Navê pirtûkê: DÎROKA ROJNAMEGERIYA KURDÎ 1, (Analîz,Çavdêrî, Bîranîn) 1898-1998
Navê nivîskar: Mirhem Yigit
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: J&J
Sala çapê: 2019
Ragihandin bi destpêbûna mejûya mirovan destpêkirîye. Pêwîstiya ragihandinê bi amûr û şêwazên cûda berdewam kirîye. Lê di nava amurên ragihandinê de herî bibandor ku hîma wî dema romayiyan hatîye avetin û di sedsala 17an de bi awayê rojnemegerîye derketîye holê û her berdewame. Ber çemê Nîlê tabletên 3500 sal berê hatîye ditîn ku ser wan de buyerên rojane hatiye nivîsandin û her wiha tabletên ku ji dema imparatoriya Roma hatîye çêkirin ku ser wan de jî wekî rojnameyek bûyerên rojane heye jî em nekin nava hesabê rojnameyên bi navê The weekly News From Italy and German, La Gazette, Avisa, Gedenck Wurdige Zeitung û çend rojnameyên din rojnameyên pêşîn a cîhanê ne. Niha jî rojnamegerî bi giştî media bi amurên curbecur didome. Niha rojname, kovar, tv, radio, înternet û amûrên hwd. di rojnamegerî de tê bi kar anîn. Medya îro ro de wek “Hêza Çaremîn” tê bi nav kirin. Dibe ku dahatû de bibe hêza yekemîn. Rojnamegerî bi giştî medya hewcedarîyeke xwezayîye. Bandora mezin a medyayê ji ser modernîzim, postmodernîzm, ol, guherîna civakî, têgihiştina hêz û desthilatdarîye, pêşketinên idolojîk, pêşketina teknolojîk-zanistê heta beralî kirina civakê, pêkanîna guherînên bingehîn û gewre, veşartina karên qirêj a deshilatdariyê, pergala aborî û hwd. de heye. Em dikarin gelek xalên bipeyvendî zêde bikin. Her xal hejayê nirxandinêye, belam ev tişt encax di pirtûkekî lêkolînî de dikare pêk be. Lê ev rewş bo kurdan hinek diguhere. Çunke dewletekî navendî a Gelê kurd tuneye. Ji ber vê him şêweya rojnamegerî di nav gelê kurd de cewaze him jî sedema bikaranîna media cûdaye. Piştî peymana Lozanê welatê kurdan bû çar perçe. Her perçeye de dewleta ku vê perçeya xakê kurdan dagir kiriye, bi şewazên cuda hemberî hebûna kurdan derketiye. Ji ber vê yekê jî her perçeye de rewşa gelê kurd jî ji perçeyeke din cewaztir bûye. Hêmanên ku bo medyaya cihanê dabaşa gotinê ye, medyaya kurdî de hêmanên wekî standartize kirina û pêşxistina zimanê kurdî, hewla rizgarkirina xaka Kurdistan, dîplomasî, pêşxistina muzîk û bi giştî çanda kurdî, pêk anîna hişa neteweyî ya kurdî, modernîze kirina civaka kurdî, pêk anîna hişmendiya dîrokî ya kurdî jî zêde dibin. Her wiha partiyên Kurdistanê dezgehên xwe yên çapamenî bo propagandaya rexistinê xwe jî bi kar tînin. Ev yek li ber medyaya kurdî de astengiyek din e ku divê were bihartin. Rojnamegeriya kurdî jî ji dema zayîna xwe ve bi dijwarî, êş, asteng û qedexeyên bi curbecur re rûbirû maye. Rêwîtiya ku em niha derkevin ne tenê rêwîtiya çapemeniya kurdî an jî mediyaya kurdî ye her wiha rêwingiya bibiryarî, dijwarî û serkeftinêye jî. [1]