Gürdal Aksoy (z. 1968 lî Çewlîgê) dadnas û nivîskarekî bî eslê xwe kurd e.
Jînenîgarî:
Gurdal Aksoy kurdekî ji bakûra Kurdistanê ji bajarê Çewlig’ê (Bîngolê) ye, ew bi awayekî metodîk û gelek caran jî, dûrê klîşe û dubarekirina ku di nav me Kurdan da jî heye, dinivîsîne. Ew berhemên xwe bi zimanê tirkî dinivîse, xweska nivîsên wî bi zimanê kurdî bûna jî. Ji aliyê dî va çewa ku em pê dizanin, bi awayekî amatorî be jî, ew bi hunera resim ra jî mujîldibe.
G. Aksoyê ku di sala 1968 a da hatiye dinê, xwendina xweya despêkê, ya navîn û lîseyê li Elezîz, Antalya û Enqere yê da çêkirîye. Wî di sala 1996 a da Faqulta Dadê ya Zanîngeha Enqerê qedandîye, li ser antropolojî (beşa zanînê, ya ku mirovan wek hebûnekî xwezayî qebûldike û li ser wan lêkolînê dike.), dîrok û mîtolojiyê lêkolînan dike û dixebite.
Gurdal Aksoy eve zûva ye ku di malpera Rizgariyê da nivîsên xwe diweşîne û heta niha tu pirtûkên wî nehatîne wergerandin ser kurdî.
. Di sala 1988'an de TCK'nûn 168/2, 142 û 159 bû. keviyên navîn bi berfê hatin pêçan. Bihayê tutukluya kalan Aksoy 89 bi bihayê heştê ye.
Heta niha van pirtûkên wî hatine weşandin:
Berhem:
Lêkonînên li ser Zimanê Kurdî û Efsaneyên wî, cîlt 1 (Weşanên “Öteki” Enqere, 1991).
Hîeros Gamos, Têbiniyên li ser Xweda- Bav (Weşanên Zagros, Stenbol, 1993).
Xelkê ku Dîroka Wî Nehatîye Nivîsandin (Weşanên Avesta, Stenbol, 1996).
Mirov, Kultur û Medenîyet (Weşanên Avesta, Stenbol, 1996).
Gelo Dawiya Evînê ye? (Weşanên Yurt Kîtap, Enqere, 1998).
Newroz, Efsanekî – Dîrokekî (Weşanên Yurt Kîtap, Enqere, 1998).
Girtîgeha Xelkan Anadolî, “ Ji Xwe Dûrketina Kurdan a bi Dîtinên Merkezîtiya Anadolîtîyê” (Weşanên Komal, Stenbol, 2002).
Mîtolojiya Kurd-Alewî ya Dêrsîmê, Fîgurên Olî di Raa Haq da” (Weşanên Komal, Stenbol, 2006).
Xewzaniya (Kehaneta) Kurdistanê ya Nostradamus, Nıvîsên li ser Kurdan, (Weşanên Komal, Stenbol). [1]