Şêx Nûrî Şêx Salih yek ji wan helbestvanan e ku helbestên #Kurdî# nû kirine. Mamosta “Goran” bixwe di belavoka “Beyan” a hejmar duyê de belav kiriye û gotiye: “Şêx Nûrî pêşengê helbestên nû ên Kurdî ye”.
Bi vî awayî nûkirin û nûjenkirina helbestên Kurdî ji aliyê Şêx Nûrî û mamosta Goran ve hatine kirin. Herçiqas ku ew du helbestvanane Îstanbol nedîtine û wekî helbestvan û nivîserên wê serdema Kurdistanê neçûne Îstanbolê, lê helbestên nû û modernên Tirkî gelek karlêkerî li ser wan hebûye. Ew guherinkariyên ku di helbestên Tirkî de hebûne, bi sedema “Namiq Kemal û Tofîk Fîkret” û…. bûne ku karlêkerî li ser kirine. Eva di halekê de ye ku mamosta “Pîremêrd” nêzî 25 salan di Îstambolê de jiya bû. Rast e ku mifaheke zêde ji wî vergirtibûn lê karlêkeriya helbestên nû ên Tirkî ji aliyê “Pîremêrd” ve nebû.
Mamosta “Goran dibêje: “Dema ku me dest bi nûjenkirinê kir, Şêx Nûrî serok bûye li ber vê yekê ku şiyana belavkirina wan helbestan hebû, bi vê wateyê ku her çi dixwest, belav dikir”; Lê mamosta Goran bo belavkirina helbestên xwe wiha nebû.
Şêx Nûrî Salih çendîn şiyan û pisporiyên wî hebûn. Wî bilî helbestvanî, karê rojnamevanî, rexneyên wêjeyî, sirûdên zarokan, çîrok û … hwd dikir ku heta astekê bo her yek ji wan destpêkeke nû tê hesêb.
Di destpêka şoreşa “Şêx Mehmûd” de û di dema desthilatdariya wî de, Şêx Nûrî Salih heta dema koça dawiyê wekî helbestvan, rewşenbîrekî şareza ê serdem li derdora “Şêx Mehmûd” û piştevanê wî bû û ti carî bawerî bi Birîtaniyan nekir. Bi awayekî ku Şêx Nûrî Salih bi sedema hişyarî û jêhatîbûna xwe û gotarên wî yên siyasî li ser rewşa Kurd di wan serdeman de, bibû bi berpirsê rojnameya “Bangî Kurdistan” û herwisa li rojnameya “Jiyan” de wekî bersivderê rojnameyên Erebî di wê serdemê de wekî “Necme û … hwd bûn ku di gelemper de, hizra siyasiya Şêx Nûrî Salih dide xuya.
Şêx Nûrî Salih xwestiye ku binyata gotareke siyasî ya modern danê û çendîn bûyerên siyasî şirove kirine û pêşbîniya hindek tiştan kiriye, wekî mînak pirsa Lozan û pirsgirêka Mûsil û … hwd.
Şêx Nûrî Salih hewla çêkirina projeya bi netewîkirinê li ser kaxezê bi wateya li ser rojnameyan daye û piştre xwestiye wan projeyan bo bazneyeke mezintir kûrtir bike û hizra û nasnameya Kurd bi cîhanê bide nasandin û di civaka Kurdî de êdî wekî bi tenê diyalog nebe, belkî mezintir û berfirehtir be.
Şêx Nûrî Salih wekî helbestvanekî modern, gelek girîngî bi şêwaz û wateya helbestan daye û herwisa yekem helbestvanê Kurd e ku rexneya wêjeyî bo nav wejeya Kurdî aniye. Piştre di çend gotaran di bin navê şêwaz û kesayetî, bi rohnî bas ji hez û şêwaza wejeyî dike. Herwisa dikarin bibêjin ku ew yekem helbestan e ku li ser teorî û hizra wejeyî gotar nivîsandine. Eva vê yekê dide xuya ku Şêx Nûrî Salih şarezayî li ser wejeyên gelên din jî hebûye.
