Bandora çîrokên folklorî li ser wêje û netewesaziyê
Çiqa herî sereke ya wêjeya devkî “çîrokên#folklor# î” ye. Bi behskirin û vegotina bûyerekê bi awayê devkî jê re çîrok tê gotin. Di nav çîrokan de bûyerên rast, xeyal, şer û pevçûn, evîndarî û ustûreyî tê baskirin û ev bi awayek kelecanî têne vegotin.
Keyhan Mihemedînijad
Çiqa herî sereke ya wêjeya devkî “çîrokên folklorî” ye. Bi behskirin û vegotina bûyerekê bi awayê devkî jê re çîrok tê gotin. Di nav çîrokan de bûyerên rast, xeyal, şer û pevçûn, evîndarî û ustûreyî tê baskirin û ev bi awayek kelecanî têne vegotin. Çîrok guhdarên xwe dibe nav xeyalan û carnan wan dibe nav çiyayan, û carnan wan dibe heft qatên esman û carnan jî wan dibe li cem qehremanê rizgarîbûna wan. Di demên berê de ew çîrokane hemû bi awayên devkî hatine gotin.
Her neteweyekî çîrokên taybet bixwe hene û çîrokên wan behsa serbihoriya jiyana wan dikin. Netewa Kurd jî yek ji wan netewan e ku di warê çîrokên folklorî de gelek dewlemend e. Çîrokên folklorî yên netewa Kurd xwedî payeyekî bilind in.
Di rastî de çîrokê dîrokek dûr û dirêj heye û dema ku mirov di her cihekê de akincî bibe, serpêhatiyên wan jî bûne bi çîrok û ew çîrokane jî sing bi sing hatine veguhastin. Hin lêkolerên wêjeyê li ser wê baweriyê ne ku çîrokên folklora Kurdî dîroka wan vedigere li ser 15 hezar sal berî niha. Li ser wê mijarê min di çavpêketinekê de ji “Zeynelabidîn Zinar” lêkoler û nivîserê Kurd re pirsî gelo dîroka çîrokên folklora Kurdî vedigere li ser çi serdemekê? wî di bersivê de ji min re got: “Dîroka çîrokên folklora Kurdî pir kevn e. meriv ji sedî sed nikare bêje ku kengê çîrokên folklora Kurdî hatine destpêkirin, lê li gor hin guman û naveroka hin çîrokan, çîroka folklora Kurdî berî hatina pêxemberan hatiye destpêkirin. Bi Ezdatiyê hatiye destpêkirin. Dema pêxember û tiştek li holê tinebûne û Kurd fikirîne û gotine hêzeka nihênî û menewî heye û wê kaînatê bi rê ve dibe, jê re gotine Ezda. Yanî evê ku ez afirandime, yanî ev jî Xweda ye. Îcar ew Ezda di nava demê de ji Kurdan re bû bi olek menewî ku ji dewama wê olê re em dibêjin Êzidî û Êzidayetî”.
Di nav folklora Kurdî de dehan çîrokên cur bi cur hene û her yek ji wan behsa tiştekê dike. Tê zanîn hin ji wan çîrokan behsa jiyana rastîn dikin û hin jî xeyalî ne. Bi vî awayî di nav folklora Kurdî de çîrokên wek rastîn, xeyalî, canjiber, dîrok, evîndarî, efsaneyî, civakî û ustûreyî hene.
Dahênerê çîrokên folklorî nediyar in û ew çîrokane yên gel hatine nasîn. Ew çîrokên folklorî, me hîn dikin ku em sûdê ji ezmûn û derbasbûya pêşiyan verbigirin. Ew çîrokane reftar, dab û nerîta bav û bapîrên me nîşanê me didin.
Çîrokên folklora Kurdî behrek bê bingeh e. Çîrokên folklorî yên Kurdan tarîtiyê bo meriv dike bi ronahî. Ev çiraya çanda Kurdî ne. Çîrokên Kurdî di warê gotin û deqê de gelek bilind in û gelek nivîseran bi helsengandin digel yên netewên din derxistine ku çîrokên Kurdî gelek caran ji yên wan dewlemendtir bûne. Gelek çîrokên folklorî yên netewa Kurd jî dişibin bi yên netewên din jî, û bi qasî wan di warê gotin û deqê de dewlemend û pileyeke bilind hene. Nivîserê Kurd “Elaedîn Secadî” di pirtûka xwe ya “Mêjûya Edeba Kurdî” de bi ronî helsengandina çîrokên folklorî yên netewên din di gel yên netewa Kurd kiriye ku bilindahî û giraniya çîrokên Kurdî dide xuya. Di rastiyê de ew dewlemendî û wêjeya ku di çîrokên folklora Kurdî de hene di nav ya netewên dinê de em bêjin pir kêm e.
