Dar bi koka xwe, mirov bi pişta xwe xurt e
Nûrî Çelîk
Hesabê pêşerojê û siyasetek salane nadin ber xwe. Xwe wek hêz û partîyên welatekî azad û dewletek serbixwe dibînin û li gor wê siyasetê dikin. Ji bîr dikin ku ew hêz û partîyên welatekî dagîrkirî û milletekî bindest in.
Gelek caran hatiye gotin. Meselek heye, dibêjin du kes rabûne hev û li hev dixin. Yek ketiye ser zikê yê din û li zikê wî dixe. Her ku li zikê wî dixe yê di bin de dibêje „ax pişta min“. Her ku li zikê wî dixe dibêje „ax pişta min„. Ê di ser de meraq dike û ji yê di bin xwe de dipirse: „Kuro ez li zikê te dixim tu dibê ax pişta min, te xêr e? „ Ê di bin de dibê: „Heger pişta min hebûya te nikarîbû li min bixista„.
Ev yek ne tenê di şer û pevçûna kesane, pevçûna malbatî, eşîrtî yan partîtîyê de, di pevçûna siyasî de jî wilo ye. Pişta meriv tunebe meriv bêhêz û lawaz e, şikestî û mecbûrî windakirin û têkçûnê ye.
Pişta Kurdan Kurd bi xwe ne. Kurd bi xwe û bi yekrêzîya xwe xurt in. Tunebûna yekrêzîya Kurdan pişta wan dişkîne û wan di her qadê de têk dibe. Di hilbijartinên Kerkûkê de ev yek carek din derket holê. Parçebûn û neyekrêzîya wan bû sedema ku rêvebirîya Kerkûkê têkeve destê Tirkmen û Ereban û destê Kurdan çarenûsa Kerkûkê de jar û lawaz bibe. Heman tişt îro li bakurê Kurdistanê jî di rojevê de ye.
Hilbijartinên herêmî nêzîk bûn û di Adara îsal de pêk tên. Îro ji DEM partîyê pêve tu partîyek ku karibe berdevkî û nûnertîya Kurdên bakur bike li holê tuneye. Hem bi hêza xwe ya siyasî, hem bi bingeh û alîgirên xwe, hem jî bi derfet û qudreta xwe DEM yekem partîya Tirkîyeyî ye ku ji alî azamîya Kurdan û derveyî Kurdan ve wek berdevk û nûnerê Kurdên bakur tê qebûlkirin. Ev yek tehl be jî rastî jî ev e. Dibe ku em #siyaseta# wê, armanc û daxwazên wê neecibînin û ne li gorî me bin.
Divê em ji bîr nekin ku ji ber tunebûna partîyek xurt û Kurdistanî di şertên îro de têkçûna partîya DEMê li zirara Kurdan û serketina wê jî di fêda Kurdan de ye. Wê têkçûna wê demoralîzasyon û bêhêvîyek mezin bi xwe re bîne û serketina wê jî wê hêvî û bahwerîya Kurdan xurttir bike. Her çiqasî ben rêbazîya partîya DEM ê di destê PKK û hêmanên dewletê de bin jî, hewldana guhertina siyaseta wê wê di fêde û kara Kurdan de be. Divê em ne bi çav û hişmendîyek teng lê bi çav û hişmendîyek berfireh û dûvdirêj li ser DEMê rawestin.
Helbet dil dixwest ku alternatîfek din hebûye, alternatîfek Kurd û Kurdistanî. Lê mixabin hêz û partîyên heyî, dem û dezgehên ku xwe Kurdistanî dihesibînin ji wê qudreta ku karibin bibin alternatîfa siyaseta dewletê û partîyên sîstemê, dûr in. Nakokîyên ezezî û partîtîyê rê li ber yekîtî û alternatîfbûnê girtiye û bi vê hişmendî, hest helwesta xwe xwe ji civaka Kurd dûr xistiye.
Ji îdeolojîyê wêdetir (îdeolojîyên ji hev cuda nemane, herkes wek hev difikire û doza heman tiştan dikin) nexweşîyên ezezî û berjewendîyên partîtîyê di nav hêz û partîyên heyî de bûye wek girêka kor û kes nikare ji hev veke. Siyaseta hindik û rindik ji xwe re wek armanc hilbijartine û li ser wî asasî siyasetê dikin. Siyaseta wan, siyaseta me, ne siyasetek dûvdirêj lê siyasetek rojane ye. Hesabê pêşerojê û siyasetek salane nadin ber xwe. Xwe wek hêz û partîyên welatekî azad û dewletek serbixwe dibînin û li gor wê siyasetê dikin. Ji bîr dikin ku ew hêz û partîyên welatekî dagîrkirî û milletekî bindest in. Ji bîr dikin ku rêxistin an partî ji bo azadkirina millet û serxwebûna welatekî ne armanc lê alav û hacet in, navgîn in.
Hêz û partîyên welatekî dagîrkirî û bindest nabe ku xwe wek partîyên welatekî serdest bibînin û ji hev parçe bin. Divê armanc ne partîtî lê rizgarkirina welatekî be û li gor wê siyaset, plan û proje bên çêkirin. Partî û îdeolojî çi dibe bila bibe, nabe ku Kurd bi têkçûna hev kêfxweş bibin. Divê her Kurd li ser hev bêşe, alîkariya hev bike û ji hev re bibe pal û pişt. Heger ev yek nebe, emê wek her carê bê çare, bê alternatîf û rûnê li ser nanê dewlet û partîyên sîstemê bin. Di hilbijartinên herêmî de barê herî giran dikeve ser milên partîya DEM ê û helbet partîyên Kurd ên li derveyî wê jî ji bo ku DEM vegere ser xeta xwe ya berê, yanî xeta Kurd û Kurdistanî, hem alîkarîya wê bikin û hem jî hewl bidin ku bandorê li bingeha wê ya Kurd bikin.
Partîya DEM ê piştî lawazbûna hilbijartinên Serokkomarî û wekîlên parlamentoyê hinekî li xwe vegerîya û wek dixuye giranîya xwe zêdetir dide pirs û pirsgirêkên Kurdan. Di meclîsê de zêdetir behsa Kurd û Kurdistanê dike û ev yek jî erênî ye û divê bê destekkirin. Divê ne tenê partîyên li derveyî DEM ê piştgirîya wê bikin, herweha ji bo avakirina hevkarîyek Kurdistanî divê partîya DEMê jî hewlên xwe yên ji bo tifaq û hevkarîyek Kurdistanî zêdetir bike, xwe ji bin sîwana çepên Tirk û CHP derxe û giranîya siyaseta xwe bide bakurê Kurdistanê.
Di hilbijartinên herêmî de bidestxistina şaredarîyên bajarên Kurdistanê girîng e. Ji bo vê jî, kî û kîjan partîya sîstemê ji bo xêra Kurdan gavekê bavêje gerek partîya DEMê siyaset û têkilîyek bi bazar bi wan re bimeşîne û bi wan re li hev bike. Ev AKP dibe, CHP dibe ferq nake.
A girîng berjewendîyên Kurdan e ku Kurd karibin hinek şert û mercên azad de piçekî bêhna wan bê ber wan û ji zext û zordarîyên heyî xelas bibin. Bi kurt û Kurmancî; hilbijartinên herêmî ji bo Kurdan ji hilbijartinên serokkomarî û wekîltîya parlamentoyê girînhtir e. Divê her Kurd û her hêz û partîyên ku li ser navê Kurdan siyasetê dikin piştgirîya hev bikin û bi hest û hişmendîyek Kurdayetî nêzîkî mijarê bibin.
[1]