Navê pirtûkê: Li ser jenosîda kurd a ku di sedsale 21´min de ku hê didomê 3
Navê nivîskar: #Abdusamet Yîgît#
Cihê çapkirina pirtûkê: Berlin
Navê çapxaneyê: Weşanên soran
Sala çapê: Adar-2016
Li vir, divê ku mirov di dewama vê konsepta şer a jenosîde ya rejima tirk de werênê ser ziman ku ne tenê şer û hêrîş li civate kurd dihat kirin.
Bi wê re jî weke ku li Şirnaxê, cizîra bota, hezex, sûr û hwd dihat dîtin, zaroyên piçûk, weke ku çawa ku di dema komkujiyên dersimê de ku ji malbatên wan dihatina standin û bi xwe re dibirin, di vê demê de jî zaroyên piçûk ji malbatên wan dihatina standin û dibirina deverên nedîyar. Di nava pêvajoya hêrîşê de ev jî, dihat ser ziman. Lê li deverna weke şirnaxê, dema ku asta hêrîşên leşker û polîstên tirk kêm dibû, êdî malbatên ku zaroyên wan ji wan dihatibûbûna standin û biribûbûna deverek ne dîyar, bidest hanîna berteke xwe dikirin.[1]