$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Karker Gabar
Nav paşnav: Servet Demîr
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Mevlude-Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Mijdara 2019 / Mêrdîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Bajarê serhildanê yê Kurdistanê Êlih, bi gelek şoreşgerên ji nava xwe derxistî, mohra xwe li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê xist. Ji fermandarê sembol ê partiya me Egîd (Mahsûm Korkmaz) heta bi Çiyagerê ku di Berxwedana Xwerêveberiyê de li Sûrê dîrok nivîsand, li Êlihê gelek fermandar û milîtan gihîştin. Hevrêyê me Karker jî li Êlihê ji dayik bû û da ser şopa van fermandarên me yên hêja. Hevrêyê me Karker ku tevkariyên girîng li têkoşîna me ya şoreşê kir, bû fermandarekî şareza. Hevrêyê me Karker ku li nava malbateke welatparêz mezin bû, ku gelek ji endamên wê tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, heta dema ciwantiyê li Êlihê ma, piştre jî ji ber zextên dijmin ên li ser malbatê neçar ma ji Kurdistanê koç bike. Her çend berê partiya me nas dikir jî di dema karên ciwanan de firsend dît ku partiya me PKK'ê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Geriya ku tevlî nava refên gerîla bibe bi aliyê xwe yê çalakger li pêş bû û heta tevlî nava gerîla bû, weke ciwanekî Kurd di xweparastinê de qet tawîz neda. Piştî ku demekê di nava karên ciwanan de ma, ji bo karibe têkoşînê hîn bi çalak bimeşîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Di çarçoveya wezîfedarkirinê de careke din berê xwe da karên nava bajaran û piştî ku demekê ev kar kir sala 2006'an careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Dema ku tevlî nava refên gerîla bû ji bo Rêber Apo û felsefeya wî baştir fêhm bike, ji bo bibe milîtanekî fedaî yê têkoşîna bi pêşengiya şehîdan û ji bo li her qadê tevlî nava têkoşînê bibe beşdarî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Tevî gelek hevrêyên fedaî ji bo serxistina têkoşînê kûr bû û ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve bû xwedî danheviyeke girîng. Weke fermandarekî pêşeng, danheviya xwe gihand hevrêyên xwe hemûyan û bi kesayetiya xwe ya dilnizm bû cihê hurmetê li nava hevrêyên xwe. Hevrêyê me Karker ku ji her alî ve fermandarekî fedaî bû, li cihê ku pêwîstî pê hebû bêteredût berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî bi cih anî. Ji Rojava heta Şengalê li her devera ku çeteyên DAÎŞ'ê êrişî gelê me kir, wezîfe kir û li van qadan bi ked û fedekariyeke mezin têkoşiya, di şikandina faşîzma DAÎŞ'ê de bû xwedî hewldaneke girîng. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê hate têkbirin vê carê ji bo armanceke hîn mezintir berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Şehadeta gelek hevrêyên pê re têkoşîn meşand, polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê me û dewamkirina tecrîda li ser Rêber Apo ku hinceta me ya hebûnê ye, daxwaza hevrêyê me Karker a ji bo têkoşîna li Bakurê Kurdistanê xurtir kir. Li ser vê bingehê sala 2018'an derbasî eyaleta Mêrdînê bû, li vê qadê di nava şert û mercên herî giran de kar kir û ji aliyê gel ve hate hezkirin. Bi hesreta ji bo Rêbertî, bi dilsoziya ji bo hevrêyên xwe her kar bi rengekî serketî bi cih anî û bi erka pêşengiyê rabû.[1]