Rizoyê Xerzî helbestvanekî kurd e. Xerzî di sala 1966’an li bajarê Qamişlokê hatiye dinyayê. Li zanîngeha Helebê beşa zimanê îngilîzî xwendiyê lê xwendina xwe ji ber hin sedemên taybet kuta nekiriye (ta bi sala sisyan xwendiye).
Yek ji endamê komîteya amadekariya kovara Rojda bû. Ji sala 1988’an ve dest bi weşandina helbestên xwe kiriye di kovarên mîna Zanîn, Gulistan, Nûdem, Buhar û gelek kovarên din de weşandine.
Di sala 2000’î de pirtûkeke helbestan bi navê Dema çavên te û di sala 2010 an de jî pirt3uka bi navê (Dilê min ne dîne) daye çapkirin. Endamê Yekîtiya Nivîskarên PEN’a kurd e. Yek ji rojnamevanê rojnameya Azadiya Welat e; yek ji damezranerê komeleya KARGER a lêkolîn û pêşxistina ziman e, yek ji edîtorê kovara zarokan Şemamoke. Endamê koma PCKurd e.[1]
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 3,339 keer bekeken