Tewlo yekemîn kovara qerfî ya kurdî li Tirkiyeyê bû.
Tewlo di 9'ê avrêla 1992yan li Stenbolê dest bi weşanê kir. Xwediyê imtiyazê yê kovarê Serhat Bucak, berpirsê nivîsan Tarık Tolunay, dernênerê qerfê jî Xelîl Ziravav (Halil İncesu) bû. Kovar piştî 13 hejmar belav bû û piştre di 2'ê tîrmeha 1992yan hate girtin. Tewlo pir kêm cih dida zimanê tirkî jî.
Di nav nivîskar û xêzkarên kovarê #Dogan Guzel#, Mümün Durmaz, Seydoş Xirabxoş, Can Baytak, Selim Canhıraş, Burcu Durusu, Luis Garcia, #Musa Anter# û #İsmail Beşikçi# cih digirtin.
Piştî Tewloyê di sala 1999an kovara qerfî #Pîne# dest bi weşanê kir.