Kovara Armanc di Gulana 1979'an de li Swêdê dest bi weşana xwe kir. Di şertên biyaniyê de di nav weşanên Kurdan de jiyanekê dirêj ajot. 178 hejmarê wê derket. Hejmara wê ya dawî Tîrmeh 1997an de derket.
Armanc, heta hejmara xwe ya 62'an wek kovar (A4) û bi zimanê tirkî û kurdî ji mehê carekê derket. Wê gavê naveroka wê bêtir li ser pirs û pirsgirêkên siyasî bûn.
Armanc ji hejmara 62'an û vir de seranser bi zimanê Kurdî û bi şiklê rojnameyê (A3) weşana xwe dom kir
Armanc qasî salekê li Stenbolê derket. Lê ji ber sebebên teknîkî û astengên dewletê ew mecbûr ma ku dîsa weşana xwe li Swêdê berdewam bike.
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen
för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 5,020 gånger