Nivîskar: #Abdusamet Yigit#
Şêwe: Felsefe û lêkolîn
Ziman: Kurdî
Dîrok: 2015
Weşanxane: Soran
Rûpel: 130
Li ser sehêta çapameniyê [Li ser sehîtiya çapemeniyê], navê pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e. Pirtûk, li ser têgîn û felsefe û rengê bikarhanîna çapameniyê ye. Mirov, bandûra çapemeniyê li ser civatê û mirov, di pirtûkê de tê lêkolînkirin. Hêza çapemeniyê û bikarhanîna wê bi başî û ne başî, di pirtûkê de bi têgînî û felsefîkî li ser wê tê sekin in. Pirtûk, weke lêkolîneke felsefîkî ya li ser gotina çapemeniyê ye.
Nivîskar Abdusamet Yigit, destpêka pirtûkê bi van gotinan dike. Dema ku em bahse çapameniyê bikin, divê ku em bi sedsale me re weke mijaraka sereka ku dayimî pêş dikeve jî werênina ser ziman. Her wusa, gotina ´çapameniyê´ û ankû ya ´medîya´´yê, divê ku mirov bi teybetîyeka giring û mazin nêzîkî wê bibê. Ev gotin, her wusa, ji rengê jîyane mirov bigra û heta ku digihijê hemû qadên din ên jîyanî û ragihandinî û hwd, ku dike nava xwe de sehêt(kontrol)ê li ser wan dide çêkirin. Di aslê xwe de, em ku gotina ´çapameniyê´ werênina ser ziman, weke ku di roja me de ku bi têgîna ´ragihhandin´ û ´ ravakirinê´ dihê ser ziman, divê ku mirov li ser van herdû gotinan re bi têgîna ´sehêtê´ û ankû sehêtkirinê wê werênina ser ziman. Her wusa, çapameni, weke amûrekî giring ê sehêtkirina jîyanê di roja me de dihê bikarhanîn. Desthilatdarî û rêveberîyên sedsale me, xwe li ser çapameniyê re bi rêxistin dikin. Di vê çerçoveyê de divê ku mirov werêne ser ziman ku rengê xwe bi wê didina dîyarkirin. Ya li gorî xwe ´baş´ bi wê re bi başî derxina azmana û werênina ser ziman. Lê ya ku li gorî wan ´ne baş´ bê jî, wê bikina binê ardê de û werênina ser ziman. Di vê çerçoveyê dûalîteya di nava ´qancî´ û ´xirabiyê´ de di vê çerçoveyê de dihênina ser ziman. Ya ku bixwezin ku ji dîrokê bibin, pêşî xirab didina nîşandin û di wê çerçoveyê de êdî wê dihênina ser ziman. Yanî, pêşî, ´ne baş´ didina nîşandin û dikin û dixwezin ku pêşî wê ´di mejîyan de bidina xirab nîşandin´ û piştre li ser wê re êdî wê ji ji holê ra biikin û ankû ji dîrokê bibin. Her wusa, di vê çerçoveyê de têgîneka çapameniyî ya bi alîyî xwe li ser rengê têgîn desthilatdarîyan a bîrdozîkî û hwd re dide dîyarkirin.[1]