwe bixwazin bi encameke biêş re rûbûrû dimînin. Dema di cihê xwe de bimînin û li mafê xwe negerin êşeke mezintir tê serê wan. Dema em behsa xistina xefk û feqê dikin mebesta me ev rastî ye.” Ango kêreke her du devê wê tuj dirêjî kurdan dikin. Kurd kîjan aliyê kêrê bigirin encam xwînrijandin e. Bi gotineke din kurd li ser pirekê ne. Biçe kîjan aliyî êş heye. Li ser pirê bimîne jî dê ji bêavî û birçibûnan bimire. Lê ev rastiyek wisa ye ku bi mirinê jî çareser nabe. Ji bo aliyek dikaribe li ser aliyê din mebesta xwe bi cih bîne divê kurd bi temamî nemire. Ango mirina kurdan jî ne çareseriye. Bi zanebûn nahêlin kurd bi tevahî ji holê rabin.
“Xefka kurd di esasê xwe de têgeheke pir girîng a polîtîk e ku were dahurandin. Hîmê wê digihije heya kolonyalîzma Sumeran. Lê ya ku bi destê kapîtalîzma rojava hatiye pêşxistin a herî xeter e.”(A.O.) Birêz Ocalan vê rewşê di du xalan de vedike. Ya yekemîn ew e ku hêzên rojavayî di cihê ku Osmaniyan hilweşînin de burokrasiya osmaniyan bi xwe ve girê didin. Bi vê polîtîkaya xwe her tişta dixwazin bi destê osmaniyan pêk tînin. Ji ber ku şerê desthilat û metingeriyê di navbera wan de heye rast nabînîn ku osmanî bi tevahî belav bibin. Heke osmanî bi tevahî belav bibin nakokiyên wan dê derkevin holê. Di cihê wê de her dewlet bi rayedarên nêzî xwe armancên xwe pêk tînin. Ev polîtka hêzên rojavayî ji ‘paqij û niyetbaş’ dide nîşandan.
Xala duyem jî têkiliya hêzên rojavayî ya bi gelên xiristiyan re ye. Qaşo dixwazin gelên wekî ermenî, rum, asurî, suryanî ji bin mêtingeriyê derxin. Lê di rastiyê de li ser wan lîstik tên lîstin di nava lîstikê de dibin amûrê lîstikek din. Rêberê gelê kurd vê dişîbîne qurbankirina zarokan a ji bo xweda. Dema felaketek çêdibe, ji bo pêşiya wê were girtin zarok dikirin qurbanî. Hêzên rojavayî qaşo dostên van gelan bûn. Lê ji ber polîtîkayên xwe yên dewletî riya tasfiye û qirkirina van gelan bi destê xwe vekirin. Qirkirina van gelan di serî de encama polîtîkayên rojavayî ye. Di qirkirin û tasfiyeya van gelan de para gelê kurd kirin ‘tetîkkêşî’. Îro hê jî dîasporaya ermenî û asuriyan kurdan wekî sucdar dibînin. Kurd ji aliyê mislimanan ve wekî ‘hevkarê kafiran’ têne dîtin û ji aliyê gelên xiristiyan ve jî wekî ‘kujerê xiristiyanan’ têne dîtin. Ev jî serkeftina hêzên rojavayî ye.
Rêberê gelê kurd dibêje rola kurdan a di nav vê tabloyê de ‘kobaytî’ ye. Ango ji bo her cure polîtîkayên mêtîngerî amura herî kêrhatî ye. Hem di polîtîkayên li dijî osmaniyan de hem di polîtîkayên li ser gelên xirîstiyan de kurd derveyî îradeya xwe hatine bikaranîn. Gelek soz hatin dayîn. Lê yek jî bi cih nehat. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn Osmanî belav bûn. Di cihê osmaniyan de gelek dewletên nû hatin avakirin. Lê mixabin ne armaca hêzên rojavayî guherî û ne jî helwesta van dewletan a li hemberî gelê kurd guherî. Hêzên rojavayî di her mijarê de wekî ku kurdan difikirin tevdigerin. Lê encam wendakirina kurdan e. Dewletên ku Kurdistan di navbera wan de hatiye parçekirin jî polîtîkayên osmaniyan yên înkar û îmha domandin û hê jî didomînin.
