=KTML_Bold=Seyîd Evdilqadir (z. 1851 li Colemêrgê - m. 1925 li Bedlîsê (Bakurê Kurdistanê)=KTML_End= siyasetmedar û alimekî kurd bû, Kurê Şêx Ubeydelayê Nehrî bû.
Di serhildana Şêx Seîd de ew jî weke Salih Begê Hênê û 47 hevalê xwe hatiye dardekirin. Piştî serhildanê kurê Seyîd Ebdulqadir, Seyîd Ebdula ji bo tolhildana bavê xwe li şemzînanê dest bi çalakiyên çekdarî dike lê nekarî biserkeve û paşî ji ber êrîşên tirkan diçe Başûrê Kurdistanê.
=KTML_Bold=Jiyana wî=KTML_End=
Seyîd Ebdilqadir ji malbatek bi bandor ji gundê Nehriya Şemzînan pêk tê. Ew di serhildana bavê xwe de di sala 1879/1880 de beşdar bû û wî rêxistin kir. Piştî têkçûyînê, ew bi bavê xwe re ji bo Taîfifê hate xilas kirin. Di sala 1905 de ew koçî Beyrûtê kir.