$Danasîn û kurtedîroka Gundê Donxizê Biçûk:$
Gundê donxist bi qasî 15 kîlo metreyan dûr bajarê #kobanî#ya ser bi Rojavayê Kurdistanê dikeve. Gundê Donxiz, gundekî kevnar û dîrokî ye, di himbêza Qereberkelê Kal de pasvaniya xewnan kiriye .
Çima navê xwe bûye Donxizê Biçûk ?
Derbarê navê gund de çîrokeke berxwedaniyê heye , ev çîrok vedigere serdema Osmaniyan , tê gotin ku : Leşgerên Osmaniyan ziyanên mezin ji destên Êla Kêtikan ên ku Kaşê Qereberkel ji xwe re pişt didîtin dibînên û ji ber fêdebûn û wêrekiya wan navê gund lêdikin Donxiz di wateya beraz an ku xenzîr .
Û ji bo paşnavê Biçûk ku bi navê Donxiz de bûye , tê gotin ku : Navê xwe berê Donxizê Kin bûye ji ber ku bîrên xwe yên avê ne pir kûr bûne û dewla avê zû derdiketiye . Piştî derketina Osmaniyan û hatina hikumeta erebî , ji ber ku erebiya mirovên wê demê lewaz bûye li şûna Kin peyva Biçûk bi kar anîne .
Temenê gund çi qas e ?
Tê gotin ku ev gund di salên 1900 ji aliyê sê malbatan ve tê kirîn ew jî ev in : Malbata Reşoyê Elê , Hemê Mihanê û Îsê Melî , pişt re hêdî hêdî gund mezin dibe .
Cihê gund ??
Gundê Donxiz li ser riya Helebê ye , 15 K.m başûrî Bajarê Kobanî ye , riya Heleb gund bi du parçan dike .
Li rojhilatê wê gundê Tefşo û Xizênê , li rojavayê wê gundê Ziravikê , li bakurê wê Hec Qadir û Kewrika Kêtikan û li başûrê wê Kaşê Qereberkel û gundê Yaremez e .
Çanda gund ??
Ev gund weke piraniya gundên Kobanî li ser çanda koçerî , xwedîkirina pez û çandiniyê hatiyê avakirin . [1]
Wergirtina zanyariya ji mamosteyê zimanê kurdî Mehmûd Misto