Nav:Mehmet Erbay
Cihê jidayîkbûnê:Dirbesiyê ya giredayî Qoserê
=KTML_Bold=Jîname:=KTML_End=
Mehmet Erbay: Ez ji Dirbesiyê ya giredayî Qoserê me. Min Zanîngeha Dîcleyê beşa înşatê xwend. Li zanîngehê nasina min bi şanoyê re çêbû, pişt re min û şanoyê me dej ji hevdû berneda. Min lîstkên xweyî ewil, hin kurte lîstik bûn, dema xwendekarbûm min ew li zanîngehê nîvîsandibû û me derxist ser sehnê. Pişt re ji bo ku ez karibim karê şanoyê bikim min perwerdahiya wê dît, li navenda hunerê amedê (DSM) kargeha şanoyê de şeş mehan ku perwerdehî ji komek îsveçiyan (riskteyatran) pêk dihat. Li Akedemiya Cegerxwîn sê salan û di hin kargehên demkin de min perwerde dît. Di wê navberê de min li NÇM ya Qoserê mamostetiya şanoyê jî dikir. Ez hîn jî bi saziya çand û hunerê a Qoserê ve girêdayî me. [1]