Zar Bûma
Sibe zû hişyar bûma
Pêxas û bêşal bûma.
Ling terikî, lêvê zuwa
Xwezil dîsa zar bûma.
Çawa berx bê zar bûma
Bêmal û bêpar bûma.
Rihê sade dilê can
Xwezil dîsa zar bûma.
Li bin kon star bûma
Li çiya hejmekar bûma.
Pot (hêçik) ritilî, kiras caw
Xwezil dîsa zar bûma.
Hespê kumêt siyar bûma
Ji çiyê berwar bûma.
Bimama bê deng û nav
Her tek tenê zar bûma.
Sehîdê Îbo[1]
Click to show the video Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 884 keer bekeken