Berdebûkên Merîwanê
Enwer Kerîm Seîd
Ras yan ustûre û efsaneya her neteweyekê peyam û nîşaneyek di dilê xwe de veşartiye. Ustûre bingeha exlaq, hikûmet û pênaseya netewayetî ye. Efsane û ustûre bendikek in ku derbasbûyî û niha û paşerojê bi hev re girê didin. Neteweyan jiyan û xewn û hêviyên xwe di dilê ustûreyan de veşartine, her lewma lêkdana ustûre, nasîna jiyan û xewn û hêviya neteweyan e di derbasbûyî û niha de. Kurd wekî neteweyek kevnar a Rojhilata Navîn bi dirêjahiya temenê xwe, jiyanek pir ji hevraz û nişîv dîtiye û Kurdistan bi giştî û #Merîwan# jî bi taybetî ji wê jiyana pir ji pirsgirêk û astengî bê par nebûye û eva di wêjeya devkî ya netewa me de hatiye dîtin; Lewma em jî xwedanê sedan ustûre û efsane ne û bi hezaran beyt û hikayet û ustûre di nav civaka kurdewarî de hebûne û hene ku nîşanderê jiyana Kurdan e.
Ras yan Ustûre û efsaneyek jî di navçeya Merîwanê de heye ku renge niha tenê kesên kal di bîra wan de mabe. Ew efsane nîşanderê yek ji wan karesatane ye ku hatiye serê netewa me û singê pêşînan û diyardeyeke sirûştî ji demên berê ve anîne heta gihandine nifşa me. Navçeya Merîwanê û ew şûna ku ew diyardeye tê de heye ji serdemên gelek kevn ve heta serdemê hevçerx cihê nakokiyên xwedan hêzan bûye û bi dehan car leşkerê Aşûrî û Yûnan, Eşkanî, Rom, Ecem, Osmanî, Sefewî û Iraq û Îranê navçeya wan binpê kirine û xelkê wê herêmê rastî karesat û komkujiyê anîne. Belkî ew çîrok û ustûreye nîşanderê yek ji wan karesatane be û ew çarenivîse di dilê xwe de veşartibe.
Ew diyardeya sirûştî komek ji kevirên mezin in ku li gorî pispor û erdnasan dîroka wan vedigere 140 milyon sal berî niha. Kevir granîtî ne û bermahiyên teqîneke girkanî ya kevnarî ne ku ji ber guhertinên sirûştî di wê serdemê de çê bûne û şikl û şêwzek cur bi cur û ecêb li xwe girtine. Hin ji wan keviran ku bi şêwaekî hîndisî rêkûpêk in û li pey hev di deştekê de bûne û birûskên kevirên granît bedewiyeke ecêb dabûne dîmena wê navçeyê, mixabin hatin birin û firotin, lê hinek ji wan hê jî mane.
Ev kevirane di navbera gundên “Kanî Mîran” û “Sawa” de û li ser rêya sereke ya Merîwan- Başmaxê hilkeftî ne û bi hemû awayekî xwe ji ax û kevirên navçeyê cuda kirine. Ciyawaziya keviran bala pêşîneyên vê navçeyê bo aliyê xwe rakêşaye û hertimî wek tiştek pîroz mêze kirine û çawahiya çêbûna vê diyardeya ecêb û balkêş bo wan bûye cihê pirsiyarê û ji bo bersiva wê pirsê ji berê ve efsane yan ustûreyek bi navê “Berdebûkan” çê kirine ku nîşanderê jiyana wan e. Her wekî ku em dizanin, efsane baweriyên pîroz li xwe digire û ji me re çawahiya destpêk û çêbûna diyardeyên balkêş vedibêje. Xelkê vê herêmê jî wek hemû diyardeyên sirûştî yên nenaskirî yên li derdora xwe birine çarçoveya wê ustûre û efsaneyê ku nîşanderê rewşa civakî ya xelk navçeyê ye.
Çîroka “Berdebûkan” çî ye?