Afirînerê çîrokên folklorî yên Kurdî ji hemû tex û qatekî bûne. Di nav vegotin û awayê vehûnandin û afirandina çîrokan de derdikeve ku ew çîrokane ji aliyê kîjan tex û qatê ve hatiye afirandin. Gelek caran kesek evîndar negihaye bi evîna xwe, hatiye çîrokek li ser evîna xwe û astengiyên pêşiya vê evîndariyê afirandiye. An jî zilm û sitema netewî yan jî bindestiya beg û axayan yan sedan mînakên bindestiyê wisa kiriye ku dahêner û afirînerê çîrokê bê û bi xeyal û heqîqet ve tevahiya jiyana bindestiyê bike bi çîrok û ji bo nifşa li pey xwe behs bike. Lewma ji paşayan ve bigire heta hejar û evîndar û şivan, dahêner û afirînerê çîrokên folklorî yên Kurdî bûne.
Di nav çîroka Mem û Zîn a Ehmedê Xanî de hem evîndariyê nîşanê meriv dide û hem tê de behsa erdnîgarî û netewa Kurd hatiye kirin. Gelek caran jî serpêhatî û qehremaniya netewa Kurd bi awayên çîrokî ji aliyê gerok û dengbêjan ve hatine gotin û behskirin.
Her çawa ku me di destpêka de jî behs kir ku çîrokên folklora Kurdî gelek dewlemend in û di demên berê de dema ku elektrîk nebûye û teknolojiya nûjen nebûye, xelk û malbat li dora hev di nav xaniyên kevn yên ku bi heriyê hatibûn çêkirin, di bin kurseyekê de dirûniştin û di tarîtiya şevê de behsa serpêhatiyên xwe dikirin yan jî çîrok diafirandin. Gelek caran di çiya û li şkeftan de jî her bi vî awayî dora hev kom bûne û çîrok gotine. Ew çîrokane sing bi sing hatine heta nifşa nû, nifşa nû jî gelek çîrokên folklora Kurdî bi awayê nivîskî anîne ser lênûsê û kirine bi pirtûk. Di nav wan çîrokan de gelek peyvên resen ên Kurdî hene û nivîser û lêkoleran ji bo ferhengên zimanî yên Kurdî jî bikar anîne. Di rastî de çîrokên Kurdî dewlemendiya zimanê Kurdî jî nişanê me dide û di wêjeya Kurdî de ji bo hin tiştan bi dehan peyv hene ku em dikarin sûdê jê vergirin.
Ji aliyek dinê ve, folklor bingeha netewan e û netewe bi folklora xwe ve têne nasîn. Çîqas sereke ya folklora Kurdî jî, çîrok e. Nasîna çandê nasîna netewe ye. Çîrokên folklorî bandorek zêde li ser netewesaziyê heye. Ji ber biserhatî û derbasbûya gelê Kurd, hemû di nav çîrokan de ne û ev çîrokane jî, ji bo ders wergirtin ji derbasbûyî, bo gelê Kurd pir girîng in. Gelek ji dengbêjên Kurd sûd ji çîrokên folklorî vergirtine û anîne ziman û ew çîrokane hem dîroka gelê Kurd bûne û hem jî li ser pêvajoya netewesazî gelek bi bandor bûne. Bo mînak çîroka “Keleha Dim Dim” ku bi çendîn şêweyan hatiye behskirin, dema ku meriv vê çîrokê dixwîne hem tê digihîje ku netewa Kurd çi dujminek hebûye û hem jî fam dike ku me çi pehlewanek hebûye ku heta canê xwe jî gorî netewa xwe kiriye.
Lê netewa Kurd di warê sînemayê de hindekê lawaz e û nekariye bi awayek baş sûdê ji çîrokên folklorî bo sînemayê vergire û sedan çîrokên Kurdî yên bûyerên rast û heqîqî hene ku serkeftin û qehremaniya gelê Kurd li hember dujmin nîşan dide, lê mixabin gelek ji wan çîrokan nehatine nivîsîn û her bi awayê devkî hatine gotin û netewa Kurd jî nekariye ji bo sînemayê sûdê ji wan vergire. Ji aliyek din ve jî, bo festîvalê jî gelek bi kêmî hatine bikaranîn.
Îcar ew yeka aliyek meselê û aliyê din yê wê meselê dizîna çîrokên me ye ji aliyê dagîrker û koloniyalîstan ve. Wan netenê çîrokên Kurdî dizîne, belkî wan bi giştî hewl dane bi awayekî nerm û hêdî hêdî folklora Kurdî bihelînin û asmîle bikin.
Mirov divê bi mixabinî ve bêje ku bi sedema dagîrkirina Kurdistanê ji aliyê welatên koloniyalîstî ve, neteweya Kurdî her di şer û avare û qirkirinê de bûye û nekariye zêde li ser wan mijaran kar bike, lê di niha de divê tevahiya nivîser û lêkolerên wê warê hewla xwe bidin û bi serdana kesên kal û pîr û komkirina belgên dîrokî li ser çîrokên folklorî kar bikin.[1]