Çend cihên geştyarî û balkêş li bajarê Merîwanê
Çiro Hewramî
Merîwan bajarekî parêzgeha Sine (Kurisan) e. #Merîwan# xwedî sirûştek bêhempa û bedew e û gelek cihên geştyarî heye ku bala geştyar û xelkê herêmê bo aliyê xwe radikêşe. Di vê gotarê de em ê behsa çend cihên geştiyariyê li Merîwanê bikin.
Sûlava Gewêle
Sûlava Gewêle ku bi yek ji cihên geştyarî yên bajarê Merîwanê tê hesibandin, li devera Serşîw a vî bajarî û li nêzî gundê Gewêle hilkeftî ye. Gundê Gewêle yek ji kevintirîn gundên bajarê Merîwanê ye û 20 kîlometre dûrî Merîwanê li ser rêya Merîwan-Seqizê hilkeftî ye. Di niha de nêzî 30 malbat li vî gundî dijîn û zêdetirî 40 malbat jî, ji ber nebûna pêdiviyên sereke koçberî Merîwan û bajarên dinê bûne.
Sûlava Gewêle di nav dilê sirûşt û çiyayên Merîwanê de bûye cihê geştyaran, bi taybetî di demsala Biharê de ji ber keşûhewa û bedewiya sirûşta wê xeleke zêde serdana wê dikin. Bilindahiya sûlavê ji 50 metreyan zêdetir bilind e. Ev sûlave kîlometreyek dûrî rêya sereke ya Merîwan û Seqizê ye.
Ji ber xalên jêrîn, sûlava Gewêle bûye cîhekî geştyarî:
- Sûlava Gewêle yek ji cihên pir avî û xweş a Merîwanê ye.
- Derdora sûlavê şîn û xweş e û ji bo demderbaskirina geştyaran guncaw e.
Pira dîrokî ya Garanê
Pira Garanê ya dîrokî 12 kîlometre li rojhilatê Merîwanê hilkeftî ye û avakirina vê pirê vedigere bo serdema mîratiya Erdelan. Dirêjahiya vê pirê 40 metre ye û 9 metreyan pan e û 6 metreyan jî bilind e. Pira Garanê heta salên 1940an beşek ji rêya sereke ya Merîwan û Sinê bûye. Pira Garanê di sala 2001an de li Îranê wek şûnwareke dîrokî hatiye tomarkirin, lê mixabin ji ber xemsariya berpirsên pêwendîdar ên hikûmetê, hinek beşên vê pira dîrokî hilweşiyane.
Navçeya Qemçiyan
Dema ku mirov li rêya Merîwan-Seqizê derbas bike, ji xeynî sûlava Gewêleyê, navçeyeke geştyarî ya ku ji rêze çiyayên bilind pêk hatiye û xwedî sirûşteke xweş e, dibîne. Ev navçeye xwediyê daristaneke pir dar, çem û gelek kaniyan e. Li çiyayên Qemçiyanê kakovirk, rêvaz, pîçik û hwd hene, û herwiha cihê jiyana çend cure ji balinde û ajalên kovî yên wek hirç, rûvî, gur, simore, kîrûşk, kev û teyr û hwd e.
Qemçiyan di her çar demsalên salê de dîmenek taybet heye, lê di Bihar û Havînê de xelkeke zêde ji bo seyranankirin û berhevkirina giyayên xwarin û dermanî serdana vê derê dikin.
Şikefta “Kone Şem Şam”
Ev şikefte li nêzî gundê “Torax Tepe” yê ser bi “Çilçeme”yê hilkeftî ye û 40 kîlometre dûrî bajarê Merîwanê ye. Şikefta “Kone Şem Şem” ji kevirên ahekî hatiye çêkirin û sê deriyên wê yên cuda hene û mixabin deriyekî wê ji ber rûçûna çiya hatiye daxistin. Ev şikefte bi rûbera 455 metre mînakeke sirûştî ya bêhempa ye.
Girîngiya mezin a vê şikeftê vedigere bo pêkhateya xwe ya bêhempa û taybetmendiyên wê yên erdnasî, biyolojîk û kultûrî. Kone Şem Şem ji bilî wê ku cihekî geştyarî ye, cîhekî dîrokî ye jî, ji ber ku çend kelûpelên herrî “qurî” tê de hatine peydakirin ku dîroka van vedigere bo serdema “Dalmayiyan” ku bi ciwanî xuya dike ku cihê nîştecihbûnê mirov bûye.
Hêjayî gotinê ye ku Kone Şem Şam bi cihê “peleçemkan” bi navûbang e û cureyeke taybet a peleçemkan tê de dijî. Wekî şûnwarên din ên geştyarî û dîrokî yên Kurdistanê, ev şikeft jî bi awayekî zanistî nehatine lêkolînkirin û heta girîngiyek wisa jî pê nehatiye danê.
[1]