Xelkê navçeyê ji mêj ve ji vê diyardeyê re dibêjin Berdebûkan û diyar nîne ji kengê ve nav li van keviran hatiye kirin. Bi xwe behs dikin û dibêjin di demeke nediyar de ev kevirane komek mirov bûne û komek birazî bûne û bûk veguhastine. Daweta wan bûye, jin û mêr bûne û dawet kirine. Ji nişkê ve leşkerê dijminê biyanî êrîşî wan dike. Dijminê zalim hemû mêran dikuje û jin bi tenê dimînin. Jin be û bûk jî di nav wan de be û ketibine destê dijmin, tiştekî normal e ku rastî temahê tên bo wê ku destdirêjiyê bikine ser wan. Jinan ji kûrahiya dilê xwe ve dest avêtine bi duakirin û lahîkirinê û daxwaz ji Xwedê kirine û gotine: Xwedê tu me bêhurmet neke, me bikuje, me bike kevir û me ji destê vane rizgar bike. Xwedê duayên wan qebûl dike û bi vî rengî wan dike bi kevir.
Di wê çîrokê de çend nîşan hene ku em ê îşareyê pê bikin, ew jî hebûna dijminekî dilreq ê dagîrker e ku jiyana asayî ya xelkê têk daye, komkujî kiriye û heta rehm li dawetên wan jî nekiriye û xwestiye destdirêjiyê bike ser bûk û jinên wan jî. Ji bilî van sembolan, mîna hemû efsaneyan, xelkê bersiva pirsa destpêkî û çawaniya çêbûna van keviran bi wê çîrokê nîşan dane.
“Berdebûkan” ku hilgirê wê çîroka ustûreyî bûn û ew efsane bo wan hatiye çêkirin, çend rêze kevirên mezin û bilind ên çend metrî bûn ku di sînorekî çendsed metrî de bi awayekî rêkûpêkiya hîndisî û bi rêz û li rex hev bi curek ecêb û dîmenek xeyalî hatibûne danîn, çend milyon sal di vê herêmê de xweragirane bi ser pê rawestabûn û dîroka kevn û nû ya me bi hev re girê didan. Bi hezaran şerên kavilker nekarîne derbeyê bi vê diyardeyê bidin, lê mixabin bo pare û qazancek demkî û komkirina dahatek kêm hatine parçekirin û firotin û bûne bi xemilîneya komek avahî li derveyê Merîwan û derveyê Kurdistanê.
Tenê şûnwarek ku niha em li wî cihî dibînin, şûneke kavilkirî û komek kevirên parçe-parçekirî ne. Mana vê efsaneyê bi dîmenên ecêb û efsûnî yên wan rêze kevirane re ku bi mîlyonan salan li ser xwe sekinîbûn girêdayî bû û xeyala ew xelke û evraz û nişîva jiyana wan vedibêje. Lê mixabin bi nemana wan keviran re efsaneya Berdebûkan jî hêdî hêdî di nav xelkê de wunda bû û niha tenê beşeke biçûk ji xelkê me dizanin ku Berdebûkan çi ne û behsa efsaneya wan dikin.
Eger îdare û fermandên pêwendîdar zanista pêwîstî li ser diyardeyên cur bi cur ên kelepûr û çandê hebûna, girîngayetî û buhaya şûnwarên kevnar û girîngên wan yên kultûrî seh dikirin û beriya wê ku destê zemane û kesên nezan wan ji nav bibin, hewl didan wan biparêzin. Bê guman bi nemana dîmena efsaneyî û pir ji nehinîyên Berdebûkan bi wê şikla ku çendîn milyon sal li vê navçeyê bûne, ustûreya Berdebûkan jî ku beşek ji hişmendiya xelkê Merîwanê bû, ji bîr diçe û wunda dibe; Ev wundabûne jî xisareke nehatî qerebûkirî ye ku li çanda kevnar a vê netewê dikeve, çimkî çand pênaseya netewan e û efsane û ustûre di rex ziman û wêje û adet û resm û diyardeyên din ên kultûrî de neteweyekî ji neteweyek dinê cuda dike, lewama parastina her yek ji wan diyardeyan hewlek e bo parastina rû û rûmeta netewayetî.
[1]