Navê pirtûkê: Navên Kurdî
Navê nivîskar: Amed Tigrîs
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê: Apec-Tryck
Sala çapê: 1990
Iro li Kurdistanê, bi taybetî li beşa Bakûr a ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîr (îşgal) kirin navên kurdî li zarokan kirin qedexe ye. Ev qedexekirina Dewleta Tirk, ne bi tenê bi welat tê tixûb (sînor) kirin; heta nav dewletên Ewropayê jî dirêj û dom dike. Herweha li welatên Ewropa balyozxanên (konsolosxanên) Tirk lîsteyên navên kurdî yên qedexekirî li salonên xwe dalqandine. Rêdan û destdana navên kurdî nadin. Gelo îro nîjadperestî û kewneperestiyekê weha li darê dinê, li cîhekî din jî heye û tê dîtin? Li dij vê yekê hem li welêt û hem jî li derî welêt bi tekoşîna giştî re, tekoşîna nav lêkirinê jî berdewam e. Roj bi roj pêwestiya navên kurdî bêtir dibe. Min, ev valahiya han dît û ji ber vê yekî jî dest bi berhevkirina navên kurdî kir. Di destpêkê de min xwest em çend kes bihevdu re xebat bikin, lê mixabin nebû. Cara yekem, ew navên ku hebûn, min ew nivîsandin. Bi du re min çav li rojname, kovar, pirtûk, broşûr û nivîsarên kurdî yên ku hebûn gerand. Ez di Hawar,Tekoşer, Kurdistan da Egitim Süreçlerî (Rohat), Kurd û Ferhengî Bêgane (Kerim Husamî), rasti lîsteyên navên kurdî hatim. Û min di Kurdistan Tarihi (M. Emin Zeki), Tarîha Kurdistan (Cigerxwîn), Doza Kurdistan (Zinar Slopî),Kurdistan Tarihinde Dersim (Dr. Vet. Nuri Dersimî), Merwani Kurt tarihi (Ibnul-Erzak), Şerefname (Şerefxan) Rêbera Sêzimanî (Azîz R. Akrawï) û di hinek nivîsarên din de jî rastî navên kurdî hatim. Stranên kurdî yên klasîk. [1]
Lees het boek: Navên Kurdî
Aantal keer gedownload:
213 Wij willen graag alle schrijvers, vertalers en uitgevers het verzoek doen om ons te informeren waneer ze niet mee eens zijn dat hun boeken via Kurdipedia gedownload worden.
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,655 keer bekeken