Zimanê helbestvaniya Şêx Nûrî Salih:
Bê guman cudatiya di navbera zimanê helbestan û zinamê asayî bi sedema peyv, zarave û destewajeyan nîne, belkî vedigere ser şêwaza bikaranîn û rêkxistina peyvan li risteyê. Ziman şêwazeke girîng a nîşandana hunerê ye; ew giringiya jî ji taybetmendiyên ziman ve tên, wekî vê yekê ku ziman keresteyeke bingehîn an ku deqan pêk tîne, di vê demê de ku ziman dikeve nav pîşeya deqê, ew yasa diguhere û dibe bi zimanekî din. Di vê derheqê de Prof. “Izzeddîn Mistefa Resûl” gotioye ku “Ziman bi diyardeya yekem a hemû berhemeke hunerî tê danîn” û herwisa hizra wî ev e ku “Ziman kilîda zêrîn a vekirina tev deriyan e”.
Helbetvanên Kurd di helbestên xwe ên Kurdî de bi giştî ji zimanekî tevlîhev ji peyv û zaraveyên biyanî mifah vergirtine û bi rêya wî zimanî ve berhemên xwe afirandine.
Şêx Nûrî Salih wekî tev helbestvanan di cîhanê de girîngî bi zimanê helbestî daye û hewl daye bi rêya ciwankariyê re afirankariyan bike û zimanê helbestiya Kurd ji zimanekî tevlîhev ve ber bi zimanekî bi tevahî Kurdî ve bibe ku qonaxên zimanên helbestiya wî helbestvanî ji 3 qonaxan pêk hatiye:
Qonaxa bizarkirin li zimanê helbestvanên kilasîk ên Kurdî
Qonaxa karlêkeriya wêjeya Tirkî
Qonaxa mifahvergirtin ji zimanê zelal ê Kurdî
Di qonaxa yekê de Şêx Nûrî Salih bizarê zimanê helbestvanên kilasîk kiriye an ku destpêka cîhana helbestên wî ji wan cure helbestan pêk hatiye û ew jî asayî ye û piraniya helbestvanan hewlê didin ku li pey helbestvanên berî xwe pêngavan hilgirin û afirankariyan bikin û piştre şêwaza xwe bigirine ber xwe. Wekî mînak helbestên “Esker Şêx Nûrî” ku bi rohnî li jêr karlkêkeriya wê gonaxê de ye û dibêje:
Sef sef ke dên û tê eperin çust û ba wiqar
Mazî le sîdqî êwe, ebînim eke fîrar
Sobhêkî pak û bê xeş, ebînim wekû Behar
Mosteqbelêkî bê leke, pir keyf û neş`edar
Di wir de tejî peyv û zaraweyên biyanî ne ku ji aliyê helbestvan ve hatine bikaranîn ku zimanekî tevlihev ji peyvên Kurdî û peyvên biyanî ye û helbestvanên kilasîk bi wî zimanî helbestên xwe raçandine.
“Şêx Nûrî Salih” di qonaxa duyê de li jêr karlêkeriya wêjeya Tirkî de dest bi nûkirina helbestan kiriye û ew jî bi wê sedemê ye ku bi başî zimanê Tirkî zaniye û mifah jê vergirtiye.
Di qonaxa sêyem de, Şêx Nûrî Salih hewlê dide ku bi tevahî peyvên zelal ên Kurdî di helbestên xwe de mifahê jê verbigre û peyvên asayî ên li ser zimanê xelkê û wêjeya netewa Kurdî û folklorê bi awayekî serkevtî bi afirankariyan û ciwanî û xemilandina wan peyvan helbestên xwe raçîne ku bi wê sedemê “Refîq Hilmî”, Şêx Nûrî Salih wekî rêberê şoreşa helbestên Kurdî li devera Silêmaniyê û avakerê dibistana nû ya Kurdî bi nav dike.
Di helbesta pepûle de bi rohnî tê dîtin ku Şêx Nûrî Salih bi zimanê asayî yê xelkê, zimanekî wêjeyî yê folklorîk, Kurdiya zelal, nivîsandiye:
Xozge emzanî to bo?
Wa xot kirdûwe rence ro?
Pepûle balî helwerîw
Be tîşkî gir darizîw
Baldarî ciwan û rengîn
Êsk sûk û bal nexşîn
Renge hin rexne li zimanê helbestên wî bêne girtin li ber vê yekê ku wî nekarîbû berî belavkirina wan pêdeçênê li ser wan helbestan bike.
Diwana Şêx Nûrî Şêx Salih
Beha îstatîkekanî Şêir
Bîrî neteweyî lay Şêx Nûrî Şêx Salih[1]