Ji bo şikandina xefka kurd gelekî têkoşîn pêş ket. Encam bûye talan, qirkirin, koçberî êş û elem. Di her serîhildanê de zêdetir mirin û koçberî çêbûye. Çiqas binketibin jî dîsa serî hildane. Mixabin dewletan dev ji tunehesibandin û qirkirina wan bernedane. Lê li holê hebûneke ku dixwaze xwe bidomîne heye. Hebûneke ku ji destpêka dîrokê ve bi awayekî heya îro hatiye. Rayê wê kûr in. Li hemberî hemû polîtîkayên qirkirin û tunekirinê jî hebûna xwe domandiye. Bûyerên dused salên dawî eşkere kiriye ku bi kuştin û qirkirinê nepêkan e kurd werin tunekirin û pirsgirêka wan bê çareserkirin. Riya kuştin û qirkirinê ji bilî hêzên derveyî Rojhilata Navîn bi hemû aliyan dide wendakirin.
Di sedsala 21’ê de xefka kurd bi hemû leza xwe didome. Meseleya kurd bûye girêkeke kor. Ev girêk wekî girêka gordîon bi birîna şûr jî çareser nabe. Ango carinan hewce dike ku mirov bi kêrê ben qut bike. Lê ev ne girêkek wisa ye. Di nava girêkê de gelek girêk hene. Ev girêk mîna bombeyek destan e. Heke tu bi zanebûn vê girêkê venekî dê di destê de te biteqe. Lewma kes naxwaze dest bavêje vê meselê. Lê pêwîst e ev mesele bê çareserkirin. Pêwîst e ev xefk bê şikandin. Pêwîst e ev girêk vebe. Heya girêk venebe Rojhlata Navîn tu carî nagihije rewşek aram. Ev xefk li dijî hemû gelan hatiye vedan. Her çiqasî navê wê xefka kurd be jî hemû gel û baweriyan eleqedar dike. Mixabin ji ber dezenformasyon û ‘xetên sor’ ên hatine avakirin mesele baş nayê fêmkirin.
Şikandina vê xefkê di serî de bi rastfêmkirin û jiholêrakirina ‘xetên sor’ pêkan e. Heya hêzên rojavayî midaxilî Rojhilata Navîn nebûn li holê xetên sor nebûn. Al, ol, ax û netew nebûbûn xeta sor. Lê bi pêşxistina hişmendiya netew-dewletê xetên sor derketin holê û van xetan sînor xistin navbera gel û baweriyan. Ev xetên sor di her hewldana çareseriyê de ji aliyê hinek derdoran ve dikevin meriyetê. Û bi gotina ‘pêl serê sînîran’ (Pêl li damarê) dikin dikevin pêşiya her tiştî. Ev xetên sor carinan dibe hestiyariya neteweyî, carinan dibin hestiyariya dewletê, carinan dibe hestiyariya ol û mezhebê. Lê di rastiyê de ev hestiyarî hemû hatine çêkirin û tu heqîqeta wan a civakî tune ye. Ev xet ji aliyê hêzên desthilatdaran ve bi zanebûn hatine çêkirin. Balkêş e ku piştî şoreşa Fransa li Ewrupa di navbera împaratoriyan de ‘tifaqa pîroz’ li hemberî belavbuna millîyetgeriyê hate çêkirin. Lê heman împaratoriyên ku ev tifaq çêkirin li Rojhilata Navîn bi awayekî zanebûn nijadperestî pêş dixistin. Heman ewropa êşa herî mezin ji ber nijadperestiyê kişand û kete nav hewldanan ji bo pêşiya nîjadperestiyê bigire. Lê ev Ewropa dema tê Rojhilata Navîn her tim li ser nîjadperestî, olperestî, mezheperestî û hwd polîtîkayê dimeşîne. Lewma divê gel û tevgerên demokratîk van xetên sor baş dahûrînin. Heman tişt ji bo miletperestî-netewperestiya kurdî jî derbasdar e. Bi soza avakirina dewletekê gelê kurd bi hemû gelên din re xistin nav şer. Lê ew dewlet tu carî ava nebû û ava jî nabe. Di referandûma dawî ya başûr de ev hate dîtin. Ne yek deh dewletên kurd werin avakirin jî ev xefk xera nabe û pirsgirêk çareser nabe. Bêguman