Kaşê Qoşliyê an yê Meydanê
Diyar Hemî
Kaşê Qoşliyê an yê Meydanê dikeve derdora 26 kîlometeryên başûrê rojavayê bajarê #Kobanî# yê yê ser bi Rojavayê Kurdistanê. Ku navbera sê gundan da dirêj dibe ew jî: Meydan, Qoşliya Jêrîn, Qoşliya Jorîn.
Dîrok û awayê pêkhatina kaş vedigere bo hezaran salan berî niha û kes nizane çawa pêkhatiye. Bilindahiya wî nêzî 300 mitre ye û pêkhateya rûyê wî çiyayî ji kevirê reş e. Tê gotin ku di serdemek kevin de ev kaş tev darûbar bû, herwiha ku heta demeke ne dûr nêzî sed salî berê ev kaş dever û cihê xezal, guran û pir lawirên din yên cur bi cur bûye. Heriwsa du kaniyên avê di demên kevin de li ba wî kaşî hebûn, ku yek ji wan bav û kalên me gihîştinê û xwe bi ava wê dişûştin. Ev kanî salê carekê diteqiya û dibû jêdera jiyanê.
Tê gotin ku ev kaş neyî xalî ye û tê de gor, işkêr û şikeftên veşartî yên entîke û zêran hene, ku bi şev kesên pispor di vî warî de dihatin û di wan şikeftan de li dû wan xezîneyan digeriyan. Dibêjin ku hinan jî ew şikeft û mixare tên dîtin ku hatine vekirin û li pişt xwe dîsa hatine kor kirin.
Herwiha gelek cihên cuda yên xweş û balkêş li kaş hene mîna Kêsme ku xelkê li wir dewarê xwe diçerandin û şivantî dikirin. Herwiha hewzekî avê li wir heye ku ava zivistanê tê de kom dibe û ji salê heta salê ava tê de dimîne, ew hewz wek teheteke mezin e ji kevirê mermere û bav û kalên me dibêjin ku ev ji çêkirina mirovan e. Li kêlek Kêsmê cihek heye jêre tê gotin Bajarê Roviyan, wek zinarekî mezin û tev qule, ku tê gotin ew cihê roviyan bûye.
Di heman demê de Işkefta 'iwêşê heye ya ku dikeve başûrê wî kaşî, li aliyê gundê Meydanê. Işkefteke ku di demên kevin de rêwî tê de radiziyan û şivanên pez di zivstanê de li wir diman. Sedema ku navê wê Işkefta 'iwêşê ye ew e ku malbatek di demeke kevin de di wê işkeftê de bi cihê bûye ku navê jina wê malê 'iwêş bûye, ji ber vê yekê bi vî navî hatiye nasîn. Herwiha çîrokeke efsanewî jî li dora vê işkeftê heye, ji çûkaniya min de li ber guhê min her dapîra min digot, ku ne ji demek pir dûr û dirêj de tê gotin ku kûçikekî malbata Seferê Îbê ji gundê Qoşliya Jêrîn hebû bi navê Qero, her şev ji malê derdiket û serê sibehê vedigeriya û xwedanên wî didîtin dora devê wî hergav sor bûye. Rojekê Sefer bi şev bi şopa Qero dikevê heta dighêje Işkefta 'iwêşê, dibînê bi dehan kûçikan şahî lidarxistin e, govend girtin e û tirşikê dixwine, sefer rihet vedigere mal û nasdike ku ev govenda cinan ne, sibeha roja din Sefer ji kûçikê xwe re dibêje: Qero haya min ji te heye haaa! . Dibêjin ku Qero çû û nema vegeriya.
Kaşê Qoşlî an Meydanê di dema me ya niha de û bi taybet di demsala buharê de xwezaya wê pir bedew dibe û dibe cihê geştiyarî û sêranan. Herwiha gelek gîhayên bi sûd li wir hene, mîna Cehterî, Werwerk, Hewşan, Parim, Pîvok, Kimî, Pelgîzer û hwd, ku milet ji bo wan jî derdikeve gerê.
Hêjayî gotinê ye ku di her salê di şeva 21ê azarê de dost û heval, xort û zarok tev agirê Newrozê li seriyê wî kaşî dadidin û dûmana agirê azadiya wê şevê dibe ewr û ezman û asoyan mişt dike.[1]