divê her cure civak bi nasnameya xwe dikaribe bijî. Divê kurd bi çand û baweriya xwe li ser axa xwe bijîn. Ew xwe bi rê ve bibin. Lê riya vê ne di têkoşîna netewperestî yan jî olperestî yan jî avakirina netew-dewletekê re derbas dibe. Heke têkoşînek hebe divê ew jî têkolîna azadî û demokrasiyê be. Heke behsa xeta sor were kirin divê ew hebûna azadî û demokrasiyê be. Têkoşîn jî li hemberî tiştên ku azadî û demokrasiyê dixin xeterê de were meşandin. Xeteke sor hebe ew jî riya azadiyê ye.
Niha kurd di rojhilatanavîn de bûne aktorek sereke. Di her meseleyê de pêwîst e li ber çavan werin girtin. Xwedî hêz in. Lê mixabin di aliyê siyaset û dîplomasiyê de hêj gelek kêm in. Bi niyeta baş nêzî karê dewletan dibin. Lê ji bo dewletan ji niyeta baş zêdetir berjewendiyên aborî li pêş in. Ne ku bi niyeteke xerab nêzî dewletan bibin. Bi qasî ku şer dikin pêwîst e hamleyên xurt ên ku dikaribin xetên sor ji dewrê derxin bikin. Di gelek hevdîtinan de rêberê gelê kurd digot ‘divê hasasiyeta dewletê li ber çavan bigrin.’ Mesele ne ku ev hassasiyet rasteqîn in. Mesele ew e ku tu nehêlî refleksên dijbertiyê bikevin dewrê.
Niha firsendeke mezin li pêşberî kurdan heye. Heke baş were bikaranîn dikare bibe mifteya çareseriyek giştî. Ji bo wê jî lazim e kurd wekî lîstikvanekî/ê rista xwe baş bilîzin. Wekî peykervanekî/ê kevir û alavên di destê xwe de baş nas bikin. Wekî resamekî/ê zanibe di kîjan xêzê de kîjan boyaxê bi kar bîne. Ne wisa be ev xefk zehmet e bişike. Ji bo şikandina vê xefkê hosteyî û zanebûna dîrokî pêwîst e. Ji aliyê zanebûnê ve gelek derfet çêbûne, gelek danehev hene. Ya dimîne başbikaranîna van zanîn û danehevan e. Wekî rêberê kurd dibêje ‘min hemû tişt wekî hingivê parzinandî pêşkêşî we kiriye. Êdî bikaranîn ji we re ma ye.’[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 375 gånger
HashTag
Källor
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 10-05-2023
Länkade objekt: 1
Datum & Events
Grupp: Artiklar
Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 09-12-2021 (3 År)
Dokumenttyp: Språk
Provins: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 99%
99%
Tillagt av ( ئەڤین تەیفوور ) på 10-05-2023
Den här artikeln har granskats och släppts av ( سارا ک ) på 10-05-2023
Denna post nyligen uppdaterats med ( سارا ک ) om : 10-05-2023
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 375 gånger
Attached files - Version
Typ Version Editor Namn
Foto fil 1.0.1107 KB 10-05-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Biografi
Tara Twana
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister

Actual
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
19-05-2018
هاوڕێ باخەوان
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den sista flickan
07-10-2018
زریان سەرچناری
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
04-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,059
Bilder 106,717
Böcker 19,304
Relaterade filer 97,341
Video 1,392
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Biografi
Tara Twana
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 0.657 sekund(er)!